PJAK: Em meşaleya têkoşînê di roja cîhanî ya jinan de bilind bikin

PJAK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê got, “Em meşaleya têkoşînê di roja cîhanî ya jinan de bilind bikin. Bê guman wê civak û jîngeh bi pêşengtiya jinan bigihêje azadiyê.”

Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di destpêka daxuyaniya PJAK’ê de tê gotin, “Em di rewşek wisan de 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pêşwazî dikin ku parastina şoreşa jin, jiyan, azadî û berdewam kirina wê ta serkeftinê ji bo hemû ferdên civaka Rojhilatê Kurdistan û tevayî gelên Îranê girîngiyek xwe ya taybet heye. Ev şoreş destpêka demsalek nûye ji bo têkoşînê. Destpêka guherînek bingehîne li Îranê. Em li ser bingehê xebata ji bo azadiya jinan hatine avakirin û heta gihiştina azadiya hemû jinan bi hêz û îrade em ê xebat û têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Di dewama daxuyaniyê de tê diyarkirin ku civakên îro di serdemekê de ne ku dijberiya jinê parçeyek ji pêkhateya şaristaniyê ya dewletên navendî û baviksalarî ye û hebûna jinê li dijî sîstemên ku berhema şaristaniya kapîtalîst a nêzî 500 salî ne, hebûna herî mezin a bindest a dîrokê ye.

PJAK’ê got ku, “Şaristaniya li ser sêgoşeya zilamsalarî, dewletparêzî û kapîtalîzmê hatiye avakirin hebûna jinê ji bo firotin û kolekirinê dibîne. Îro li her aliyê cîhanê dijberiya jinê gihaye asta herî metirsîdar. Niha rewşa sedsalên navîn ji bo jinan bi hemû pêkhate û metirsiyên xwe ve li Rojhilata navîn tê dîtin. Cîhaneke ku tijî zilm û koletiye li dijî jinan, pêwîstî bi xebat û têkoşînek herî mezin heye ji bo rizgarî û azadiyê.”

PJAK’ê di daxuyaniya xwe de behsa sîstema îro li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî dike û dibêje; “Sîstema ku îro li Îran û Rojhilatê Kurdistanê heye, li ser bingehê qefesa hesinin. Vê sîstemê civak û jinê dîl girtiye û jîngehê xirakiriye. Serhildan û raperîna civakê ya bi pêşengtiya jinan a li seranserî Îranê lî dijî vê sîstemê ye.

Cihê kêfxweşiyê ye ku têkoşîna azadiyê ya jin û gelan a ji aliyê pêşengên Rojhilata Navîn ango gelê Kurd, îro meşaleya azadiyê ber bi Îranê ve hildaye û serhildana herî geş tomar kiriye. Bê guman ev zindîbûn li ser bingehê xebat û têkoşîna bi dehan sal a gelê Kurde.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî tê gotin: “Civaka me îro azadiya xwe di azadiya jinan de dibîne, ev rêya herî paqij, bi exlaq û siyasî ya têkoşîna demokratîke. Pêwîste em hemû baweriyek xurt bi destkeftiyên mezin ên şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ bînin. Ji bo gihandina lûtkeya têkoşînê, bi coş û biryardariyek xurt a bi şoreşa jinan û dirûşma Newroz berxwedane, berxwedan jiyane. Em meşaleya têkoşînê di roja cîhanî ya jinan de bilind bikin. Bê guman wê civak û jîngeh bi pêşengtiya jinan bigihêje azadiyê.”