'Planên we yên gemarî wê bi ser nekevin'

Koordînasyona Komalên Ciwan li ber biryara Amerîkayê rabû û got, wê bi berxwedanê pêşî li hemû planên qirêj bigirin.

Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyaniyeke nivîskî weşand û biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li dijî kadroyên pêşeng ên PKK'ê şermezar kir.

Di daxuyaniya Komalên Ciwan de hate gotin, "Wek ku tê zanîn DYA'yê di vê pêvajoyê de li ser kadroyên pêşeng ên têkoşîna me heval Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan, ji bo ku werin girtin û îxbarkirin, ragihand ku ew ê xelatê bidin. Rayedarê DYA'yê ku dewleta herî komploger û tarî ya dîrokê ye û bi qasî serê derziyê ne xwedî şanazî û rûmetê ye; bi daxuyaniyê 'şanaz û rûmetdar' bûye û wiha ji cîhanê re ragihandiye."

PKK NASNAMEYA DESTANA AZADIYÊ YE

Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir ku têkoşîna PKK'ê nasnameya dastana azadiyê û berxwedanê ya 40 salî ye û wiha dewam kir: "Têkoşîna ku bi bêhnefişkî bi Rêber Apo re dest pê kirî, di rewşa niha de bi xeyalên azadiyê yên bi milyonan Kurdistanî re bûye yek. Ji roja pêşî ya destpêkê û heta niha bi helwesta xwe ya serbixwe û vîna azad, bi dilsoziya bêhempa ya bi nirxên mirovahiyê re, li Rojhilata Navîn rê li ber guherînên mezin vekiriye û giyanê azadiyê berz kiriye. Bi berxwedana fedaî ya ji bo azadiyê, komploger, mêtinger û emperyalîst şaş kirine û ji gelên cîhanê re bûye îlham. Têkoşîna me ya ku bi giyanê ciwan ê Rêber Apo derketî holê, li dijî mêtingerên ku bûne fosîl her carê ders daye. Ev berxwedana bi rêça lehengên fedaî ku ew çend ji jiyanê hez dikin, jiyana xwe di ber de dane, ya li dijî dijminên mirovahiyê yên mêtinger û emperyalîst, bi vê biryarê tê xwestin ku teslîm were girtin û were tasfiyekirin.

LI PEY KOMPLOYEKE NÛ YA GEMARÎ YE

Hişmendiya emperyalîst ku Rojhilata Navîn kiriye gola xwînê, bûye sedem ku gel tirba hev bikolin û li ser vê jî împaratoriya xwîn û komkujiyê ava bikin, niha jî bi heman armancê li pey komployeke nû ya gemarî ne. Tekana armanca wan ew e ku pêşengên doza azadiyê ya gelê Kurd û gelên Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe bikin hedef. Ev biryar nûjenkirina komploya navdewletî ya li dijî Rêbertiya me ye. Ragihandina şer a li dijî gelê Kurd û Kurdistanê ye. Çawa ku bi komploya herî hovane ya dîrokê ya li ser Rêber Apo a 9'ê Cotmeha 1998'an hatibe xwestin ku têkoşîna me were tasfiyekirin, biryara niha jî bi heman armancê ye.

PLANÊN WE YÊN GEMARÎ Û DIJMINAHIYA MIROVAHIYÊ BI SER NEKEVIN

Divê emperyalîstên komploger ên ku ev biryar standin baş bizanibin hûn nikarin dawî li şerê azadiyê yê gel û ciwanan bînin ku bûne bi milyonan, hûn nikarin teslîm bigirin û tasfiye bikin. Ciwanên fedaî yên ku bûne Egîd ên Kurdistanê, wê serî li kemîn û komployên we netewînin, wê bêdeng nemînin û nebin temaşevan. Planên we yên gemarî û bi dijminahiya mirovahiyê wê bi ser nekevin, hûn ê bi ibret bibînin ku ciwanên Kurdistanê ne berxê ber kêrê ne û ji bo biryara ku we standî hûn ê werin poşmankirin. Ciwanên şoreşger ên Kurdistanê ku bi giyan, hişmendî û vîna Rêber Apo xwe pêçane, çawa ku bi çalakiyên 'Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin' bûne gilokek ji êgir û komploger şewitandibin, niha jî, ji her demê bêhtir wê li ber xwe bidin û wê karibin hesabên we li bin guhê dîwaran bixin.

BERXWEDANA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ

Bi vê çarçoweyê em Komalên Ciwan wiha bang li ciwanên Kurdistanê dikin; li dijî armanca komplogeran a ku dixwazin komloyeke nû bînin serê têkoşîna me û tine bikin, li her devera ku em lê ne rabin ser piyan û çalakiyan bikin. Heta ku ev biryar bi paş ve were standin, bi xezeba ciwanên şoreşger divê mirov rabe ser piyan û her derê bihejînin. Li dijî vê biryara ku dixwazin bi vê komployê dîrokê ji bo Kurdan dubare bikin, her deverê divê mirov bike qada çalakiyan, divê mirov berxwedaniyeke radîkal bikin. Hemû kuçe, tax, bajar divê mirov bike mewziya berxwedanê û ev ji Kurdistanê berbelavî cîhanê bibe. Ji bo Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê tekane rê BERXWEDAN e. Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, li dijî komployên li ser têkoşîna me û li dijî faşîzma li ser Kurdistanê divê Ciwanên Şoreşger bi berxwedanê biherikin hemû qadan."