PJAK'ê 5 şoreşger bi bîr anî

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), 5 şoreşgerên ku di 9'ê Gulana 2010'an de ji aliyê rejîma Îrane ve hatin darvekirin bi bîr anî.

Meclîsa PJAK'ê bi daxuyaniyekê Şîrîn Elamhûlî, Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Eslamiyan di salvegera 10'emîn a darvekirina wan de bi bîr anî. Çar ji van şoreşgeran ji aliyê rejîma Îranê ve bi endametiya PJAK'ê û Eslamiyan jî bi endametiya "Meclîsa Qraliyeta Îranê" ku komeke alîgirê monarşiyê ye, dihate sûcdarkirin.

Di daxuyaniya PJAK'ê de wiha hate gotin; "9'ê Gulanê ji bo tevgera azadîxwaz a Rojhilatê Kurdistanê, roja li dijî fikrê tarî ye. Di vê rojê de dewleta dîktator a Îranê 4 têkoşer û şoreşgerên Kurd bê ku werin dadgeh kirin, bi darve kir. Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Elî Heyderanî, Ferhad Wekîlî û Mehdî Îslamiyan, bûne sembola têkoşîna dijî dîktatoriyê. Wê têkoşîn û berxwedana wan di bîra Kurdan de bimîne û bîranîna wan neyê ji bîr kirin. Em hemû şehîdên girtîgeh û meha Gulanê bi bîr tînin. Em soza dewamkirina têkoşîna wan didin.

Îran yek ji wan welatên ku herî zêde xwedî girtiyên siyasî ye. Kesên ku muxalefet û rexneyan dikin, weke kesên asayîşa neteweyî tevlîhev dikin, têne binavkirin. Di bin navê 'dijminên xuda' de têkoşerên siyasî têne darvekirin. Sîstema darvekirinê ya Îranê, mafê jiyanê binpê dike û ji bo afirandina tirsê ye. Wê Îran bi darvekirin û girtinan nekaribe pirsgirêkan çareser bike. Wê Îran bi şîdetê nekaribe demokrasî û azadiyê pêk bîne. Em careke din weke PJAK'ê darvekirina şoreşgeran şermezar dikin. Em di kesayeta şehîdên meha Gulanê de carek din soz din ku em ê heya serketinê, têkoşîna xwe dewam bikin. Wê darvekirin û bêdeng kirin, nekaribe têkoşîna dijî newekheviyê bide rawestandin."