PJAK: Di encama komploya Îranê de 2 gerîla şehîd bûn
PJAK’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya du gerîlayên ku di encama komployek hêzên rejîma Îranê de, li herêma Çem Şilêr a Pênciwênê şehîd bûne, eşkere kir.
PJAK’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya du gerîlayên ku di encama komployek hêzên rejîma Îranê de, li herêma Çem Şilêr a Pênciwênê şehîd bûne, eşkere kir.
Hevserokatiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya du gerîlayên ku li Herêma Çem Şilêr a ser bi bajarê Pênciwên a ser bi Silêmaniyê şehîd bûne, eşkere kir. PJAK'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku hevalê wan Zagros Manî û Şewger Çiya dema li ser erka bûn, di encama komploya rejîma Îranê de hatin şehîdxistin.
Di daxuyaniya PJAK’ê hate gotin; "2 kes bi armanca dîtina komek hevalên me, serdana Herêma Çem Şilêr dikin. Ev du kesên kirêger, bi pîlanek berê hatî amadekirin, diçin gel hevalên me û dema firsetê dibînin pîlana xwe pêk tînin. Di encamê de 4'ê Sibata 2021'ê de her du hevalên me Zagors Manî û Şewger Çiya bi şêwazek ne mirovane tên şehîd xistin. Ev bûyer carek din rûyê dij mirov ê komara dagirker ya Îslamî nîşan da."
Nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha ye:
Nav û Paşnav: Mehdî Rizayî
Navê Tevgerê: Zagros Manî
Navê Dayîkê: Êzet
Navê Bav: Ehmed
Dayîkbûn: Kirmaşan
Dîroka Tevlîbûnê: 2014
Dîroka Şehadetê: 4 Sibat 2021
Nav û Paşnav: Ako Fetih
Navê Tevgerê: Şewger Çiya
Navê Dayîk: Şerafet
Navê Bav: Seîd Murad
Dayîkbûn: Sine
Dîroka Tevlîbûnê: 2018
Dîroka Şehadetê: 4 Sibat 2021