PKK: Meşa PKK’ê ya 45 salan karwanek a şehîdan e

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyekê “Şehîdên Meha Mijdarê” bi bîr anî û ragihand; “Şehîdên me yên leheng karîn meha Mijdarê bikin meheke berxwedanê ya hêjayî rastiya PKK’ê.”

Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê de ku şehîdên meha Mijdarê bibîr tîne, hat gotin, “Îro berxwedana gerîla ya ku li tevahiya Kurdistanê dewam dike, bi temamî di bin fermandarî û li ser şopa şehîdan de ye.”

Tevahiya daxuyaniya ku di malpera fermî ya PKK’ê de hatiye weşandin wiha ye:

“Em weke Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û gelê Kurd di meha Mijdara nû ya partiya xwe de ne. Li her qadê 44. salvegera damezrandina PKK’ê ya fermî, ango derbasî 45’emîn saliya wê bûyîn tê pîrozkirin. Gelê me û dostên me di nava kelecana Cejna Partiyê ya nû, Cejna Vejîna Neteweyî de ne. Di sala 50’yemîn a Rêbertî û berxwedana lehengî ya gerîla ya li Zapê de ev cejn bi coş û têkoşîneke zêdetir tê pêşwazîkirin. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku sala 44’an a PKK’ê xurtir pîroz bikin û di sala 45’emîn de bi hêztir têbikoşin.

Wek tê zanîn partiya me PKK partiyeke Rêbertî û şehîdan e. Rêber Apo ji destpêkê heta niha di her kêlî û serketina meşa PKK’ê ya nîvsedsalî de cih girtiye. Meşa fermî ya PKK’ê ya 45 salan karwanekî şehîdan e ku bi yekemîn şehîdê me yê mezin hevrê Hakî Karer ve destpê kir. Vê têkoşîna azadiyê ya mezin her mehek ê salê kiriye meha şehîdan û her roja wê kiriye roja şehîdan. Meha Mijdarê ku meha partiya me ye, her roja wê jî wisa ye. Şehîdên me yên leheng karî ku meha Mijdarê bikin meheke berxwedanê ya hêjayî rastiya PKK’ê.

DI HER ROJEK A MIJDARÊ DE ŞEHÎDEK

Li ser vê bingehê di şexsê Fermandara me ya Botanê Delal Amed, Fermandarê me yê Zagrosê Reşît Serdar, Fermandarê me yê Amedê Harûn (Sureyya Ozbey), Fermandarê me yê Dêrsimê Yilmaz Dêrsim, pêşenga gelê me yê Rojava û jinan Şîlan Kobanê û hevrê û pêşengê gelê me yê Rojhilat Akîf (Xidir Xiringî) de em hemû şehîdên me yên meha Mijdarê bi hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wan bi ser bixin û bîranînên wan zindî bihêlin. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku xwedî li şehîdên mezin ên meha Mijdarê derkevin û di xeta wan de Pêngava me ya Sala 50. xurtir pêş bixin.

Dema em li paş xwe mêze dikin, çawa ku em dibînin ku di meha Mijdarê de her roj şehîdên me çêdibin, di her sala wê jî şehîd çêdibin. Me di 12’ê Mijdara 1979’an de yekemîn rêveberê demokratîk ê gelê me yê Êlihê Edîp Solmaz şehîd da. Me di Mijdara 1981’an de li Dêrsimê Kazim Aydin û hevalên wî şehîd dan. Di 24’ê Mijdara 1982’an de têkoşerê leheng ê Berxwedana Serdemê ya Sêweregê Rêber Şahîn û koma pê re dema ku ber bi Botanê diçûn li ser esasê vegera welat şehîd bûn. Hevrê Seyît Riza û Têkoşîn Dêrsim piştî komployê di Mijdara 2004’an de li Dêrsimê di dema meşa ber bi Bakur ve şehîd bûn. Şîlan Kobanê û koma pê re di 29’ê Mijdara 2004’an de li Mûsilê şehîd bûn. Hevrêyê me Akîf jî di 5’ê Mijdara 2006’an de li Qendîlê şehîd bû. Hevrê Kerîm Şirnex û Hakî Ûrfa di 3’ê Mijdara 2012’an de li Xakurkê şehîd bûn.

