PKK: Têkoşîna sala 26'an wê bi armanca azadî û çareseriyê bê meşandin

Komîteya Rêveber a PKK'ê di salvegera 26'an a komploya navneteweyî de daxuyanî da û got, "Têkoşîna sala 26'an wê li her qadê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd bê meşandin û bi ser bikeve."

Komîteya Rêveber a PKK'ê di salvegera 25'an a komploya 9'ê Cotmehê de ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin daxuyaniyek weşand û hêzên tevlî komployê bûn hemû şermezar kir, çalakgerên di têkoşîna dijî komployê de şehîd bûn bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkoşîna sala 26'an wê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd li her derê bê meşandin û teqez bê biserxistin.

Daxuyaniya PKK'ê bi vî rengî ye:

"Em di salvegera 25'an a êrîşa komployê ya navneteweyî de ne ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji aliyê sîstema modernîteya kapîtalîst ve hate birêxistinkirin û bi armanca îmhayê li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate meşandin. Weke gel û tevger 25 sal in em li dijî êrîşa komployê têkoşîneke dîrokî ya hebûn û azadiyê dimeşînin. Têkoşîna me ya navborî ya azadiyê ku yek ji berxwedanên herî girîng û bi wate yên dîrokê ye dikeve sala 26'an.

FEDAIYÊN 'HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN' HATIN BÎRANÎN

Beriya her tiştî em lanetê li komployê tînin, vê berxwedana azadî û hebûnê ya pîroz ku çaryek sedsal e bi pêşengiya Rêberê me ji aliyê tevger, gel û dostên me ve tê meşandin, silav dikin. Hemû şehîdên leheng ên têkoşîna mezin a 25 salan ku li dijî sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê û komploya navneteweyî canê xwe feda kirin, di şexsê fedaiyên destpêkê yên berxwedana 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' hevrê Halît Oral û Aynûr Artan de bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Em dibêjin ku di sala 26'an de bi pîvanên fedakarî û wêrekiyê yên ku hevrê Sara û Rûken, Rojhat û Erdal diyar kirin em ê têkoşîna xwe ya têkbirina komployê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn bi xurtî bimeşînin û bi ser bixînin.

Weke ku tê zanîn, êrîşa komploya navneteweyî ku ji bo îmhakirina Rêber Apo hate kirin û têkoşîna li dijî vê yekê 25 salan li pey xwe dihêle. Êrîşa komployê û berxwedana li hemberî vê yekê mohra xwe li çaryeka destpêkê ya sedsala 21'ê xistin. Hêzên komploger xwestin ku di dawiya sedsala 20'î de li ser bingeha îmhakirina Rêber Apo bi tasfiyekirina PKK'ê re qirkirina Kurdan temam bikin û bi vî rengî sedsala 21'ê ji bo sîstema modernîteya kapîtalîst bikin serwerî, ji bo gelên bindest bi taybetî jî jinan bikin mîna dojehê. Lê belê bi berxwedana dîrokî ya 25 salan re komplo hate pûçkirin, bi paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêber Apo re sedsala 21'ê ji bo bindestan hemûyan bi taybetî jî ji bo jinan bû sedsala azadî û rizgariyê.

DIVÊ HÊZÊN KOMPLOGER NIRXANDINEKE NÛ BIKIN

Komploya 9'ê Cotmehê ku bi armanca îmhaya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin, ji aliyê DYE ku pêşengiyê ji sîstema modernîteya kapîtalîst re dike û Îngilistan û Îsraîlê ve hate plankirin û meşandin. Piştî ku plana îmhayê ya 9'ê Cotmehê hate têkbirin, planên nû hatina madekirin û êrîşa navborî li ser bingeha sîstema qirkirin, êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê çaryek sedsal e tê meşandin. Eşkere ye ku êrîşa li ser Rêber Apo êrîşa li dijî hebûn û îradeya Kurd ên azad e û bi armanca temamkirina qirkirina Kurdan e. Hêzên navborî û hemû hêzên tevlî êrîşa komployê bûne, çaryek sedsal e bûne hevparê êrîşa qirkirinê, neheqî û heqareteke giran li gelê Kurd dikin. Lê belê eşkere ye ku bi ser neketine, berevajî; hêzên ku êrîşa qirkirinê meşandine ketine rewşa sûcên li dijî mirovahiyê. Bi wesîleya salvegera 25'an em bang li DYE, Îngilistan, Îsraîl û hemû hêzên komploger dikin ku nirxandineke nû ya rewşê bikin, ji ber neheqî û heqareta ku li gelê Kurd kirine lêborînê bixwazin, xwe ji rûreşiya qirkirinê rizgar bikin.

