PKK: Hesabpirsîna dîrokî destpê kiriye

Komîteya Rêveber a PKK'ê ji ber salvegera 10'emîn a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da û got, "Darizandin û hesabpirsîna dîrokî destpê kiriye. Di encamê de jî wê serketin misoger bibe."

Komîteya Rêveber a PKK'ê daxuyaniyek weşand, şehîdên komkujiyên Parîsê yên yekemîn û duyemîn bi bîr anî û bang kir ku herdu komkujiyên Parîsê bi her awayî bêne eşkerekirin û hesab ji kujeran bê pirsîn.

Daxuyaniya PKK'ê wiha ye:

"Em Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd, di salvegera 10'emîn a Komkujiya Parîsê ya Yekemîn de ne ku 9'ê Çileya 2013'an pêk hat. Di salvegera 10'emîn a şehadeta wan de hersê jinên kurd ên şoreşger, hersê şervanên azadiyê hevrê Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe ya ji bo bicihanîna armancên wan û xwedîderketina li bîranînên wan di sala 11'emîn de hîn bi xurtî dubare dikin.

Tevî ku 10 sal di ser re derbas bûne jî dewlet û rêveberiya Fransayê sûcdarên rastî hîn mehkeme nekiriye, hesab ji kujeran nepirsî ye. Bi navê edaleta mirovahiyê em vê yekê şermezar dikin. Ji ber vê yekê piştî deh salan komkujiyek bi heman rengî hate kirin, careke din sê şoreşger û welatparêzên Kurd li Parîsê hatin qetilkirin. Em bang li hiqûqa Fransayê dikin ku van herdu komkujiyên Parîsê yên di nava 10 salan de ji aliyê heman hêzan ve hatine kirin bi her awayî eşkere bike û hesab ji kujeran bipirse.

Em bang li rewşenbîr, nivîskar, hunermend, sosyalîst, hêzên demokratîk, karker, kedkar, jin û ciwanên Parîsê û tevahiya Fransayê dikin ku bi têrkerî bi ser van herdu komkujiyên li Parîsê yên li dijî Kurdan hatine kirin biçin, hîn bi xurtî piştgiriya têkoşîna azadiyê û gelê Kurd bikin, ji bo ronîkirin û darizandina sûcdarên komkujiyan bi hêzeke mezin bixebitin. Bila ev bê kirin ku jin û mêr ên Kurd li Fransayê neyên qetilkirin, ku wan jin û mêr ên Kurd li dijî çetetiya DAÎŞ'ê ya ku li Parîsê xwîn rijandin li refên herî pêş şer kirin û DAÎŞ têk birin. Bila ev bê kirin ku bajarê komunê Parîs nebe ew bajar ku şervanên azadiyê yên Kurd lê têne qetilkirin! Bila li Parîsê ku pêşengê jiyana komunal e, komunalvanên Kurd neyên qetilkirin!

ŞOREŞA AZADIYÊ YA KURD LI TEVAHIYA CÎHANÊ BELAV BÛ

Di nava 10 salên derbasbûyî de gelê Kurd û dostên Kurdan bi taybetî jî jinên Kurd qet nesekinîn, xwedî li Şehîdên Parîsê yên 9'ê Çileyê derketin, ji bo ronîkirina komkujiyê û darizandina kujeran bi hemû hêza xwe kar kirin. Hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî ji xwe re kirin al, ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û Şoreşa Azadiyê ya Jinê li tevahiya cîhanê belav bibe gelekî hewl dan. Niha di salvegera 10'emîn a komkujiyê de encamên vê hewldana dîrokî şênber bûye. Bi hewldanan jinan, Kurdan û hêzên demokratîk komkujiya 9'ê Çileya 2013'an hate ronîkirin, kujer hatin teşhîrkirin û hesab hate xwestin. Tevî hewldanên astengkirin û îmhayê yên dewleta Tirk a qirker û dijminê Kurdan û rêveberiya AKP'ê ya faşîst, bi têkoşîna ku ji bo bîranîna hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî hate meşandin, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û şoreşa azadiyê ya jinê hîn bêhtir bi pêş ve hate birin û li tevahiya cîhanê hate belavkirin. Bi vî rengî hêviya kujeran hate şikestin û hesabê wan hate têkbirin. Bi têkoşîna li dijî komkujiyê re hişmendî û rêxistiniya azadiyê ya Kurdan û jinan xurtir bû û bi pêş ket. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ya Rêber Abdullah Ocalan, bi dirûşma bingehîn a şoreşên sedsala 21'ê.

