‘’PKK ji bo Kurdistanê û Rojhilata Navîn wê bi rista xwe ya dîrokî rabe’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê salvegera 39’an a damezirîna PKK’ê pîroz kir. KCK’ê di daxuyaniya xwe de derbarê Sala Têkoşînê ya 40’î ya PKK’ê peyamên girîng dan.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê salvegera damezirîna PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî da û got PKK ji bo gelê Kurd bûyineke nû ye û mîladek e. Di daxuyaniyê de hate gotin di sala 40’î de li nirxên 39 salan hatî avakirin zêde bike

Deqa giştî ya Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

Em sala 39’an a damezirîna PKK’ê ku gelê Kurd ji gorê rakir û xiste rêya azadiyê pîroz dikin, em dikevin sala têkoşînê ya 40’î. Em hemû şehîdên xwe yên ku gelê me rakirina ser piyan, afirandin û îro anî rewşa ku bibe pêşengê jiyana azad û demokratîk a gelên Rojhilata Navîn bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em Rêber Apo yê ku bû sedem ev têkoşîn di xeta serfiraziyê de bi rê ve biçe bi hurmet bi bîr tînin.

GELÊ KURD LI PKK’Ê XWEDÎ DERKETIYE

Rêber Apo ku ji konaxa komê ve ev 45 sal in ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê re Rêbertiyê dike, di rewşeke wiha de ku weke ku bi derziyê bîrê bikole têdikoşî gotiye, ‘’Ji partiyê wêdetir ti hêza min tine’. Bi vê, bal kişandiye ser wê ku hemû geşedan bi pêşengiya partiyê û bi hêzê pêk hatiye. Gelê Kurd ê ku ev rastî bi rengekî herî rast dîtî gotiye, ‘’PKK gel e, gel li vir e’ li PKK’ê ya ku Kurd anîne heyinê xwedî derketiye.

PKK NEPEJIRANDINA JIYANA BÊRÛMET E

PKK ji bo gelê Kurd bûyina nû û mîlad e. PKK nepejirandina jiyana bêrûmetî, têkoşîna di ber jiyaneke azad û rûmetdar de, li Kurdistanê kiriye nirxê herî sereke. Ji bo vê jî bi rengê  wê partiya ku bi deh hezaran şehîdên wê, bi deh hezaran gaziyê wê û bi sed hezaran girtiyên wê hene û têkneçûyî çarenûsa gelê me û gelan guherandiye. Bêqidoşiya li ser gelê me û gelên me bi PKK’ê re hatiye hêrifandin, hêviya dahatuya azad bûye hêza jiyanê ya gelê me.

PKK WÊ BI RISTA XWE YA DÎROKÎ RABE

Heke îro gelê Kurd bûbe xwedan wê rastiya ku ji bo azadiya xwe têdikoşe, heke di nav hemû gelên dinayê de jê re hurmetek tê nîşandan, ev bi têkoşîna efsaneyî ya PKK’ê ye. PKK bi têkoşîna ku pêşengiya wê kirî, her roj gelê Kurd li ser qurmên wê ji nû ve vejandiye, nirxên nû li Kurdan zêde kiriye û kiriye ku tim li xwe zêde bike. Bi pêşengiya PKK’ê gelê Kurd ji bo ku şoreşa netewî, demokratîk, sosyal, şoreşa azadiya jinê, şoreşa çandê pêk aniye, bûye hêzeke şoreşger a têkneçûyî. Gelê Kurd bi şoreşên pêkhatî îro li Kurdistanê, li hemû parçeyan têkoşîna azadiyê dide. Li her parçeyê Kurdistanê, di rêya demokrasî û azadiyê de bi bidestveanîna serkeftinên mezin gelên Rojhilata Navîn kiriye pêşengê şoreşa demokratîk. Ev hemû bi PKK’ê ya bi rêbertiya Rêberê Gelê Kurd e.

DI SALA 40’Î DE WÊ NIRXÊN NÛ WERIN AVAKIRIN

PKK  bi têkoşîna xwe ya bi dehan salan, bi rastiya gel a ku afirandî, bi tevgerên jinên azad û ciwan, bi rastiya gerîla ya têkneçûyî bi teqezî wê nirxên nû di sala 40’î de li nirxên 39 salan hatî avakirin zêde bike, ji bo azadkirina Kurdistanê û demokratîkkirina Rojhilata Navîn bi rista xwe ya dîrokî rabe.

Em pê bawer dikin ku têkoşîna Sala 40’î jî ya bi armanca Rebertiya Azad, Kurdistana azad, Rojhilata Navîn a demokratîk, jiyana demokratîk a komunal wê bi serkeftinên mezin derbas bibe, em sonda xwe careke dî dixwin ku em ê di rêça şehîdan de bimeşin û van armancan pêk bînin.