PKK: Tu sûcê ku li dijî gelê Kurd hatiye kirin bê ceza namîne!

Komîteya Rêveber a PKK'ê, milîtanên Tabura Nemiran ku li dijî Wezareta Karên Hundirîn çalakiya fedaî pêk anîn, bi bîr anî û diyar kir ku ev çalakî nîşan dide ku tu sûcên li gelê Kurd hatine kirin, wê bê ceza nemîne.

Komîteya Rêveber a PKK’ê derbarê çalakiya fedayî ya li Enqereyê de daxuyaniya da. PKK’ê diyar kir ku Tabûra Nemiran çalakiya serkeftî li dar xistin û wiha hat gotin: “Em bang dikin ku fedayiyên me yên nemir ên ku çalakiya 1’ê Cotmehê li Enqereyê pêk anîn serkeftî bû û hevrê Rojhat û Erdal ên lehengên di xeta Zîlan de li ber xwe dane, bi awayekî rast fêm bikin û bi xurtî wan hembêz bikin!"

Daxuyanî Komîteya Rêveber a PKK’ê wiha ye:

“Li Kurdistan û Tirkiyeyê zilm, teror û zilma faşîst-qirker derketiye asta herî jor, cenaze yek li pey hev ji girtîgehên ku îşkenceyên giran lê tê kirin derdikevin, 31 meh in ji jiyana Rêber Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. 9'ê Cotmeha 1998'an di salvegera 25’emîn akomploya navneteweyî ku li hemberî Rêber Apo pêk hat, li Zapê bi çekên nukleerî yên kîmyewî û taktîkî êrîş li gerîlayan hat kirin, her cure zext û komkujî hatin plankirin û birêvebirin. Milîtanên ‘Tabûra Nemiran‘ Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn di 1’ê Cotmehê de çalakiyeke fedayî ya serkeftî li dar xistin. Çalakî di roja vekirinê ya TBMMê de û sed metre dûrî wê pêk hat ev jî wate û girîngiya wê ya siyasî zêdetir kir. Dîsa ji bilî sûcdarên ku hatine hedefgirtin tu kesî zerar negirt ev jî bandor û serkeftina çalakiyê zêde kir.

Têkildarî çalakiyê hemû agahî û belgeyên pêwîst ji aliyê Fermandariya Biryargeha me ya Navendî ve bi awayekî têrker û di dema xwe de ji raya giştî re hatin pêşkêşkirin. Her tiştê ku divê bê gotin hatin gotin.

Çalakiya ku li Midûriyeta Giştî ya Emniyetê xist, bi awayekî zelal nîşan da ku tu sûcê li hemberî gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd, gelên Tirkiyeyê û mirovahiyê bê ceza nemîne. Çalakiya ku bi temamî bi ser ket, tirs xist dilê hemû sûcdaran û lerizand, moral û cesaretek mezin da hêzên azadî û demokrasiyê. Apogeran hêza mezin a gelê Kurd û gelên ku bi hişmendiya azadiyê xwe perwerde dikin û birêxistin dikin, bi zelalî nîşanî her kesî dan û ger xetên wan ên sor derbas bibin dikarin çi bi dest bixin. Ji bo têkoşîna mezin a di sala 26’an de li dijî komploya navneteweyî û pergala Îmraliyê ya îşkence, tecrîd û qirkirinê tê meşandin, pîvanên cesaret û fedakariyê destnîşan kirin. Em hêvî dikin ku her kes vê peyamê rast bigire û tiştê ku hewce dike bike.

Li ser van esasan em têkoşerên fedaî Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ên di 1’ê Cotmehê de li Midûriyeta Giştî ya Emniyeta Tirk ku navenda hemû sûc û xerabiyan e xistin, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Di şexsê Fermandariya Biryargeha Navendî de em hemû kesên ku di çalakiyê de ked dane û hemû fermandar û şervanên HPG û YJA Starê yên li her qadê li dijî dijminê faşîst-qirker bi awayekî serkeftî li ber xwe dane, pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Em bang li hemû gel û dostên xwe yên welatparêz, di serî de ciwan û jinan dikin ku bi awayekî rast û bi xurtî xwedî li fedayiyên me yên nemir ên ku çalakiya 1’ê Cotmehê ya Enqereyê bi tevahî serkeftî pêk anîn û hevrêyên leheng Rojhat û Erdal ên di xeta Zîlan de li ber xwe dane, derkevin!"