PKK: Em sala 40'î weke sala serketinê îlan dikin

Komîteya Rêveber a PKK'ê, sala çilemîn a PKK'ê weke sala têkoşîneke mezintir û sala serketinê îlan kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku PKK tevgereke hesabpirsînê û tolhildana şoreşgerî ye û hat gotin, wê tola şehîdên Bestayê bê hilanîn.

Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand ku sala 39. a damezrandina fermî ya PKK'ê li her derê ji aliyê gelê Kurd ê welatparêz û dostan ve bi coş tê pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Beriya her tiştî em van pîrozbahiyan û destpêkirina sala 40'î ya partiya xwe silav dikin. Salvegera 39. a damezrandina PKK'ê ku gelê me weke cejna vejîna neteweyî pîroz dike, di serî de li Rêber Abdullah Ocalan, li hemû hevrêyên xwe, gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe pîroz dikin. Ji şehîdê me yê damezrandina partiyê hevrê Hakî Karer heta şehîda me ya sala 40'î hevrê Delal em hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em ji niha ve îlan dikin ku sala çilemîn a partiyê wê di xeta Rêbertî û Şehîdan de bibe sala têkoşîneke mezintir û serketinê."

PKK JI BO DÎROKA GELÊ KURD BÛ MÎLADEK

Di dewama daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê de wiha hat gotin:

"Weke ku tê zanîn, PKK a ku 27'ê Mijara sala 1978'an li gundê Fîsê yê Licê bi rengekî fermî ava bû, mîrateyeke dîrokî ya gelekî neyînî dewr girt, pêşî li tinebûna gelê Kurd a di nav sîstema mêtinger-qirker de girt û bi pêşengiya partiya me dîroka hebûna azad da destpêkirin. Ji ber vê yekê ji bo dîroka gelê Kurd bû mîladek. Di nava têkoşîna lehengî ya sih û neh salên gihurî de, pêşengtiya partiyê û berxwedana gerîla hatin afirandin, şoreşa vejînê ya neteweyî hat bicihanîn, şoreşa azadiyê ya jinê hat destpêkirin, li dijî faşîzmê û komploya navneteweyî pêşengî ji têkoşînê re hat kirin, netewebûna demokratîk a Kurdistanê hat afirandin û li ser bingeha jiyana azad gelê Kurd ji nû ve zindî kir û tevlî nava neteweyên azad kir.

DI DÎROKA KURDISTANÊ DE CARA YEKEMÎN E KU MEŞEKE BI VÎ RENGÎ PÊK TÊ

Ji ber vê yekê gelê me PKK'ê weke nasnameya xwe ya azad dibîne û li qadan dibêje 'PKK gel e, gel li vir e'. Rêbert Abdullah Ocalan destnîşan dike ku PKK partiyeke Şehîdan e. Tê zanîn, PKK çeperek e ku nêrînên Rêber Abdullah Ocalan lê birêxistin dibe û vediguhere çalakiyê. Partiya me ku tevgereke Rêbertî û Şehîdan e, xwedî meşeke şoreşgerî, destanî û bênavber a çil salan e. Meşa azadiyê ya bê navbera a Rêber Abdullah Ocalan jî 45 sal li dû xwe hiştiye. Beriya her tiştî meşa Rêbertî ya 45 salan û meşa partiyê ya 40 salan, ku bê navber dewam dike, cara yekemîn e di dîroka Kurdistanê de rû dide. Meşeke dişibe vê yekê, di dîroka mirovahiyê de jî kêm caran tê dîtin. Bêguman vê meşa bi lehengî, gelek danhevî û destketiyên mezin jî afirandiye.

Meşeke bi vî rengî ya Rêbertî û têkoşîna partiyê ku kêm maye bigihêje nîv sed salê, eşkere ye ku ji bo Kurdistan, Rojhilata Navîn û mirovahiyê rê li ber serwextbûneke mezin vekiriye. Di serî de pirsgirêka Kurd û pirsgirêka jinê, di hemû pirsgirêkên herêmî û cîhanê de rê li ber serxwetbûnê vekiriye, li ser vê bingehê rêya rizgariyê nîşanî bindestan daye û tevgereke mezin a rizgariyê derxistiye holê. Avabûna PKK'ê ji bo dîroka Kurd û Kurdistanê bû mîladek, her wiha têkoşîna wê ya şoreşgerî ya sih û neh salan ku di xeta fedayî de meşand, di asta dîrokî de tevkarî li têkoşîna demokrasî û azadiyê ya bindestan kir. Bi taybetî, weke tevgereke şoreşgerî ya xwe timî nû dike û diguherîne; ji aliyê jiholêrakirian materyalîzma qebe û diyalegtîka kevneperest ve, di warê rizgarkirina sosyalîzm û demokrasiyê ji serweriya dewlet û desthilatdariyê de, di mijara destnîşankirina pirsgirêka jinê weke bingeha şoreşa azadiyê de, di pêkanîna azadî û wekheviyê de ku xewn û xeyala paşerojê ye, di îspatkirina qewîniya hêza xwe û hêza gel de û di afirandina fedakarî û wêrekiya di asta fedayîtiyê de PKK'ê tevkariyên gelekî girîng kiriye.

