PKK: Di sala 41’ê de li her qadê têkoşînê bilind bikin!

PKK: Di sala 41’an a PKK’ê de bang li her kesê dikin ku li dijî êrîşên komploger û rejîma faşîst-qirker têkoşîna azadiyê li  her qadê bilind bikin û ji bo azadiya Rêber Apo û mercên xebitînê têkoşînê bikin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê ji bo 40’emîn salvegera avakirina xwe daxuyaniyek da û got: “Partiya me sala 40’an a avakirina xwe temam dike, em dikevin sala 41’an a têkoşîna azadiyê.” Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Gelê me û hêzên demokratîk-şoreşger ên li çar parçeyên Kurdistanê û li her deverên cîhanê bi awayekî bi coş salvegera partiyê pîroz dikin. Berxwedana Gelê Kurd û Cejna Vejînê, Cejna Partiya me tê pîrozkirin. PKK a partiya Rêbertî û Şehîdan bi civîn û çalakiyên cihê yên tên kirin hê rastir û kûrtir tê famkirin. Ji bo vê ê bi hêvî û bi coş dikevin 41’an a Sala Kurdistana azad a PKK’ê.

JI DIL PÎROZ DIKIN

Di daxuyaniya PKK’ê de bi domdarî ev tişt hate gotin: “Em Rêveberiya PKK’ê, hemû çalakî û pîrozbahiyên mezin ên li her qadê tên kirin silav dikin. Di serî de li Rêberê Partiya xwe Rêber Abdullah Ocalan, hemû hevrêyên partiya me, gelê me yê welatparêz, hêzên me yên gerîla, ciwan û tevgera jinê, dostên me yên şoreşger-demokratîk, ji dil û can Cejna Partiyê li wan pîroz dikin. Şehîdê me yên leheng ên PKK’ê ku ji Hevrê Haqî Karer destpê kirî, heta hevrê, Delal, Zekî, Atakan û Medya û hemû şehîdên xwe yên Azadiyê bi rêz û minet bibîr tînin. Soza pêkanîna hêviyên wan ên di pêkanîna têkoşînê de dubare dikin. Di sala 41’an PKK’ê de serkeftinê ji hemû kesên ku di rêya azadî û demokrasiyê de têkoşînê dikin re dixwazin.

Her kes dizane ku bingehên rêxistinî ya partiya me di Newroza 1973’an de ji aliyê Rêber Apo ve li ber Bendava Çûbûk-Enqerê hatiye avêtin. Sala 1977’an li Kurdistanê bû Tevgera Ciwanên Şoreşger. Di dîroka 26-27’ê Mijdarê bi kongreya li Gundê Fîsê yê girêdayî navçeya Lice ya Amedê re bi fermî weke partî hate îlankirin. Di sala partiya me hate damezirandin de Berxwedana Hîlwan û sala 1979’an de jî Berxwedana Sêweregê pêk hatin. Li dijî darbeya 12’ê Îlonê ya faşîzma leşkerî bû yekan e tevgera şoreşgerî ya bi serketî. Di sala 1982’an de rejîma faşîsît-leşkerî ya 12’ê Îlonê bi awayê îdeolojî têk birî bi Berxwedana Zindanê ya Mezin mohra xwe lê da. Bi çalakiya li Şemzînan û Dihê ya 15’ê Tebaxa 1984’an bi berxwedana gerîla ya dîrokî re destpê kir.

Partiya me ya ku di Newroza 1985’an de Eniya Rizgariya Netewî ya Kurdistan (ERNK) îlan kir, di sala 1990’an de bi serhildanên gel re Şoreşa Berxwedana Netewî pêkanî û Şoreşa Azadiya Jinê ve destpê kir. Di sala 1990’an li dijî êrîşên faşîst-qirker û hevkar-xiyanetkar bi lehengî li ber xwe da her çendî bi serketibe jî lê nekarî pêşiya komploya 15’ê Sibata 1999’an bigire. Komploya 9’ê Comtema 1998’an a bi plangeriya ji aliyê DYA, Îngîlter û Îsraîlê ve hate kirin, li dijî vê komploya navnetewî 20 sal in li gel gelê xwe û dostên xwe berxwedanekî destanî hatiye kirin. Li ser rastiya bûyerên li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê, li parçeya başûrê Kurdistanê jî xebat hatin bi rê ve birin. Li dijî êrîşên herêmî û gerdûnî yên hêzên faşîst ên weke El Qaîde, DAÎŞ, AKP û MHP’ê ku xwe pêçan e, di serî de li Şengal, Mexmûr, Kerkûk, Reqa, Efrîn, Cizîr û Sûrê li çar parçeyên Kurdistanê  berxwedanekî lehengî hate kirin.”

