PKK'ê şehîdên Cotmehê bi bîr anî

Komîteya Karên Şehîdan a PKK'ê, di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de şehîdên Cotmehê û hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî.

Komîteyê daxuyaniyeke nivîskî weşand, cangoriyên di Cotmehê de li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd şehîd bûn bi bîr anî û got, "Em careke din dubare dikin, ku em ê li ser bingeha xeta wan a têkoşînê teqez bi ser bikevin."

Daxuyaniya PKK'ê ya ji bo bîranîna şehîdên Cotmehê wiha ye: "Şehîdên me, bi pêşengiya Rêber Apo, gelê Kurdistanê ji tinebûnê afirandin û şoreşa Kurdistanê gihandin asta şoreşa Rojhilata Navîn. Di şexsê hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş û şehîdên Cotmehê de em hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin soza xwe ya dilsoziya bi wan re û serketinê dubare dikin.

Li dijî qirkirina çandî-fîzîkî, êrîş û komployan ên emperyalîzm, paşverûtiya herêmê, mêtingeriya dagirker, nokerî, teslîmkarî û hêzên xayin, zêdeyî 40 sal in bi rengekî bê navber Têkoşîna Azadiya Kurdistanê didome û gihîştiye asta heyî. Di vir de hebûna PKK'ê weke partiyeke şehîdan, diyarker e.

Ev rewşa ku PKK'ê ji partiyên din cuda dike û weke xweseriya bingehîn a şoreşa Kurdistanê dike ku qet têk neçe, bêguman ji ber rastiya Rêbertî ya Rêber Apo derketiye holê. Ji ber vê yekê, Rêbertî weke hevgirtin, diyalektîk, hişmendî, ruh, ked, fedakarî û biryardariya jiyana wekhev û azad a PKK, Gelê Kurdistanê û Şehîdan, rê li ber pêşketinên dîrokî yên mezin vekiriye.

Hevrê Bêrîtan, bi jiyan û têkoşîna xwe, ev wateya dîrokî ya Şoreşa Kurdistanê derxistiye holê û bûye milîtana pêşneg a nirxên azadiyê.

Hevrê Bêrîtan, ku feraseta jina Kurd a azad gihand civakîbûn û Kurdbûna azad, li dijî her şêwe nêzîkatiyên serdestiya mêr ên dewletperest, neteweperest, nokerî û xiyanetê, li ser bingeha Neteweya Demokratîk a Kurdistanê û Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata navîn jiyana azad û wekhev bi hişmendî, îrade û fedakariyeke mezin parast û tevlî karwanê nemiran bû.

Rola dîrokî ya jinên Kurd di xeta Rêbertî de gihand roja îro û ji aliyê eşkerebûna biryardarî, hêvî û daxwaza têkoşînê ya çand, civak û gelên bindest ên Rojhilata Navîn, bi taybetî jin û gelê Kurdistanê, jiyan, têkoşîn û şehadeta hevala Bêrîtan xwedî wate û girîngiyeke mezin e. Xeta jiyan û jinên azad a PKK'ê, ku di şexsê hevala Bêrîtan de veguherî wate û çalakiya mezin, di roja îro de li dijî dagirkerî, talan, qirkirin, teslîmiyet û xiyaneta ku li ser gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn tê ferzkirin, xeta têkoşînê ya herî bi bandor û encamgir e.

Di şexsê hevala Bêrîtan de bîranîn, fêhmkirin û şopandina şehîdên Cotmehê û hemû şehîdên me yên şoreşê, li dijî emperyalîzm, mêtingerî û hêzên dij bi şoreşê, çavkanî û nirxê mezin ê moralê yê gelên bindest, civak û çandan e.

Em weke gel û tevger ji her demê bêhtir bi biryar û xurt in, ku em ê di xeta Bêrîtan de bijîn, têbikoşin, nirxên azadiyê yên şehîdên me yên leheng bi fedakarî û kedeke mezin afirandin biparêzin û şoreşa Kurdistanê bi rêbaza şoreşa Rojhilata Navîn bi ser bixînin.

Li ser vê bingehê;

Em, Huseyîn Şahîn ku sala 1978'an li Xarpêtê

Delîl Dogan ku 7'ê Cotmeha 1980'ê li Mazgîrt a Dersimê

Kazim (Zekî Palabiyik) ku 29'ê Cotmeha 1980'ê li Mêrdînê di berxwedana Bloka de

Alî (Faîk Alagoz) ku 9'ê Cotmeha 1984'an li Semsûrê

Aydin (Kazim Demîrtaş) ku 9'ê Cotmeha 1984'an li Şenkayayê

Salih (Abdûrrahman Motor) ku 9'ê Cotmeha 1987'an li Gabarê

Velî (Vahdettîn Kitay) ku 7'ê Cotmeha 1989'an li Çewlikê

Rizgar (Alî Yuksel) ku 7'ê Cotmeha 1992'an li Pazarcixê

Şiyar (Kazim Kûlû) ku 12'ê Cotmeha 1992'an li Gabarê

Hamît Spêrtî (Cemîl Aslan) ku 18'ê Cotmeha 1993'an li Garisa

Azîme (Hacer Adet) ku Cotmeha 1994'an li Pîlemûrê

Azîme (Mîhrîban Saran) ku Cotmeha 1994'an li Herekolê

Dr. Sîrwan (Kawa Alî Salih) ku 4'ê Cotmeha 1996'an li Çemê Rêzanê

Zeynep Gûrbetellî Ersoz), Sarya (Nûrsel Înce), Ekîn (Încî Çelîk), Meryem (Meryem Hazar Çolak), Canda (Sanem Sertap Golge) ku Cotmeha 1997'an li Başûrê Kurdistanê

Hêlîn Çerkez (Nermîn Akkûş) ku 13'ê Cotmeha 1998'an li Başûrê Kurdistanê

Ronahî (Andrea Wolf) ku 23'ê Cotmeha 1988'an li Elkê

M. Halît Oral, Bulent Bayram, Selamet Menteş û Aynûr Artan ên li dijî Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li zindanan

Roza Derîk (Evlîn Başa) ku 30'ê Cotmeha 2007'an li Mazgîrt a Dersimê

Baz (Emrah Bayer) ku 7'ê Cotmeha 2011'an li Bestayê

Mehmet Goyî (Mehmet Kaplan) ku 15'ê Cotmeha 2012'an li Elkê

Jînda Reda (Haziye Brûkîmîlan), Kawa Cûdî (Mûstafa Mûhammed) ku 28'ê Cotmeha 2012'an li Elkê

Arîn Mîrkan (Dilar Rencxemîs), Emîn (Hasan Beyna), Destîna (Beyan Ahmet Xidir Sofî Ahmet) û şoreşgerê enternasyonalîst Paramaz Kizilbaş (Sûphî Necat Agirnasli) ku Cotmeha 2014'an li Kobanê

Şiyar Selmas (Behzat Mîrzaxanî) ku 6'ê Cotmeha 2015'an li Wanê

Hêlîn Faraşîn (Gulîstan Onen), Omedya Sefkan ku 16'ê Cotmeha 2015'an li Dersimê

Kûrtay Yûnûs, Gulnaz Turk, Hogir Baran û hevrê Xalit ên Cotmeha 2017'an şehîd bûn, hemû şehîdên berxwedana Cotmehê û şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe careke din dubare dikin ku em ê dilsozê xeta wan a têkoşîn û jiyanê bin û teqez bi ser bikevin."