'PKK fikr û bîrdoziya hemû gelên Rojhilata Navîn e'

"Wê tekoşîna PKK’ê ya 40 salan bibe têkoşîna serketinê ya ku bi fikr û felsefeya Rêber APO tê meşandin û wê serketinê ji bo hemû gelan bîne yên ku ji bo azadî û mafê xwe têdikoşin."

Dayika Necah Gilo ya ku wê temenê xwe di nava têkoşîn û şoreşê de derbas kiriye û rastî gelek zor û zehmetiyên rejîmê hatiye, nêrînên xwe wiha jî ANF’ê re anîn ziman:

‘NASKIRINA ME YA PKK’Ê BI FIKRÊN RÊBERTÎ ÇÊBÛ’

"Beriya Rêber Apo derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, her kesî digot em Kurd in, lê Kurdbûna wan bi awayê ku hinekan digotin em Kurd in, hinekan jî digot em Şîî ne. Di nava van de jî Yemenî û Yarsiyî jî hebû, ji ber ku em gelan ji beriya Rêber APO û ji beriya şoreşê li Rojavayê Kurdistanê pir li pêş bû, di wê demê de rola jinê zêde tune bû. Ez dikarim bibêjim dema ku li Rojava gelên Şîî li malan digeriyan û çend kes kom dikirin û bi çi armancê kom dibûn ne diyar bû, di wê demê de jî me pir ji Barzaniyan hez dikir û me digot em Barzanî ne. Di sala 79-80’î de dema ku Partiya Karkerên Kurdistan derbasî Rojava bûyî, bi navê telebe yanî xwendevan hatin gel me, yanî naskirina malbatê jî, ji sala 1980’î û şûnde dest pê kir. Ev tevgera PKK’ê bi navê telebe û tevgera Apociyan dihatin naskirin û belav bû. Dema ku dihatin cem hev û diaxivîn qala Kurdistanê û fikirên Rêbertî dikirin, carekê em di kolanê de derbas dibûn hevalan banî me kir û gotin ka werin hûn jî xwe bidin nasîn û hûn jî xwe nas bikin. Em çûn gel wan, me xwe bi wan da naskirin û wan jî xwe bi me da naskirin û ji me re diaxivîn, qala fikrên Rêbertî dikirin û qala PKK’ê dikirin, digotin Rêbertî ji bo Kurd û Kurdistanê têdikoşe. Dema ku wisa qal dikirin ji xwe me fam nedikir ka ev yek çi ye û li ku derê ye, ev kes çi dikin û ji bo çi dikin, me fam nedikir.