PARTIYA ME VEQETANDINA JI SÎSTEMÊ Û AVAKIRINA SÎSTEMA ALTERNATÎF ESAS GIRT

Partiya me ku bi armanca hilweşandina qirkirinê ya li dijî Kurdistanê dihate sepandin û avakirina hebûna Kurd û azadiyê derket holê di serî de veqetandina ji sîstemê û avakirina sîstemeke alternatîf esas girt. Di nava salên 1980’î de bi pêşxistina xeta azadiya jin û gerîla ev sekna îdeolojî kurtir kir. Kurahiya îdeolojîk û felsefê ya mijara gotinê li dijî komploya navnetewî heta guhertina paradîgmayê, derxistina ji partiya dewlet û desthilatdariyê bû partiya ekolojiya civakê, azadiya jin û civaka demokratîk. Li ser vî bingehî weke alternatîfa netewa dewlet xeta netewa demokratîk pêşxist û li dijî netew-dewletê konfederalîzma demokratîk naskir û di Newroa 2005’an de weke KCK îlan kir.

ROJA AZADIYÊ CÎHANÊ RONÎ DIKE

Rêber Abdullah Ocalan di bingehê Berxwedana Îmralî de hişmendiya ku weke Bîrdoziya Modernîteya Demokratîk a di Parêznameyên xwe de pêşxistî di aliyê teorîk, felsefî, îdeolojî û xeta polîtîk de îro li çar parçeyên Kurdistanê di astên cuda de tê pêkanîn û di heman demê de belavî hemû Rojhilata Navîn û cîhanê bûye. Li herêm û cîhanê bûye çeka rizgariyê ya hemû bindestdan. Ji bo wê Rêbertiya Azadiya Nû ya ku beriya 40 salan li Kurdistanê hatî damezrandin îro herêm û cîhan derbas kir û veguherîye Rêbertiyekî gerdunî. Roja Azadiyê ya ku beriya 40 salan Kurdistan ronî kir îro hemû cîhanê ronî dike.

DI BINGEHÊ BÛYERAN DE RÊBER APO Û RASTIYA PKK’Ê HEYE

Di bûyerên 45 salên dawî yên li Kurdistanê diqewimîn de ger baş bê temaşekirin di bingehê wê de rastiya PKK’ê û Rêber Apo heye. Nîjadperestiya reformîst û rêgezên Kurd ên têk çûyî û sosyalîzma reel a derbasî pêvajoya çareseriyê bûyî de hêviya nû ya rizgarî û azadiyê Rêber Apo û rastiya PKK’ê ava bû. Li ser vî bingehî di bûyerên 40 sal ên  bi navê azadî û hebûnê yên li Kurdistanê qewimîn de vê rastiyê mohra xwe lêxisitye.  PKK hêzeke ku bi ruhê Apoyî û bi xwîna şehîdan îrade qezenc kirî, yê bê nasname re nasname daye qezenckirin, yê bê rêxistin rêxistin kiriye, yê kole azad kiriye, ruhê jiyana azad daye saziyan, takekesî kiriye civakî û yê cinûk (cimrî) jî kiriye fedekar. Bi PKK’ê re jiyan li Kurdistanê bi azad û xweşiktir bûye.

Bi têkoşîna lehengî ya salên dawî ya beramberî faşîzma AKP-MHP’ê, DAÎ û El Qaîdeye re PKK’ê li Rojhilata Navîn û cîhanê jiyan hê bêhtir xweşik û azad kiriye. Kurdên bi pêşengiya PKK’ê berxwedana bi lehengî ya li dijî dewlet û desthiltdarên faşîst-paşverû yên dînê îslamê bikartîne bûye hêza bingehîn a ku mirovahî û gelên Rojhilata Navîn ji faşîzmê parastiye. Di 40 saliya PKK’ê de berxwedana hêzên gerîla û gelê me ya li dijî faşîzm û qirkirinê  ji Dêra Zor heta Dersimê, ji Efrîn heta Serhedê û ji Amanos heta Bradostê li çar parçeyên Kurdistanê vê rastiyê hê bêhtir dide diyarkirin.

TECRÎDÊ BIŞKÊNE FAŞÎZMÊ HILWEŞîNE

Li ser vî bingehî em dikevin sala 41’an a têkoşîn û partiyê. Komîteya Navendî ya Partiya me, KCK û Rêveberiya HPG’ê civînên salane pêk anîn, sala 40’an a têkoşînê bi rexne û rexnedayina xeta şehîdan û Rêbertî nirxand dersên zengîn jê derxist û li ser vî bingehî em tevger û gel hê bi biryardarî, plansazî, amadekarî û îdîal derbasî sala 41’an dibe. Partiya me sala têkoşînê ya 41’an weke sala şikandina tecrîd, hilweşandina faşîzm û azadiya Kurdistanê îlankiriye. Li ser vî bingehî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan xebat kirin û avakirina şert û mercan têkoşîn kirin û em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku têkoşîna azadiyê di xeta serketinê de geştir bikin. Divê çalakiyên li çar parçeyên Kurdistan, derveyî welat werin bilindkirin. Li aliyiyekê pîrozkirina salvegera 40’an a Partiya me û li aliyê din pêşxisitna çalakiyên ‘Tecrîdê Bişkêne, Faşîzmê Hilweşîne’ li her herêmê.