PKK a ku li Bakurê Kurdistanê derket holê û bi pêş ket, bi têkoşîna xwe ya 39 salan re li çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê belav bû û bi dehan hikumetên TC, darbeya leşkerî-faşîst a 12'ê Îlonê, rewş awarte ya 1987'an, sîstema şerê taybet a faşîst a topyekûn, êrîşên komploya navneteweyî, bi berxwedanên Kobanê û Şengalê re faşîzma DAIŞ'ê, bi pêşengiya Cizîr û Sûrê bi berxwedanên xwerêveberiyê re faşîzma AKP-MHP'ê têk biriye. Niha jî, ji bo faşîzma AKP-MHP'ê ya li ber hilweşînê ye bi temamî ji holê rake, dest bi sala 40'î dike. Dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî çiqasî êrîşên hovane dikin bila bikin, çiqasî komkujiyan dikin bila bikin, çiqasî derewan dikin, dek û dolaban digerînin bila bigerînin, kêm maye ku biqedin. Ti tişt wê faşîzma AKP-MHP'ê ji hilweşînê rizgar neke. Dîktatoriya faşîst a li hundir û derve tenav bûye, di sala çilemîn a partiya me de wê teqez hilweşe.

YA KU DI NAVA 39 SALAN DE HATE KIRIN EYNIKA KARÊ DI SALA ÇILEMÎN DE BÊ KIRIN E

Ya ku PKK'ê di nava 39 salan de kir, eynika karên wê yên sala çilemîn e. Mîna ku Rêber Abdullah Ocalan got, ya ku heta niha hate kirin, amadekarî ye. PKK wê têkoşîna xwe ya esasî ya mezin ji niha û pê ve bimeşîne û serketinan bi dest bixe. Di xeta Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk de PKK wê teqez bi erk û rista xwe rabe. Di sala çilemîn a partiyê de têkoşîna Kurdistana azad, Rêberê azad, civaka demokratîk û jina azad, wê di xeta serketinê de bimeşîne. Şoreşa modernîteya demokratîk a ku xwe dispêre ekolojiya civakî û azadiya jinê, wê teqez bi ser bikeve.

PKK TEVGERA HESABPIRSÎN Û TOLHILDANÊ YE

Divê neyê jibîrkirin ku PKK tevgereke hesabpirsîna dîrokî û tolhildana şoreşgerî ye. Têkoşîna tolhildana şehîdê me yê destpêkê Hakî Karer PKK kir partî, têkoşîna tolhildanê ya Mazlûm, Kemal û Xeyriyan rê li ber vegera li welêt û destpêkirina berxwedana çekdarî vekir, têkoşîna tolhildana Mahsûm Korkmaz artêşa gerîla afirand, têkoşîna tolhildana Bêrîvan, Bêrîtan û Zîlanan şoreşa azadiya jinê afirand, têkoşîna tolhildana şehîdên serhildanê rê li ber şoreşa vejînê ya neteweyî û neteweya demokratîk vekir, têkoşîna li dijî komploya navneteweyî jî bi ruhê tolhildanê yê şoreşgerî hate dayin. Em bi ruhê tolhildanê yê Sara, Nalîn, Azad, Baran û Delalan dest bi sala çilemîn a partiyê dikin. Têkoşîna tolhildanê ya Sara û Delalan, wê faşîzma AKP-MHP'ê hilweşîne û şoreşa azadiyê ya Kurdistanê teqez bi ser bixîne.

TOLA ŞEHÎDÊN BESTAYÊ WÊ BÊ HILANÎN

Li ser vê bingehê, em têkoşîna sala çilemîn a PKK'ê ji niha ve silav dikin û weke partî, pêşengiya gerîla dibêjin ku di sala çilemîn de em ê têkoşîna Rêbertiya azad û Kurdistana azad di xeta serketinê de xurtir bikin. Di serî de jin û ciwan em bang li tevahiya gel û dostên xwe dikin ku li dijî rejîma faşîst-qirker, hê bi xurtî tevlî têkoşîna sala çilemîn bibin û teqez bi ser bikevin. Em sala çilemîn a partiya xwe weke sala tolhildana Delal Amed û şehîdên Bestayê îlan dikin. Li ser vê bingehê em bang li jin û ciwanan bi taybetî jî jinên ciwan dikin ku di xeta Delal Amed de hê bêhtir tevlî nava refên partiyê û gerîla bibin û tola hemû şehîdên xwe hilînin!"