RÊXISTINKIRINA PKK’Ê LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BI AWAYEKÎ BI LEZ PÊŞ KET

Ji ber ku di destpêkê de, rêxistin kirin di Rojava de di asteke kêm de bû. Hêdî hêdî hevalan dest bi rêxistinê kir û destpêkê ji malbata me û pişt re jî çend malbatên din kom kirin û dest bi civînan kirin. Dema ku di civînan de dest bi nîqaşan dikirin, wisa fikirek nû, baweriyek nû di nava gel de nû bi nû pêş diket û baweriya me hêdî hêdî çêbû. Dema ku nîqaş dikirin jî qal dikirin ku Kurd di nav civakek feodal de dijî, zilam jî wisa xwe kiriye serdestê vê yekê, em dixwazin vê civaka Kurd ji bin bandora vê yekê derbixin, ji ber vê yekê me dest bi rêxistin û tekoşînê kiriye. Di sala 1985’an de cara yekê hevalek jin ya bi navê heval Leyla bû hat gel me, di wê demê de nasek me li gel me rûniştibû ez jî wisa rûniştî bûm, dema ew hevala jin hatî gel me zarokek me ji nû ve ji dayîk bibû, me navê wî kiribû Mazlûm wisa ew hevala jin dema axivî despêkê got ev çi ye hûn çima di vê rewşê de ne, me jî got wile zarokek me ji nû ve ji dayîk bûye. Ji me re got navê wî çiye, me got navê wî Mazlûme , ji me re got çima we navê wî Mazlûm daniye. Ji me re got navê wî navek kevn e yan we ji nû ve lêkiriye û got çima we navê wî kiriye Mazlûm, me got na ji ber ku Mazlûm Dogan di zindanê de li ber xwe daye û gihiştiye şahadetê ji ber wê yekê me navê wî kiriye Mazlûm. Piştî ku me nîqaşa navê Mazlûm qedand, wisa wê hevala jin dest bi nîqaşên li ser jinê û civakê kir û got jin di nava civakê û malbatê de hatiye kolekirin, divê ku em ji bo vê yekê têbikoşin ku em jinê ji vê yekê xelas bikin. Ez jî di wê demê de di temenekî biçûk de zewicî bûm, wê demê edetek me hebû divê ku tu ji kurmamê xwe re bûya, wisa ev yek di nava me de pêş ketibû, wê demê jî min tiştek fam nedikir û ez di temenê xwe yê biçûk de zewicîm. Wisa li ser jinê nîqaşên berfireh kirin, got ku jin jî xwedî maf e û jin jî têkoşereke vê civakê ye, divê ew jî li ber xwe bide û têkoşînê bide meşandin. Min jî wisa ji wî nasê xwe re got, ev keça ku wisa ji malbata xwe qut bûyî û hatî gel me û em wêya nas nakin qey malbata wê tu ye, çima wisa bi tenê digere û hatî wisa li gel me nîqaş dike. Nasê me ji got, ‘Tu hîna vana nas nakî, ev rêxistinek ku bi navê PKK’ê tê nasîn.’ Bi rastî wisa li zora min çû dema ku min dît wisa tena serê xwe ew heval jin digeriya û ji malbata xwe qut bûyî, bi rastî me wê demê fam nedikir piştî ku hêdî hêdî rêxistin di nava me de çêbûyî, me ev tiştan ji nû ve famkirin û me ev fikr nas kir û me jî li gel wan dest bi kar û xebatan kir. Dema ku me ev fikir nas kir, me êdî zanî ku PKK û Serok APO ji bo civaka Kurd ya azad kar û xebatan dide meşandin. Me zanî ku ger ku azadiyek me Kurdan çêbibe wê bi destê Rêber APO û PKK’ê be. Ji ber vê yekê wiha di sala 1980 û şûnde naskirina me bi PKK’ê re çêbû. 

ME PKK BI FIKRÊN RÊBERTÎ Û TEKOŞÎNA WÊ NAS KIR

Di despêkê de yê ku ji malbata me tevlî şoreşê bû Mistefa Gilo bû, ji ber ku di malbatê de yê herî mezin ew bû. Yên din hemû hîn di temenê biçûk de bûn. Piştî ku tevlî şoreşê bû li Rojava kar û xebat didan meşandin û li gel wî pirsgirêkek derket û hîna jî em nizanin ev pirsgirêk çi ye, dema ku ev pirsgirêk li gel derketî heval Mistefa ket zindanê, yanî ket zindana hevalan piştî ku ji zindanê derket got ez nema kar dikim, li vir ez ê tevlî rêxistina PKK’ê bibim û biçim çiya. Wê demê me got yê yekem ji malbatê derketî heval Mistefa bû ku tevlî vê şoreşa PKK’ê bûyî, navê xwe yê malbatê jî Nûredîn Gilo bû. Heval Mistefa di sala 1979’yan de dema ku tevlî bû û di sala 1986’an de bi gruba yekem re çû kampa Lubnanê, qada Rêbertî, dema ku çû kampa Rêbertî me nezanî ew çû çiya yan jî çû cihek din. Piştî ku perwerdehiya xwe qedand û dîsa vegeriya Rojava, 4 salan li Rojava kar û li hemû cihan dest bi kar kir. Cara yekem dema ku hat gel me û hêdî hêdî dîrok û fikrên rêxistinê ji me re vekir û ji me re şîrove kir. Dema ku ji ber dest bi şîroveyê kir, ji me re digot dijminan Kurdistan kiriye çar parçe divê ku em van çar parçeyan bikin yek ji bo vê jî divê em bi awayekî rêxistinkirî kar û xebatan bidin meşandin û têbikoşin. Dema ku heval Mistefa derbasî welat bûyî di sala 1986’an de derbasî çiya bû.

Di wê demê de min qet nedizanî xwendin û nivîsandinê, min jî ji malbatê re got heya ku ez xwe di xwendin û nivîsandinê de pêş nexim, ez nikarim vî barî rakim. Piştî wê hevalan li kolana me di malekê de perwerdhiyaa zimanê Kurdî vekirin û dan despêkirin, min jî xwest ez vê perwerdehiyê bibînim û xwe pêş bixim. Ji ber ku min jî dixwest ez di nava vê rêxistinê de kar bikim, min xwe di xwendin û nivîsandinê de pêş xist. Piştî wê hevalan ji me re wisa çend mal hilbijartin gotin hûnê ji van malan perwerde bikin, wê demê mijarên ku ji me re hilbijartin jî mijara jinê bû. Ka wê jin çewan di nava civakê de xwe rêxistin bike û dest bi têkoşînê bike. Piştî wê ez wek gelê Qamişlo bêjim ev fikir qebûl kir û dest bi kar û xebatan kirin. 