BIRYARA DYA ZINDÎKIRINA KOMPLOYA NAVDEWLETÎ YE

Biryara DYA ya ku plansazê komploya 9’ê  Cotmeh û 15’ê sibatê ya di derbarê sê rêveberên partiya me de, li ser vî bingehî tê wateya li diî pêşketinên şoreşgerî ye. Nesazim ev biryar bi rasthatina salvegera 20’an a komploya navdewletî tê wateya zindîkirina komployê; ev jî li xwe mikûrhatina ku ev 20 sal in ku komploya navdewletî hatiye valaderxistin.  Dîsa ev biryar tê wateya di encama têkçûna her cûre faşîzma ku li hember berxwedana azadiyê ya bi pêşengên PKK’ê û gelê Kurd hatiye têkibirin de hatiye girtin. Bi vê yekê diyar dibe ku hêzên rastîn ên li pişt faşîza ji El Qaîdê bigire heta AKP-MHP’ê kîne derket holê. Dîsa biryar carekî din da nîşandan ku di sala 40’an de yê  bi ser ketî dîsa PKK ye.

Em tevger û gelê me li gorî 20 sal berê her çendî di her warî de hê bi hêztir bin jî, divê em vê biryara DYA’yê girîng bigirin dest, vê biryarê weke parçeyek ji komployê bibînin, li gorî wê sekna xwe raber û di nava têkoşînê de xwedî helwest bin. Hêzên komploger êrîşên xwe yên faşîst-qirker ku 20 sal in didomînin, wê hê jî bidomîne, wê bi zextên faşîst, bi hîle û her cûre lîstikan bixwazin encamê bigirin. Wê ji her demê bêhtir bixwazin ji navê ve hem tevgera me hem jî gelê me parçe bikin û li dijî hev derbixin. Wê bikevin nava hewldanên tevgerên me yên li parçeyên din ji hev bikin û parçeyan ji PKK’ê qût bikin û li dijî wan derbikevin. Ji xwe vê bi vekirî dibêjin. Ji bo wê, divê her kes, em hemû, qadroê, hemû hêzên demokratîk-şoreşger ên li Kurdistanê, partî û rêveber dîqet bin û li dijî êrîşên komploger ên ku qirkirinê ber bi serketinê ve dibe rabe, bi awayekî aktîv cihê xwe di nava şoreşê de  bigire. Li dijî êrîşên faşîst-qirker bi yekîtiya demokratîk a Kurd û têkoşîna azadiyê hê zêdetir pêş bixin û ji bo êrîşên komploger bibin bersiv.”

BI TEQEZ EM Ê BI SER KEVIN

Bi awayekî berbiçav dixuyê ku sala 41’an a PKK’ê wê mîna salên berê li dijî êrîşên faşîst-qirker wê bibe saleke ku têkoşîna azadiyê ya topyekûn ku bê pêşxistine. Di têkoşîneke wiha de wê hêzên faşîst-qirker hê zêdeti lewaz û parçe bike. Faşîzma El Qaîde û DAÎŞ’ê têk çûye. Faşîzma AKP-MHP’ê li ber hilweşîneke mezin e, ha dihilweşe.  Ji bo liserlingan girtina hişmendiya faşîst-qirker û siyaseta wê bi êrîşên komploger li gorî 20 sal berê hê bi parçeyî û lewaztire. Li dijî vê em tevger û gelê me hê bi amade ne û hê zêdetir xwedî mutefîk in. Di kesayeta faşîzma AKP-MHP’ê de hemû vê sîstemê hilweşînin,  êdî mimkûn bûye êrîşên komploger bên hilweşdin. Ji bo wê di sal 41’an a partiyê de em tevger, gel û hemû hêzên xwe li ser bingeha stratejiya şerê gelê şoreşgerî bikevin nava têkoşîneke topyekûn ku faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin. Bi teqez serketin ya me ye.

Li ser vî bingehî di serî de Cejna Partiya xwe li Rêber Apo, hevrêyên xwe, gel û hemû dostên xwe pîroz dikin; bang li her kesê dikin ku hê rastir Rêber Apo û rastiya PKK’ê fam bike, di sala 41’ê de li dijî êrîşên faşîst-qirker û komplger hê zêdetir şiyar û bi awayekî rêxistinkirî tevbigerin û têkoşîna azadiyê li her qadê bilind bike, ji bo azadiya Rêber Apo û mercên xebitînê têkoşînê bikin.”