PJAK'ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî.

Komîteya Malbatên Şehîdan a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) daxuyaniyek derbarê şehîdên meha Gulanê de belav kir. Komîteya Malbatên Şehîdan a PJAK’ê şehîdên meha Gulanê bi bîranî.

Daxuyanî wiha ye:

"Bê guman ji bo gelekî ku xebat û jiyanek wiha bi awayên cûda tê kirin, têkoşîn bûye reng û rêbazeke jiyanê. Em Kurd bi berxwedanê dizanin ku ev çi werzek ji salê ye. Ji bo bihara azadiyê em dizanin çend maye, her wiha li çiyayên Zagrosê dem di nava berxwedanê de digere, hêvyek derdikeve holê.

Em hemû şehîdên meha Gulanê, şehîd Hekîm, Nupelda, Axîn, Nalîn, Bawer, Şîrîn Ferzad, Ferhad, Soran û şehîd Vedat bi bîr tînin. Em hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em serê xwe li ber bîranîna wan ditewînin, her wiha em soz didin ku em ê meha Gulanê bikin havên azadiya gelê xwe. Di heman demê de em bang li gelê xwe dikin xwedî li bîranînên şehîdan derkevin."