'PKK bûye hêviya gelan'

Gerîlayên HPG û YJA Starê, 39. salvegera damezrandina PKK'ê li her kesî pîroz kir û bi bîr xistin ku têkoşîna bi şeş kesan dest pê kir îro bûye ya bi milyonan.

Gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi wesîleya salvegera 39. a damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re axivîn, nêrîn û hestên xwe anîn ziman.

ROBOSKÎ: PKK TI CARÎ BINKETINÊ NAPEJIRÎNE

Gerîlayê HPG'ê Andok Cîhan Roboskî hestên xwe yên der barê 27'ê Mijdarê wiha anî ziman; "Gelên Kurdistan û Rojihlata Navîn baş bê zanin ku Serok Apo tevî hevalên Mezlûm, Xeyrî, Heqî, Kemal di nava derfetên zehmet de, di rojên giran û nexweş de bingeha partiyê danîn û rojên nexweş ji bo gel kirin rojên xwe. Serokatî bi komek biçûk dest bi vê dozê kir û heya roja îro anî. Ev yek bingeha xwe ji fikr û bîrdoziya Serokatî digire. Îro hemû cîhan dizane koma ku serokatî ava kir ya ji pênc, şeş kesan pêk dihat, ji bo gelekî rizgar bike ket rê û  îro bûye bi hezaran, milyonan. Her kesek jî dizane vê peşveçûnê bingeha xwe ji raman û bîrdoziya Serokatî digirt. Hemû pêşveçûnên me û hemû destketiyên me bi bîrdoziya Rêber APO û bi xwîna Şehîdan pêk hatin." 

Roboskî bal kişand ser şehîden têkoşîna azadiyê û wiha dewam kir; "Ev têkoşîn bi saya hevalên me yên şehîd û bi nirxên gelê me hatiye heta roja me ya îro. Baweriya bi hezaran mirovaî bi rojên azad, bi fikir û ramanê Serokatî hebû ku bêyî bikeve nava gumanan jiyana xwe bexş kirin. Ewqas gerîla şehîd ketin, baweriya xwe bi fikr û ramanê Serokatî hebû ku şehadet dan ber çavan. Di nava PKK'ê de binketin ti carî nayê perjirandin. PKK her tim ji xwe re serketinê esas digire. Nirxê me yên herî pîroz şehîdên me ne û Rêbertiya meye. Em em şopdarên wana e."

'FELSEFEYA RÊBER APO HEBÛNA GELÊ KURD E'

Gerîla Roboskî bal kişand li ser gotinên Serokomarê wê demê û wiha pê de çû; "Di destpêka ava kirina partiyê de dijmin ewqasî propaganda dikir û digot 'em ê di nava 72 saetan de biqedînin'. Lê belê her kesî îro fêm kir ku dijmin ji derveyî xwe bixapîne tiştekî din nake. Êdî dijmin bi xwe jî dizane tiştek wisa ne gengaz e. Ji ber ku em gihiştine sed hezaran. Roja ku hebûna gelê Kurd da diyar kirin roja 27'ê Mijdarê ye. 27'ê Mijdarê bi felsefeya Rêber APO hebûna gelekî bi xwe re anî. Li gel vê ev roj ji bo gelê Kurd rojeke pir pîroz e. Îro em dinêrin bi sedan mirov ji bo vê dozê jiyana feda kirine û laşê xwe dane ber agir. Ev jî di bîrdoziyê de xwe kûr kirine û bawerî ye. Tişta ku serokatî ji me re hişt, xurtkirina têkoşînê ye, ji ber vê em soza xurt kirina têkoşînê didin. Li ser van esasan em soza xwe dubare dikin."

DELÎLA: TÊKOŞÎNA ŞEŞ KESAN ÎRO GIHÎŞT MILYONAN

Gerîlayê bi navê Seyîtxan Delîla jî li ser damezrandina PKK'ê hestên xwe wiha anî ziman: "Di serî de em sala 40'î li herkesî pîroz dikin û em soza xwe dubare dikin. Piştî şehadeta hevrê Hakî Karer partî hat damezirandin. Bêguman di nav derfetên giran de xwe damezirand û xwe da dewam kirin. Ji xwe, ji wê demê ve gelê Kurd serî hilda û şiyar bû. Têkoşîn bi şeş kesan destpê kir niha jî bi hezaran, bi milyonan kesan dewam dike. PKK bû hêviya hemû gelan, li ku derê gelek bindest hebe PKK jî li wê derê ye. Dijminan xwest tevgera me tasfiye bike, lê ji ber ku bingeha partiya me qeyîm bû, tasfiye nebû. Ji ber ku di bingeha PKK'ê de xwîna şehîdên me yên destpêkê hebû tasfiye nebû. Ev roj ji bo gelê Kurd çiqas girîng be, ji bo gelên bindest jî ewqasî girîng e."

