PKK'ê 'Şehîdên Besta'yê bi bîr anî

Komîteya Rêveber a PKK'ê, ji fermandarên HPG û YJA Starê Delal Amed, Azê Malazgîrt û 'Şehîdên Besta'yê bi bîr anî.

Komîteya Rêveber a PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Em, endama Komîteya Rêveber a Partiya xwe û Fermandara Biryargeha HPG-YJA Starê hevrê Delal Amed û ji fermandarên Botanê yên HPG-YJA Starê û milîtana hêja ya partiya me hevrê Azê Malazgîrt û şehîdên xwe yên din ên Bestayê di salvegera yekemîn a şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin."

Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir, bi çalakiyên li Botanê re tola fermandarên gerîla hatiye hilanîn û destnîşan kir ku di sala duyemîn a berxwedana tolhildanê de wê faşîzmê hilweşînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em di wê baweriyê de ne ku bi pêngava par a li Botanê re tola wan hatiye hilanîn û hesab ji dijminê faşîst-qirker hatiye pirsîn. Em careke din soz didin ku em ê armanca wan bi ser bixînin û li Kurdistana Azad xwedî li bîranînên wan derkevin.

Weke ku tê zanîn, hevrê Delal hevrê Delal û Azê li dijî êrîşa leşkerî ya plankirî ku hêzên TC ên faşîst-qirker roja 3'ê Mijdara 2017'an li herêma Besta ya Botanê dan destpêkirin, pêşenegî ji berxwedanê re kirin û di nava vê berxwedanê de şehîd bûn. Faşîzma AKP-MHP'ê hewl da vê şehadetê weke serketina xwe nîşan bide, lê xwedîderketina gelê me ya li şehîdan û geşkirina berxwedana tolhildanê ya gerîla ya bi lehengî, ev şerê psîkolojîk şikand û hesabên faşîzmê di ber de hişt. Pêngava par a berxwedana sala çilemîn a PKK'ê li Herêma Botanê bi navê Pêngava Tolhildanê ya Delîl Amed û Şehîdên Bestayê hate meşandin. Bi pêngavê re di nava salekê de derbên giran û kuştinê li faşîzma TC a mêtinger-qirker hatin xistin. Berxwedana gel û gerîla ya sala çilî bi pêşengiya bîranîna hevrê Delal Amed bi rê ve çû. Di encamê de faşîzma AKP-MHP'ê derbên giran xwar û giha ber hilweşînê. Ya ku bi ser ket Berxwedana Azadiyê ya Kurdistanê ye. Em pê piştrast in ku di sala duyemîn a berxwedana tolhildanê de wê faşîzm bi temamî hilweşe û têkoşîna em ya azadiyê jî wê bi rengekî mayînde bi ser bikeve.

Her wiha, em hevrêyên xwe Reşît Serdar, Kerîm Kato û Hakî ku pêşengî ji salên destpêkê yên berxwedana me ya şerê gel ê şoreşgerî ê serdema 4. a stratejîk re kir, di salvegera şeşan a şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Weke ku tê zanîn, fermandarên Berxwedana Şemzînanê ya dîrokî ya sala 2012'an hevrê Kerîm û Hakî 3'ê Mijdara 2012'an li Xakurkê, fermandarê nemir ê berxwedana mezin Reşît Serdar jî 18'ê Mijdara 2012'an li Basyayê şehîd bûn. Bîranîna van hevrêyên me ku bi Berxwedana Şemzînanê ya dîrokî re pêşî li Berxwedana Xwerêveberiya Demokratîk vekir, pêşengî ji Berxwedana Şerê Gel ê Şoreşgerî kir ku em li çar aliyên Kurdistanê dimeşînin. Ruh û coşa şoreşgerî ya hevrê Reşît, Kerîm û Hakî, li nava hemû hêzên gerîla û gel belav bû û di xeta serketinê ya şeş salên dawî de rê li ber berxwedana lehengiyê vekir.

Hevrê Reşît, Kerîm û Hakî ku di pêngava me ya stratejîk a şerê gel ê şoreşgerî yê heyşt salan de li xeta Zagros-Şemzînanê pêşengî ji salên destpêkê re kirin û hevrê Delal û Azê ku di serdema duyemîn de li herêma Botanê pêşengî ji pêngavê re kirin, fermandarên nemir û pêşeng ên berxwedana me ya şerê gel ê şoreşgerî ne ku li ser bingeha çareseriya xweseriya demokratîk tê kirin. Bûn sembola şehîdên meha Mijdarê ku meha damezrandina partiya me ye. Berxwedana şerê gel ê şoreşgerî ku di neh salên dawî de li ser xeta lehengiyê ya partî û gelê me hate meşandin, ji her demê bêhtir bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên leheng hate birêvebirin. Vê berxwedanê, hemû êrîşên tasfiye û tinekirinê yên konsepta şerê taybet a topyekûn a faşîzma TC'ê ya qirker-faşîst ku pişta xwe dispêre paşverûtiya cîhanê, şikand. Vê berxwedanê ji aliyekî ve destketiyên neteweyî-demokratîk ên li çar parçeyên Kurdistanê parastin, li aliyê din jî serketin û parastina Şoreşa Azadiyê ya Rojava misoger kir. Bû sonda serketinê ya gel, gerîla û tevgerên me yên jin û ciwanan. Nîşan da ku berdêla xwe çi dibe bila bibe ji bo azadiya Kurdistanê, jiyana azad a Rêber Abdullah Ocalan wê berdêlên pêwîst were dayin û wê ti carî dest ji hebûn û jiyana azad neyê berdan.

Niha berxwedana herî mafdar û watedar a dîrokê, li ser rêça şehîdên me yên leheng ku wan ev dîrok ava kirine bi biryardarî didome. Pir eşkere ye ku heta serfiraziyê bi heman giyan û biryardariyê wê bidome. Şehîdên me yên leheng ku bîrdarî û delîla serfiraziyê ya berxwedaneke wiha ku têkoşîna hebûn û jiyana azad a gelê Kurd e, di şexsê hevrê Delal, Azê, Reşît, Kerîm û Hakî de em careke din bi hurmet û minet bi bîr tînin. Di serî ciwan û jin em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz dikin ku tevahiya meha Mijdarê ji hêlekê ve Cejna me ya Partiyê pîroz bikin û ji hêla din ve jî di şexsê hevrê Delal, Azê, Reşît, Kerîm û Hakî de şehîdên me yên meha Mijdarê bi bîr bînin. Di vê çarçoveyê de bi gelek bernameyan salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê, ku partiya şehîdan e, bikin têkoşîna bibîranîn û fêhmkirina şehîdên me yên leheng."