PKK'ê 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê pîroz kir

PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û Cejna 1'ê Gulanê pîroz kir.

Komîteya Rêveber a PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê pîroz kir.

Di daxuyaniya komîteyê de, di şexsê 34 şoreşgerên li Taksîmê di 1'ê Gulana 1977'an de hatin kuştin de hemû şehîdên şoreşê yên di têkoşîna sosyalîzmê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn û hate gotin, "Em soza xwe careke din dubare dikin, ku em ê dilsozê bîranîna wan bin û 'Rojhilata Navîn a Demokratîk û Kurdistana Azad' bafirînin."

RÊYA RIZGARIYA JI KRÎZÊ, NETEWEBÛNA DEMOKRATÎK E

Komîteya Rêveber diyar kir, modernîteya kapîtalîst ku di serdema xwe ya fînans kapîtal de ye, bi rengekî nedîtî xwe spartiye talankirina nirx û kedê û bi armancên xwe yên bilind, dor li civakê girtiye.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, hewl tê dayîn kesayetên ji civakîbûnê hatine qutkirin, di nava çerxên kapîtalîst de bên qirkirin û hat gotin, "Dizî û talan weke sîstema aboriyê tê binavkirin. Endustriyalîzma ji aliyê tekedestiyên sermayeyê ve hatiye afirandin, di asteke ku dikare dawî li cîhaneke jiyan lê pêkane bîne, xwezayê talan dike û bi vî rengî gefê li eko-sîstemê dixwe. Sîstema kapîtalîst ku cotikê netewe-dewlet e, ji aliyekî ve nirxên mirovahiyê talan dike, li aliyê din jî polîtîkayên qirkirinê li ser gelan didomîne û bikuştina cihêrengiya civakî re gelan mehkûmî şert û mercên jiyaneke ji koledariyê xerabtir dike. Hêzên desthilatdar ên faşîst, di serî de li qada aboriyê li hemû qadên civakî û siyasî rê li ber krîzê kûr vedikin. Yekane rêya rizgariya ji vê krîzê jî netewebûna demokratîk e ku ev yek avakirina civaka komunal a demokratîk e.

ISRAR DI SOSYALÎZMÊ DE, ISRARA MIROVBÛNÊ YE

Li dijî rastiya xespkirinê ya modernîteya kapîtalîst ku dijminê hemû civakan û xwezayê ye, gelên bindest bi têkoşîna sosyalîmzmê re di cîhaneke bê çîn-bê sînor de piştrast in û têkoşîna li dijî sîstemê di çarçoveya têkoşîna çîn û zayend de dimeşînin. Li dijî mirovê bûye xerîbê xwe, ked û civaka xwe, bi pêşengiya rêxistinî û bîrdozî ya Rêber Apo re partiya me PKK'ê bi têkoşîna xwe ya nîv sed salê îspat kiriye, ku israr di sosyalîzmê de israra mirovbûnê ye.

TIRKIYEYA DEMOKRATÎK Û KURDISTANA AZAD NÊZ E

1'ê Gulanê, ku zêdeyî sed sal e li gelemperiya cîhanê weke cejna berxwedanê ya kedkaran tê pîrozkirin, weke roja piştevaniyê ya hevpar a şoreşên Kurdistan û Tirkiyeyê xwedî wateyeke cuda ye. Ruhê yekîtiya şoreşgerî û mîrateya têkoşînê, ku bi pêşengiya Mahîran, Denîzan, Îboyan, Hakiyan, Kemalan afirî, îro di şexsê HBDH û KBDH de li djî faşîzma AKP-MHP û DAIŞ'ê li ber xwe dide. Afirandina Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad bi pêşengiya vî ruhî û vê mîrateyê, ji her demê bêhtir nêz e. Şoreşa Rojhilata Navîn a ku dikare pêşî li Şoreşa Cîhanê veke, wê bi serketina têkoşîna şoreşê ya yekbûyî pêk were. Lewma, berxwedana hevpar a gelan a li dijî kevneperestiya herêmî û hegemonyatiya global, yekane hêz e ku wê rêveçûna dîrokê ya li aliyê berjewendiyên serdestan, biguherîne. Ji ber vê yekê, avakirina neteweya demokratîk ji bo gelên bindest, di roja îro de gelekî girîng e.