DIVÊ RÊ JI PLANÊN FAŞÎZMÊ YÊN AKP-MHP'Ê RE NEYÊ DAYIN

Rêveberiya faşîst-qirker a AKP-MHP'ê, ku nekarî xwe li vê pêşketina dîrokî rabigire, li hemberî Berxwedana Îmraliyê ya Rêber Apo her tim têk çû, li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap, Avaşîn û Metînayê ji hev ket, ji aliyekî ve li nava sînorên Komara Tirkiyeyê terora faşîst û zilm zêde kir û hewl da ya ku DAÎŞ'ê nekarî li Rojava û Şengalê pêk bîne bi ser bixîne, li aliyê din jî hewl dide terorê li derve, li cîhanê belav bike û her kesî bike hevkarê qirkirina Kurdan. Komkujiya Parîsê ya 2'yemîn ku 23'ê Kanûna 2022'an hate kirin, li ser vê bingehê pêk hat. Di vê komkujiyê de jî 3 şoreşger û welatparêzên Kurd bi êrîşa plankirî û rêxistinî ya faşîzma AKP-MHP'ê hatin qetilkirin. Dewlet û civaka Fransayê rû bi rû man ku ji bo Kurdan û mirovahiyê pîvanên demokrasiyê bi cih bînin. Rêveberiya AKP-MHP'ê ya faşîst hewl dide terorê li cîhanê belav bike, bi vî rengî li Tirkiyeyê di hilbijartinê de bi ser bikeve û temenê desthilatdariya xwe dirêj bike. Her kesên ku ji xwe re dibêje 'ez demokrat im' divê vê rastiyê bibînin û rê nedin van planên faşîzma AKP-MHP'ê.

EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BI SER BIXÎNIN

Em careke din şehîdên Komkujiya Parîsê ya 2'yemîn Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin. Ji bo bîranîna hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî çawa ku di nava 10 salên derbasbûyî de me têkoşîna xwe ya azadiya jinê û gelê Kurd li tevahiya cîhanê belav kir û pêşketinên dîrokî afirand, ji bo bîranîna hevrê Evîn, Mîr û Abdûrrahman jî em ê di salên bê de hem têkoşîna xwe ya azadiyê bi ser bixînin hem jî li nava jinan û gelên bindest belav bikin. Têkoşîna li dijî komkujiyên Parîsê wê me bike tevgereke demokrasî û azadiyê ya cîhanê. Şehîdên me yên Parîsê wê bibe ala pêşketina şoreşa modernîteya demokratîk û belavbûna xeta azadiyê ya Apoyî li tevahiya cîhanê.

DARIZANDIN Û HESABPIRSÎNA DÎROKÎ DESTPÊ KIRIYE

Fikir û şoreşa azadiya jinê wê li ser vê bingehê li cîhanê bê belavkirin û sedsala 21'ê bibe sedsala azadiya jinê. Bala xwe bidinê, siyaset û mejiyê bi serweriya mêr di 9'ê Çileya 2013'an de bi taybetî êrîşî pêşenga têkoşîna azadiyê ya jinê hevrê Sara kir. Êrîşa 23'ê Kanûna 2022'an jî li hemberî ji pêşengên têkoşîna azadiya jinê hevrê Evîn hate kirin. Eşkere tê dîtin ku sîstema dewlet û desthilatdariyê ya ku xwe dispêre mejî û siyaseta bi serweriya mêr, herî zêde ji jinê, ji têkoşîna azadiya jinê, ji hişmendî û şoreşa azadiya jinê ditirse. Ji ber vê yekê jî bi zanebûn û plankirî êrîşî şoreşgerên pêşeng ên jinê dike û wan qetil dike. Lê belê tirs bi kêrî mirinê nayê. Çi dike bila bike dawiya vê siyaset û mejiyê bi serweriya mê wê ji aliyê şoreşa azadiyê ya jinê ve bê diyarkirin. Li ser vê bingehê darizandin û hesabpirsîna dîrokî destpê kiriye, dawiya vê jî wê serketinê bi xwe re bîne.

DIVÊ TÊKOŞÎN LI HER QADÊ BÊ MEZINKIRIN

Li ser vê bingehê di salvegera 10'emîn a Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an de em şehîdên xwe yên komkujiya Parîsê Sara, Rojbîn, Ronahî, Evîn, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil careke din bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û soza ji bo serxistina armancên wan dubare dikin. Em berxwedana dîrokî ya Îmrali û Zapê silav dikin, hêzên xwe yên gerîla yên leheng ji ber serketina dîrokî pîroz dikin. Em bexwedana gelê xwe ya li çar parçeyên Kurdistane û derveyî welat silav dikin, bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku hîn bêhtir li ser xeta Rêbertî û li dora berxwedana me ya gerîlayên leheng bicivin, li dijî sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê li her qadê hîn bêhtir mezin bikin."