Hevrê Yilmaz Dêrsim di 10’ê Mijdara 2020’an de li Dêrsimê şehîd bû û dibe duyemîn salvegera şehadeta wî. Hevrê Yilmaz ku li Dêrsimê ji dayik bûye û bi dehan salan li çiyayên Dêrsimê bi qehremanî şer kir, dema şehîd bû endamê Komîteya Navendî ya partiya me û Fermandariya Qada HPG’ê ya Dêrsimê bû. Weke navê xwe bûye evîndar û şervanekî Dêrsimê yê bê tirs. Karî wesiyeta Pêşengê Dêrsimê Seyît Riza pêk bîne.

Hevrê Delal Amed ku bi Azê Malazgirt û komek hevrêyên xwe li Botanê şehîd bû, dema ku gihişt şehadetê endama Komîteya Rêveber a Partiya me û Fermandara Qada HPG’ê ya Botanê bû. Endama Konseya Fermandariyê û Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bû. Demeke dirêj Fermandara Giştî ya Artêşa Gerîlayên Jin YJA-Star’ê bû. Di şert û mercên dijwar ên sala 2017’an de dema li Botanê berxwedana gerîla pêşxist bi qehremanî şehîd bû.

Dehemîn salvegera şehadeta hevrê Reşît Serdar e ku di 18’ê Mijdara 2012’an de li Şemzînanê şehîd bû. Hevrê Reşît ku li Botanê ji dayik bûye û şer kir, dibe fermandarê pêşeng ê serdema nû ku hewl dida şêwaza gerîla ya serdema nû li Zagrosê pêş bixe. Dema şehîd bû endamê Fermandariya Biryargeha Navendî û Fermandarê Qada Zagrosê bû. Di şert û mercên dijwar ên sala 2012’an de li qada Zagrosê karîbû şêwaza gerîlatiya serdema nû pêş bixe.

Hevrê Harûn ê di 17’ê Mijdara 1997’an de li ser sînorê Garzan-Amedê şehîd bû, li dijî komployê ku pêvajo ber bi wê ve diçû, li qada Amedê berpirsyarê rêxistinkirina gerîla bû. Demeke dirêj li herêmên Amed û Zagrosê fermandariya gerîlayan kir. Ji aliyê Rêber Apo ve weke “milîtanê ku li ser xeta Egîd bi pêş ve diçe” hatibû pênasekirin û ji bo Fermandariya Qada Amedê hatibû wezîfedarkirin.

Di 12’ê Mijdara 2019’an de di çapemeniyê de hat ragihandin ku 3 fermandarên YJA-Starê Peyman Bagok, Agirî Gabar û Çawrê Cîlo şehîd bûn. Bi vê minasebetê em heval Peyman Bagok ku ji destpêkê ve di avakirina artêşa jin a gerîla de di refên herî pêş de cih girt û erka Konseya Fermandariyê û Meclîsa PAJK’ê girt ser xwe, hevrê Agirî Gabar û Çawrê Cîlo ku hemû jiyanên xwe yên ciwantiyê fedayê têkoşîna azadiyê kirin, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin, em diyar dikin ku ew ê her tim di têkoşîna me ya azadiyê de bijîn.