HÊZÊN KOMPLOGER LI BIN KETIN

Eşkere ye ku êrîşa komploya navneteweyî êrîşeke siyaset û mejiyê qirkirin û mêtingeriyê ye ku sed sal in li ser gelê Kurd tê ferzkirin. Bi armanca îmhakirina Rêber Apo, tasfiyekirina PKK'ê û temamkirina qirkirina Kurdan hate kirin. Ji bo vê jî di 9'ê Cotmeha 1998'an de plana îmhakirina Rêber Apo hate amadekirin. Zêdeyî çar mehan li ser vê bingehê êrîş hatin kirin, ji ber ku bi ser neketin vê carê jî 15'ê Sibatê plana îdamê xistin dewrê. Piştî ku ji vê yekê jî nekarîn encamê bi dest bixin vê carê jî di sîstema qirkirin û êşkence, tecrîdê ya Îmraliyê de hewl dan ku polîtîkaya rizandinê li hemberî Rêber Apo bixin meriyetê. Ji ber ku ev plana bi destê Bulent Ecevît hate meşandin bi ser neket, vê carê jî Tayyîp Erdogan xistin dewrê û bi gotina 'Ummeta Îslamê' xwestin komployê bi ser bixînin. Di bin sîstema qirkirin, êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê de her demê planên îmhayê yên nû hatin amadekirin û hewl hate dayin ku êrîşa komployê ya navneteweyî bê biserxistin.

Lê belê ji bo hêzên komploger encam her tim binketin bû. Bi pêşengiya Rêber Apo weke gel û tevger, hêzên demokratîk û şoreşger di encama têkoşîna me ya mezin de planên êrîşê yên komploger hemû li bin ketin. Îmha û îdam hatin astengkirin, Rêber Apo têkoşîna Îmraliyê qezenç kir, derew û hîleyên Rêveberiya Tayyîp Erdogan hatin pûçkirin. Di nava têkoşîna mezin a çaryek sedsalê de ku em bi pêşengiya Berxwedana Îmraliyê ya dîrokî dimeşînin, hêzên me yên gerîla xwe nû kirin, jinûve ava kirin, di xeta fedaî de kirin hêzeke xweparastinê ya têk naçe. Tevgerên me yên jin û ciwanan rêxistiniya xwe bi pêş ve birin, tevgera me ya azadiyê xwe gihand hêza herî berfireh a girseyî. Şoreşa Azadiyê ya Rojava weke ronahiyeke hêviyê ji bo hemû bindestan hilat û berxwedana wê ya serketî ya li dijî DAÎŞ'ê, her wiha pêşketina li ser bingeha Şoreşa Azadiyê ya Jinê Jineolojiyê, kir ku têkoşîna me ya azadiyê li tevahiya cîhanê belav bibe û bibe hêzeke gerdûnî.

PARADÎGMAYA RÊBERTÎ GERDÛNÎ BÛ

Bêguman encama herî girîng a berxwedana mezin a 25 salan ku bi têkoşîna li dijî sîstema Îmraliyê derbas bû, Vejîna Rêbertî ya Sêyemîn bû. Rêber Apo bi vê şoreşa mejî ya mezin re guhertina paradîgmayê pêk anî. Di fikir û çalakiya sosyalîst de paradîgmaya desthilatdarîparêz û dewletparêziyê ji holê rakir, Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a ku xwe dispêre ekolojiyê û azadiya jinê afirand. Sîstema konfederalîzma demokratîk û neteweya demokratîk pênase kir. Di serî de pirsgirêka jin û Kurdan, ji bo hemû pirsgirêkên civakî yên ji ber sîstema dewlet û desthilatdariya bi serweriya mêr hatin afirandin, rêya çareseriyê nîşan da, xwe kir Rêberê Bindestan hemûyan.

Eşker eye ku 25 salên derbasbûyî ji bo Kurdan demeke dîrokî ya ji êş û berdêlên giran bû. Lê belê ti ji berdêlên hatin dayin û êşên hatin kişandin belasebep neçûn. Bi berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya Rêber Apo re civaka Kurd pêşketina herî mezin a hemû serdeman pêk anî. Li ser bingeha xeta azadiyê ya Apoyî zanebûn, rêxistinî û çalakiya Kurdan gihîşt asta herî bilind a dîrokê. Bi têkoşîna li dijî her cûre koletiyê li ser bingeha azadiya jinê xwe gihand jiyanaa zad û civaka azad. Her cûre serîtewandinê bi dawî kir, civak û kesayetên bi rûmet û xwedî îradeya azad hate afirandin. Li ser bingeha berxwedana gerîla û Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî asta pêşengiyê ya têkoşîna azadiyê ya Kurd hate afirandin.