Piştî wê ji salên 90-2000’î hêdî hêdî heval derketin û rêxistin hîn xurttir bû. Piştî ku rêxistin hêdî hêdî xurt bû, ji malbata me yên tevlî rêxistinê bûn hêjmara wan zêde bû. Destpêkê heval Mistefa çû, piştî wê birayê Mistefa çû, piştî wê jî xuşka min tevlî vê şoreşê bû. Bi rastî li ser girêdanê dimîne, Rêbertî carna digot 40 milyon Kurd heye, mafê wî çûye, êdî perçe bûye, êdî xwe winda kiriye, ji ber ku di wê demê de dewleta Tirk digot me Kurd xistin di nava bîrek kûr û me derî li ser girtiye, êdî Kurd neman û me Kurd qedandin. Piştî ew qas şoreş û serhildanan êdî baweriya Kurdan jî nemabû. Piştî ew qas gotinan jî dema ku fikrên Rêbertî derketin û dema ku me pirtûkên wî dixwendin, wisa li me dihat ku tîrêjên ronahiyê di nava dilê me de ji nû ve şîn dibûn. Ji bo wê jî bi rastî tevlîbûna vê şoreşê di Rojavayê Kurdistanê de her ku çû zêde bû û rêxistin hîn xurtir bû û bi pêş ket.

DÎTINA RÊBERTÎ JI BO ME BÛ HÊVIYEKE PIR MEZIN

Piştî vê yekê li her qadê fikrandinên me çêbûn û me li her cihî dest bi kar û xebatan kir. Di sala 1990’an de çend heval hatin gel me û gotin Rêbertî em şandin gel çend malbatan ji bo ku em wan bibin cem Rêbertî, wê demê min jî xwest ez biçim û ez bi awayekî malbatî çûm, min zarokên xwe yê bi navê EgÎt li malê hişt û min Mazlûm bi xwe re bir û em çûn. Dema ku em çûn qada Rêbertî me ji xwe re digot gelo Rêbertî çewan e, fikrek çewan e, me pir dixwest em wî bibinin. Dema ku em çûn Lubnanê qada Rêbertî û dema ku Rêbertî hat pêşberî gel, ne tenê yek û dudu gel kom bibûn, bi hezaran mirov li qada Rêbertî kom bibû. Wê demê hevalek ji Qamişlo ji Rêbertî re wiha got, tu dernekevî, ji ber ku pir zêde gel kom bûye. Rêbertî jî wiha jê re got, madem ew qas gel ji bo min kom bûye, ez jî wê kefa rihê xwe bikim di nava destê xwe de û derkevim pêşberî vî gelî, ez ê jî bi dilekî germ wan pêşwazî bikim. Ji ber ku wan jî qesta min kiriye û ji bo min hatin vir, ez jî wê ji bo wan derkevim. Dema ku Rêbertî derket pêşberî gel, hemû wisa rabûn ser lingan û li çepikan xistin. Wê demê dema ku Rêbertî dest bi axaftinê kir, ji me re 4 saetan axivî û qala tekoşîna ku wê li Kurdistanê bê dayîn kir. Piştî ku Rêbertî axaftina xwe qedand û em derketin li derve, kon ji bo gel danîbûn û em kirin kom bi kom û em li wan konan bi cih kirin. Her carê Rêbertî serdana konekî dikir û ji me re diaxivî. 