AXÎN: PKK BÛ HEBÛNA GELÊ KURD

Gerîlaya YJA Starê Peyman Axîn jî got, "Destpêkê ez vê rojê li Rêber APO, şehîdan û li hemû gerîlayan pîroz dikin. Ev partî bi xwîna hevalên şehîd ava bûye, lewma partiyek bi nirx e û pîroz e. Em jî şopdarên wan hevalan e. Dema ku mirov li raboriya gelê Kurd ya berî ava bûna PKK'ê binêre, dibe ku mafê wan ê axaftinê jî nebû. Piştî ku PKK ava bû, gelê Kurd hebûna xwe anî ser ziman. Ji bo gelê Kurd ev roj, rojeke pir girîng e. Bingeha vê partiyê bi destê çend kesan hat danîn. Îro jî yên ku di refên tevgera azadiyê de têdikoşin gihîştine bi hezaran. Gelê Kurd û gerîlayên azadiyê şopdarên wan çend kesan e. Em jî di şexsê şehîdên tevgera azadî û gelê Kurd de soza bilindkirina têkoşînê didin."

CÛDÎ: PKK DI ŞERT Û MERCÊN HERÎ ZEHMET DE HAT DAMEZRANDIN

Gerîlayê HPG'ê yê bi navê Mazlûm Cûdî bal kişand ser şert û mercên dema avabûna PKK'ê û got; " 27'ê Mijdarê roja avabûna PKK'ê ye. PKK bi saya heval Hakî Karer, Mazlûm Dogan ava bû. Wê demê êrîşên pir tund li ser gelên bindest nexasim li ser gelê Kurd hebûn. Di demek wisa de rabûna li ber pergalê wêrektî bû. Di milê madî de jî derfet nebû ku partiyek ava bibe. Lê belê ji ber ku baweriya serokatî bi guhertina pergala kapîtalîst, bi jiyana wekhev û azad hebû, bi hejmarek pir kêm, li gel êrîşên dijmin ên hovane, PKK ava kirin."

Gerîla Cûdî bal kişand li ser nûçe yên dewleta Tirk û wiha axaftina xwe dewam kir: "Dijmin bi rêya çapemeniya xwe her cûre antî propaganda ya PKK'ê dikir, dixwestin PKK'ê weke tevgereke li dijî civakê bidin nîşandan, lê belê ji ber ku PKK di bingeha xwe de ne wisa bû, ji ber ku tevgerekî sosyalîst bû, xwe di nava civakê de jî bi rêxistin kir. Dijmin bi her cûre teknîka xwe, xwest PKK'ê tine bike lê belê PKK'ê li ber xwe da û di dilê gel de cih ji xwe re ava kir. PKK heta hatî vê rojê pir berdêl da, mirovên pir bi nirx xwe feda kirin, li gel vê yekê PKK hîna li ser piya ye. Pêwîste her kesek bizane, bê PKK'ê kes nikare faşîzmê bişkîne, gelên bindest nikare xwe rizgar bike nexasim jî gelê Kurd."

Cûdî axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir "Li ser van esasan em rêzdariya xwe ji bo şehîdên gelê Kurd û PKK'ê tînin li ser ziman. Bi vê wesîleyê em soza bilindkirina têkoşînê û dilsoziya bi Rêber APO didin."

NECÎBA: BI BERXWEDANA ZINDANAN DIJMIN ŞOQ BÛ

Gerîlayê bi navê Devran Necîba jî bal kişand li ser berxwedana zîndanan û êrîşen dewleta Tirk ên bi teknolojiya herî peşketî û wiha pêde çû. "Serokatî bi şeş hevalên xwe re dest bi têkoşînê kir. Li hemberî dewleta faşîst bindestî ne pejirandin û bi berxwedana zindanan dijmin şoq kir. Hevalên di zindanê de laşên xwe dan ber agir, bi saya wan hevalan PKK'ê bingeha xwe qeyîmtir kir. Bi tasfiyekariyê xwestin tevgera me tine bikin. Her roj dibêjin me PKK tine kir. Lê belê ne wisa ye, tu lê dinêrî li serê van çiyan bi hezaran gerîla hene. Dijmin bi teknolojiya xwe ya herî pêşketî êrîş dibe ser gerîla. Lê belê gerîla bi vîn û baweriya xwe hemû cûreyên teknolojiya dijmin ditevizîne. Gava mirov lê dinêre dibîne ku di dîroka Kurdistanê de pir serhildan çêbûne lê belê ji ber xiyanetên navxweyî, yek serhildan jî bi serneketiye. PKK li gel ewqas xiyanetan jî hê li ser piya ye. Ji ber ku PKK'ê xwe sipartiye raman û bîrdoziya Serok APO û heta niha jî li ber xwe dide. Em ê her tim li pey fikir û ramana serokatî bin. Li ser van esasan em soza bilindkirina têkoşînê didin."