PKK: Em ê bîranîna Zekî Gurbuz û Ozgur Namoglû bi têkoşîna xwe bidin jiyîn

PKK’ê Zekî Gurbuz û Ozgur Namoglû yên MLKP’yî bi bîr anî û got: “Em ê tola wan bistînin û hesabê ji dijminên şoreşê bipirsin.”

Endama Komîteya Navenda PKK’ê Hêlîn Umît ji bo Zekî Gurbuz û Ozgur Namoglû yên MLKP’yî û şehîd bûne, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de, wiha hat gotin:

“Me bi xemgînî zanî ku Endamê Komîteya Navenda Partiya Komunîst a Marksîst Lenînîst hevrê Zekî Gurbuz li qada şoreşê ya Rojava di êrîşa dijmin de, şehîd bû. Em ji bo hevrê Zekî û Ozgur Namoglû yê pêre şehîd bû bi hestên xwe yên şoreşgerî diyar dikin ku, em êşa endamên Komîteya Navenda MLKP’ê û hemû dostên MLKP’yî parve dikin.

Em weke PKK diyar dikin ku em ê tola şoreşgeran hilînin û li hesabpirsîna ji dijminên şoreşê, dewam bikin.

Hevrê Zekî yek ji dostên me yê yekem ê şoreşger bû ku hat çiyayên Kurdistanê. Dema ku ew hat, hîna şoreşgerên Tirkiyeyê û şoreşgerên Kurdistanê, tifaqa xwe ya dîrokî pêk neanîbûn. Rêya ku hevrê Zekî li çiyayên Kurdistanê da destpêkirin, di heman demê de rêya çûyîna Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Gelan vekir. Em dikarin hevrê Zekî ji kesên destpêkê bi nirxînin. Weke ku rêya çûyîna Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Gelan vekir, di pratîkbûna wê de bû pêşeng. Hevrê Zekî yek ji wan pêşengan bû ku hem bi awayek çalak tevlî pratîka li Herêmên Parastinê yên Medyayê û hemî jî tevlî pratîka şoreşgerî ya li metropolên Tirkiyeyê bû. Bi vê wesîleyê em car din diyar dikin ku em ê bi hemû hestên xwe yên şoreşgerî xwedî bîranîna hevrê Zekî Gurbuz û Ozgur Namoglû derbikevin. Em car din hevrê Zekî Gurbuz ê li 3’ê Çileyê li Hesekê şehîd bû, bi hemû hestên xwe yê şoreşgerî bi bîr tînin, hezkirin, rêzdarî û minetdariya xwe diyar dikin. Em diyar dikin ku em ê di têkoşîna xwe ya şoreşgerî, de bîranînên wan bidin jiyîn.”