Xwesteka min ew bû ku ez Rêbertî ji nêz ve bibînim. Di wê demê de hinek tişt hebûn di nava rêxistinê de, yek ji van tiştan jî ew bû ku ji me re gotin yê ku destpêkê Rêbertî ji nêz ve bibîne, wê malbatên şehîdan bin. Min jî, ji wan re got em jî malbatên şoreşgeran in lê hîna şehîdên me çênebûne. Gotin temam baş e. Dema ku bû sihar hevalan wisa jin tevahî li cihekî kom kirin, heya ku Rêbertî hat em li wir man. Dema ku me dît Rêbertî hat jinan wisa hemûyan bi hev re li çepikan xistin û bi dengekî bilind slogan qîrkirin. Dema ku slogan qîrkirin, hinekan xwe li erdê xist ku biçin Rêbertî hembêz bikin, Rêbertî ji wan re got ka bisekinin guhdar bikin, dema ku wisa jî got her dewam kirin, tê bîra min Rêbertî kevirek xist destê xwe de û ji wan re got ger hûn nesekinin ez ê vî kevirî li we bidim. Dema ku Rêbertî wisa gotî em hemû wisa di cihê xwe de rawestiyan. Dema ku em rawestiyan hemûyan xwest Rêbertî ji nêz ve bibînin, wek ku çewan kesek biçe cem şêxekî ku ev çend salin nedîtî. Wisa li me hatibû, dema ku em hemû rawestiyan û bê dengî ket nav me, îcar Rêbertî dest bi axaftinê kir. Qala welatê me Kurdistan yê ku ji aliyê dijminan ve hatî çar parçekirin kir, ji me re got welatê me Kurdistan ji aliyê dijminan ve kirin çar parçe û ev parçe jî di nava xwe de bûne hezar parçe, ji bo ku em van hemûyan bikin yek divê di destpêkê de em xwe rêxistin bikin û dest bi têkoşîneke berfireh bikin.    

Rêbertî ne tenê ji bo gelê Kurd kar û xebat didan meşandin, ji bo hemû gelên Kurd, Ereb, Ecem, Suryanî û hwd. kar û xebat didan meşandin. Ji ber ku her tim di nava têkoşînê de bû, Rêber APO hezkirina xwe di dilê her kesî de dabû rûniştandin, her kesî jê hez dikir û her kes bi awayekî ku wê têkoşîneke mezin bide meşandin û hemû gelên bindest ji bin zordestiyê rizgar bike, bi Rêbertî re hatibû girêdan. Yanî bi fikr û felsefa wî ve xwe dabûn girêdan. 

BÎRANÎNEKE MIN A BI RÊBERTÎ RE

Neçah Gilo herî dawî behsa bîranînek ya xwe dema ku çûyî cem Rêbertî kir û wiha got, “Dema ku ez di sala 1990’an de çûm qada Rêbertî ya Lubnanê, Rêbertî wisa em jin wisa kom kirin ji me re civînek çêkir û yek bi yek em vedixwandin cem xwe û pirs ji me dikirin. Dema ku navê min anî û ez çûm cem Rêbertî ez pir heyacan ketim. Ji ber ku min pir hez dikir wî ji nêz ve bibînim, ez çûm cem destpêkê xêr hatin kir û ji min re got, tu ji ku yî min got ez ji Qamişlo me. Min di wê demê de lawikê xwe Mazlum jî bi xwe re biribû. Rêbertî ji min pirsî got ew zarok dibe çiyê te, min jî got Serokê min ew lawikê min e û navê wî Mazlûme. Rêbertî ji min pirsî got tu zewiciyî, min got erê rast e Serokê min. Wisa serê xwe hejand û got temam, ji min re got wateya navê te çi ye, min got serkeftin e Serokê min, Rêbertî ji min re got madem serkeftin e te çima bi Erebî nav li xwe kiriye û kiriye Necah, ji min re got em ê ji vir û şûn de ji te re Bİbêjin serkefti, min jî got tEmam baş e Serokê min. Piştî wê pirs ji min kir got tu çima hatî vir, min got ji ber ku welatê me Kurdistan li bin destê dijmin de ye, ji bo ku em têkoşîneke xurt bikin û welatê xwe azad bikin hatime Serokê min. Ji min re got tu soza vê yekê didî, min got erê Serokê min ez soza vê yekê didim ez ê heya dawî di nava têkoşînê de bim, kar û xebatên ku dikevin ser milê min ez ê bidim meşandin. Piştî wê Rêbertî ji min re got, temam baş e serketinê ji bo te dixwazin.

Necah Gilo di dawiya axaftina xwe de wiha got; Ez dubare dibêjim PKK hem li Rojhilata Navîn, hem jî li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîneke bê hempa dide meşandin, ev tekoşîn ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û gelên demokrat, azadîxwaz û ji bo hemû gelên bindest e. Wê tekoşîna PKK’ê ya 40 salan bibe têkoşîna serketinê ya ku bi fikr û felsefeya Rêber APO tê meşandin û wê serketinê ji bo hemû gelan bîne yên ku ji bo azadî û mafê xwe têdikoşin.