PJAK'ê ji bo Qadir Hecî Elî serxweşî da

PJAK'ê ji bo Qadir Hecî Elî, Endamê berê yê Polîtbûroya YNK'ê û yek ji damezrandêrê Tevgera Goran peyama serxweşiyê da.

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser wefata Qadir Hecî Elî ku çûyî ber dilovaniya xwe peyama serxweşiyê da.

PAJK'ê diyar kir Qadir tim ji bo azadî û demokrasiyê têkoşiyaye, ji bo gelê Kurd xebat kiriye û ev keda wî ya di ber gelê Kurd de wê neyê jibîrkirin.

PJAK’ê di peyama xwe de wiha got:

 “Di vê rewşa hestyar ya Başûrê Kurdistanê de  wefata kek Qadir, xisarek mezin ji bo demokrasî û yekrêziya gelê Kurd e. Kek Qadir hemû temenê xwe di oxira azadiya gel û nîştimanî de derbaz kir. Wek rêveberek diyar û wêrek rolê xwe di têkoşîna demokratîk û azadîxwaz ya Kurdistanê de girt. Hertim dijî zilm, zordarî û dagirkeriyê bû.

Kek Qadir di hemû erkên xwe de hertim xizmetek mezin ji bo têkoşîna azadîxwaz ya Kurdistanê kiriye û hertim ji bo azadî û demokrasiyê têkoşiyaye. Wê hewldanên Kek Qadir yên ji bo azadî û demokrasiyê, ji aliyê gelê Kurd ve ticarî neyê ji bîr kirin.”