KOMPLO TIRKIYE XIST NAVA FELAKETEKÊ

Bêguman êrîşa komployê ya navneteweyî ku li dijî Rêber Apo hate kirin, bi qasî Kurdan li dijî gelên Tirkiyeyê bû. Wan jî bi qasî Kurdan berdêlên giran dan, êşên giran kişandin. Em baş zanin ku armanca komplogeran ew bû ku dijminatiyeke bêdawî di navbera Kurd û Tirkan de biafirînin, Anatolî û Mezopotamyayê bişêlînin. Ji xwe rêveberên dewleta Tirk ên vê pêvajoyê hemû bi xiyaneta Kurd re hevkarî kirin û di asteke mezin de bûn parçeyek ji vê planê û bi cih anîn. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê derfetên Tirkiyeyê hemû di şerê taybet qirkeriyê yê li dijî gelê Kurd de bi kar anî û krîza aborî û siyasî gihand asta herî bilind. Di encama bêaramiya ji ber şerê meşandî de girîngiya stratejîk a Anatolî û Mezopotamyayê tune kir ku di navbera Ewropa û Asyayê de mîna pirekê bû. Tirkiye xist nava felaketeke rasteqîn. Bêguman vê yekê qezanceke madî da Tayyîp Erdogan û derdora wî, lê belê di serî de jin û ciwanên Tirkiyeyê gelan zerareke mezin jê dîtin.

Niha êrîşa komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê û têkoşîna li dijî komployê dikeve sala 26'an. Pêvajoya 25 salan li ser bingeha hin nûbûnan dewam dike. Tirkiye ji her alî ve di nava krîz û hilweşînê jî de be, Rêveberiya heyî ya Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cûmhûr bi gotina 'Her tişt ji bo welêt' li ser dewamkirina êrîşên pratîkî, siyaset û mejiyê dijminatiya li Kurdan israr dike. Li Îmraliyê tecrîda mutleq heye, ji jiyana Rêber Apo 21 meh in bi ti awayî agahî nayê wergirtin. Li Zap, Avaşîn û Metînayê li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi çekên kîmyewî û taktîk nukleer êrîş têne kirin. Li girtîgehan êşkence di asta herî bilind de ye û her roj cenaze ji girtîgehan têne derxistin. Li ser civakê zexta faşîst, teror û mêtîngerî di asta herî bilind de ye. Dema ku têkildarî kiryarên qirkirinê yên li Kurdistanê îtirazeke biçûk li Tirkiyeyê dibe yekser lînç tê kirin.

Bêguman li dijî êrîşên qirkirin û faşîzmê, bi pêşengiya tevgera me berxwedaneke topyekûn tê meşandin. Berxwedana Îmraliyê mîna her demê rêya rast û helwesta rast nîşanî her kesî dide. Di serî de li Zap, Avaşîn û Metînayê li her qadê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi lehengî li ber xwe didin û mîna ku di çalakiya Enqereyê ya 1'ê Cotmehê de hate dîtin şerê şoreşgerî digihêje metropolên Tirkiyeyê. Li zindanan berxwedaneke mezin heye. Bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî Şoreşa Azadiya Jinê ji çar parçeyên Kurdistanê belavî cîhanê dibe. Ev şoreş hem xeta azadiyê hem jî xeta têkoşînê ya sedsala 21'ê diyar dike. Ciwanên Kurd li ser xeta azadiyê ya Apoyî xwe perwerde û bi rêxistin dikin, têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her qadê bi pêş ve dibin. Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat gelê Kurd û dostên şoreşger û demokrat li ser piyan e; li dijî êşkence û tecrîda li Îmraliyê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd li her qadê bi kampanyayên mezin ên çalakiyan bilind dikin.

Bi vî rengî tê dîtin ku têkoşîna sala 26'an wê berfireh be, wê bi rêbazên afirîner ên nû têkoşîna sala 26'an bibe serdemeke diyarker a têkbirina komployê ya bi temamî. Di vê salê de armanca bingehîn a tevgear me, gelê me û dostên me hilweşandina sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Bêguman ev jî tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd. Wê demê têkoşîna sala 26'an wê li her qadê bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bê meşandin û teqez bê biserxistin.

Li ser vê bingehê em careke din komployê lanet dikin, Berxwedana Îmraliyê ya dîrokî silav dikin, şehîdên leheng ên berxwedana fedaî ya 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bi hurmet û minet bi bîr tînin, di serî de jin û ciwan em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk dikin ku têkoşîna me ya 'Azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd' li her qadê bi rêbazên dewlemend ên afirîner hîn xurt bikin û teqez bi ser bikevin."