MEHA MIJDARÊ KIRIN MEHA PARTIYÊ

Di meha Mijdarê de bi dehan û bi sedan şehîdên me yên leheng ên mîna van hene. Di esasê de ne tenê kongreya damezrîner, di heman demê de van şehîdên leheng jî meha Mijdarê kirin meha partiyê. Meha Mijdar kirin mehekî layiqî berxwedêriya PKK’ê. Bê guman hemû şehadet watedar in û hemû şehîdên me leheng in. Lê bûyîna şehîdê meha partiyê helbet hilgirtina vê wate û girîngiyê di asta lûtkeyê de ye. PKK tê wateya jiyan û têkoşîneke li gorî rastiyê. Di nava xwe de bilind ragirtina ala partiyê û bi temamî pêkanîna xeta berxwedanê dihewîne.

Bê guman ji bo pêkanîna Rêbertiyê herî zêde keda şehîdên me yên leheng heye. Şehîdên me piştgiriya herî mezin dane Rêber Apo. PKK rêxistinbûn û çalakiya bîranîna şehîdê me yê yekemîn Hakî Karer e. PKK û PAJK partiya şehîdan e û pêşengiya partiyê jî weke di bin fermana şehîdan de ye teşe girtiye. Şehîdên me bi navê azadiyê afirînerên her tiştî ne; her dem û li her derê çavkaniya hêza me ya herî mezin in. Me di xeta Apoyî de û di şopa şehîdên xwe yên leheng de şer kir û bi ser ketin û em ê ji niha û pê ve jî li ser vê bingehê şer bikin û bi ser bikevin.

BERXWEDANA GERÎLA BI TEMAMÎ DI BIN FERMANDARIYA ŞEHÎDAN DE YE

Berxwedana gerîla ya ku li tevahiya Kurdistanê bi taybet li Zap, Avaşîn û Metîna berdewam dike, îro bi tevahî di bin fermandariya şehîdan de ye û di şopa şehîdan de ye. Berxwedana zindanê ya mezin a serketî li ser şopa şehîdên me yên leheng dewam dike. Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat gelê me û dostên me bi hêza ku ji şehîdên me yên leheng distînin têkoşîna azadiyê didin. Berxwedana me ya çiya, zindan û gel a li dijî qirkirina faşîst a AKP-MHP’ê ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berdewam dike, di xeta şehîdan de pêş dikeve û di vê Mijdarê de bi dayîna şehîdên nû pêş dikeve. Bi vê minasebetê em hemû berxwedanên navborî silav dikin û şehîdên leheng bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Fermandar û şervanên HPG û YJA-Starê ku 7 meh in bi taybetî li Zap, Avaşîn û Metîna li dijî çekên kîmyewî û yên nukleer ên taktîkî bi qehremanî li ber xwe didin, bi bilindkirina ruh û hişmendiya Apoyî destanên lehengiyê yên herî mezin û watedar di dîrokê de dinivîsin. Bi mehane di şert û mercên herî dijwar de li ber xwe didin, dema pêwîst be şehîd jî didin, lê rê nadin dagirkeriya faşîst a AKP-MHP’ê û xiyaneta PDK’ê. Bi hembêzkirina çiyayên Kurdistanê re hewl didin hebûn û azadiya Kurdan mayînde bikin û rûmeta mirovahiyê bilind bikin.

LI DORA BERXWEDANA GERÎLA BIBIN YEK

Li ser vê bingehê em gerîlayên HPG û YJA-Starê yên ku li Zap, Avaşîn û Metîna li dijî her cure çekên kîmyewî û bombeyên nukleer ên taktîkî bi qehremanî li ber xwe didin, silav dikin û pîroz dikin. Em şehîdên leheng ên ku di lûtkeyê de ruhê fedayî yê PKK’ê zindî kirin, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokrat dikin ku li dora berxwedana gerîla bibin yek û têkoşîna li dijî çekên kîmyewî û yên nukleer ên taktîkî hîn mezintir bikin. Li dijî vê hovîtiya ku sûcê mirovahiyê ye, em bang li hemû dewlet û saziyên demokrasiyê yên hestiyar dikin ku xwedî li qanûnên xwe derkevin û li beramber Kurdan jî bi cih bînin.”