DI 1'Ê GULANÊ DE DIVÊ MEYDAN BI RUHÊ BERXWEDANA HEVPAR TIJÎ BIBIN

Zindîkirin û dewamkirina ruhê piştgirî û berxwedana hevpar a 1'ê Gulanê, ji bo hemû sosyalîstan, dijberên desthilatdariyê, bindestan, jinan, hemû beşên civakê yên ji nedîtî ve tên û demokratan, wezîfeya bingeîn a mirovahiyê ye. Şertê bingehîn ê şoreşgerî ye, ku bi xwedîderketina li vê wezîfeyê re meydanên 1'ê Gulanê bi ruhê berxwedana hevpar bên dagirtin û li dijî faşîzma AKP-MHP'ê têkoşîneke çalak bê dayîn. Serketina li dijî faşîzmê, ku xwe li her qadên jiyanê bi rêxistin kiriye, bi geşkirina berxwedanê li kolan, dibistan, gund, febrîqe, meydan, çiya, li her derê û her timî, dibe.

Faşîzm sîstemeke herî paşverû ye ku xwe dispêre tifaqa bawerîhişkan. Ev sîstem li Tirkiye û Kurdistanê bi destê faşîzma AKP-MHP'ê rejîma zext û zordariyê dimeşîne. Li ser kedkaran jî îstîsmarê ferz dike. Sermayeya kesk, ku desthilatdariya AKP'ê xwe li ser xurt kiriye, weke çîneke nû ya bûrjûva derdikeve pêş. Û piraniya civakê jî mehkûmî bêkarî, xizanî û birçîbûnê dike. Sermayeya tekedestî ya bi serdestiya mêr, keda jinê ji nedîtî ve tê û di ser vê kedê re xwe ji nû ve hildiberîne û hebûna xwe didomîne. Bi xebitandina zarokan, karkeriya taşeron, karkeriya demsalî re temamiya civakê talan dike, jê dixwe û kara ku ji vir bi dest dixe, weke zext û terorê ji aliyê desthilatdariyê ve li civakê tê vegerandin. Bi polîtîkayên neo-lîberal re av-ax-enerjiya cemaweriyê yekmalî dike û hemû çavkaniyên jiyanê pêşkêşî talankeriya sermayeyê dike.

HEWLDANA QIRKIRINÊ HATE ŞERMEZARKIRIN

Faşîzma AKP-MHP'ê tevî talankirina kedê, piştî referandûma 16'ê Nîsanê hate dîtin, ku bi dizekiya dengê gelên Tirkiyeyê re vîna gel tine hesibandiye û hikumraniya xwe ragihandiye. Faşîzma AKP-MPH ku tifaqa zilmê ye, bi rengekî hê girantir destûra bingehîn a faşîst a 12'ê Îlonê restore kir û weke karê destpêkê yê piştî referandûmê êrîşî hêzên azadiyê yên ji bo azadiya Şengalê û Şoreşa Rojava ku hêviya sosyalîzmê ya gelên cîhanê ye kir. Bi vê êrîşê re xwestin vê hêviyê tine bikin. Em vê hewldana qirkirina gelê Kurd, ku di sedsala 21'an de hate kirin, bi tundî şermezar dikin. Ev êrîşa li dijî hêzên berxwedanê yên Rojava wê ti carî bê bersiv nemîne û hesabê şehîdên me wê were pirsîn.

SERKETIN WÊ BIBE MISOGERIYA JIYANA AZAD A HEMÛ GELÊN BERXWEDÊR

Ji bo gel karibin bi hev re, di nava wekhevî û azadiyê de bijîn, şert e ku faşîzma AKP-MHP'ê hilweşe. Faşîzm wê bi têkoşîna karker, kedkar, jin, ciwan, gelên bindest, dijberên sîstemê, şoreşger, demokrat û sosyalîstan bibe. Serketina têkoşîna me ya li her devera erdnîgariya Kurdistanê, li her bajar û çiyayan, wê bibe misogeriya jiyana azad a gelên Rojhilata Navîn û hemû cîhanê.

Bi biharê re, heta ku li çiya, bajar, kolan, tax û malan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê mirovekî bi tenê yê bêrêxistin nemîne, em ê têkoşîna xwe xurtir bikin. Em soz didin, ku li gorî dildariya azadiyê û soza serketinê ya bi 8'e Adarê re dest pê kir û bi Newrozê re gihîşt azad herî bilind, em ê tevbigerin. Li se vê bingehê, li dijî tifaqa AKP-PDK-DAIŞ'ê em bang li hemû hêzên azadiyê dikin, ku bibin yek, têkoşîna me ya sosyalîzma demokratîk û berxwedanê mezin bikin, şiyara 'em ê teqez bi ser bikevin' bi cih bînin û 1'ê Gulanê bikin destpêka azadkirina keda mirovan a pîroz û afirandina welatekî azad."