PJAK'ê 4'ê Nîsanê li jinan û hemû gelên azadîxwaz pîroz kir
PJAK bi daxuyaniyeke nivîskî 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dayikan, jinan û hemû gelên azadîxwaz pîroz kir.
PJAK bi daxuyaniyeke nivîskî 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dayikan, jinan û hemû gelên azadîxwaz pîroz kir.
Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyameke weşand.
Di peyamê de hat gotin, "Em hêvî dikin ku gelê me li Rojhilatê Kurdistanê bi rihê pêşwazî kirina Newroza îsal ya vê rojê, her du zayîna pêşwazî bikin û di vê rojê de her kes bi dardanînê beşdarî pîrozbahiya vê rojê bibe."
Daxuyaniya PJAK'ê ya li ser rojê bi vî rengî ye:
"Em 68’emîn salvegera jidayikbûna Rêberê gelê Kurd Rêber Apo bi taybetî li gelê Kurd, li gelên azadîxwaz û mirovahiyê pîroz dikin. Jidayikbûna Rêberê gelê Kurd Rêber Apo jîndarî û zayîna gelê Kurd û vejîna şoreşa hebûnê ya neteweya Kurd e. Rêber Apo bi felsefe, raman û bîrdoziya xwe, careke din nirxên civaka polîtîk û exlaqî jîndar kir yên ku hatibûn tine kirin. Û ji bo mirovên azad û jiyaneke azad, bi berdêl û têkoşîneke bêhempa, têkoşeriya jiyana rasteqîn kir û hê jî dike. Jidayikbûna Rêber Apo ne bi tenê ji bo gelê Kurd jîndariyek bû, ji bo hemû gelên bindest bû destpêka di rêya jiyana ber bi heqîqetê ve. Di dîroka têkoşîna gelê Kurd de bû vejîna jiyan û rêbaza têkoşînê. Her wiha di roniya vê felsefeyê de gelê Kurd bi taybet jina Kurd hat perwerde kirin û şiyar kirin, bi perwerdekirinê re xwe rêxistin kir û xwedî li nasname û hebûna xwe derket. Rêber Apo jin ji nû ve afirand û ji bo ku li xwebûna xwe xwedî derkeve ku bikaribe xwe ji pençên pergala desthilatdariyê rizgar bike.
Di heman demê de roja 4’ Nîsanê roja damezirandina “Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê” PJAKê em li hemû gelên azadîxwaz ên Rojhilatê Kurdistanê bi taybet li malbatên şehîdan û hemû dayikan pîroz dikin. Roja 4’ê Nîsanê di dîroka têkoşîna gelê Rojhilatê Kurdistanê de xwedî wateyeke girîng e. Li Rojhilatê Kurdistanê PJAK di roniya fikr û felsefeya Rêber Apo de xwe li ser hîmê daxwazên gelê Kurd yê azadiyê rêxistin kir û PJAK ji ber hêvî û çanda kevneşopiyê ya berxwedaniya vî gelî derket holê û bi salan ji bo doza azadiya gelê Rojhilatê Kurdistanê tekoşîneke bêhempa dide. Avabûna PJAK’ê di rastiyê de xwedî derketina li nirxên gelê Kurd û li Rojhilatê Kurdistanê ye. Îro PJAK ji bona ku pirsgirêkên li Îranê hene û ji bona azadiya gelê Kurd û biratiya gelan li Îranê xwe rêxistin kiriye û ji bo bi rêya Siyaseta Demokratîk çareseriyê mîsoger bike, her dem xwedî hewldan e û di vê rêbazê de bi israr bûye. Lê belê heta niha rejîma heyî her dem di rêbazên xwe yê derveyê çareseriyê de israr û berdewam kiriye û van hewldanan ji nedîtî ve tê. Di pêvajoyeke wiha de ku hemû gelên Rojhilata Navîn di nava berxwedan û serhildanan de ne, ji bo azadî û mafê xwe, ew teqez ji bo gelê Rojhiatê Kurdisanê pêwîstiyeke jêneveger e.
Ev çardeh sal in ku PJAK li ser hîmê hişmendiya “Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jin” ji bo çareseriyeke mayînde, çareserkirina pirsgirêk û demokratîzekirina Îranê xwedî rêbazên têkoşînê yê dewlemend bûye. Di oxira vê têkoşîna azadiyê de bi sedan şervanên azadiyê, canê xwe di vê rêyê de feda kirin û deskeftiyên mezin bi dest xistine. Di roja îro de jî PJAK di Îranê de di xeta sêyemîn de bûyek alternatîfek li beramberê hemû desthilatdariya li ser gelê Kurd li Îranê. Ji bo avakirina pergala neteweya demokratîk û bihevrejiyîna gelan xwedî hişmendiyeke demokratîk e. Di heman demê de li Rojhilatê Kurdistanê jî ji bo avakirina bereyek çep û demokratîk ya Kurd di nava hewldanan de ye. Damezirandina PJAK ji bo gelê Rojhilat û Îranê hêviyeke nû û ji bo bibicihanîna daxwazên gelan e. Bi damezirandina PJAK’ê re asta têkoşîna daxwaza azadî, wekhevî û destkeftiyê gelê Kurd li Îranê rejîma heyî mecbûrî çareseriyan dike. Îran jî ji bo ji qeyrana siyasî, civakî û rêveberiyê yên derve xwe xilas bike û pêşî li êrîşên derve bigire, astengiya sereke rejîma statukoparêz ya heyî ye. Ji bo vê kelemê rake û pêşiya van êrîş û teqînên hundirîn bigire rêya vê demokratîzekirina pergala heyî û mafê gelê li Îranê ku ji mafên xwe yê rewa bê maf mayîn e. Sedsala 21’emîn sedsala qedera gelan bi taybet qedera gelê Kurd diyar dike. Sedsala azadiya gelên bindest û mafên rewa yê gelan e. Ji bo vê jî gelê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî pêwîstiya wê bi vê yekê heye. PJAK jî di van salên derbasbûyî de bi baweriya bi hêza gel xwe rêxistin kir û li ser vî hîmî jî xebat da meşandin. Bi baweriya pêşgiriya gel xeta xwe ya têkoşîna azadiyê bi israr devam kir û dike.
Mirov dikare bêje ku 4’ê Nîsanê ji bo gelê rojhilatê Kurdistanê du zayîn e. Ji ber PJAK di pêşengiya şervanên wek Akîf, Manî Mahabat, Zîlan Pepûle, Zana, Xoşmêr, Tewar Mahabat, Ronahî Sine, Zagros û Hêminan ku di sala 1999’an de li ber roniya felsefeya Rêber Apo beşdarî têkoşîna azadiyê bû. Di damezirandina “Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê” PJAK de jî rola pêşengtiyê girt ser milê xwe heya kêliya dawî bi vê bawerî û xwe di avakirina felsefeya Apoyî de bê teredud ji bo azadiya Rêber, gel û welatê xwe têkoşiyan û canê xwe feda kir. Di serî de di kesayeta têkoşer ya van hevalan de em hemû şehîdên doza azadiyê bi bîr tînin û sonda bilindkirina têkoşîna azadiyê didin.
Di dawî de em jidayikbûna Rêber Apo di serî de di kesayeta dayika Pîroz dayika Uveyş hemû dayikan, hemû jinan û hemû gelên azadîxwaz pîroz dikin. Em hêvî dikin ku gelê me li Rojhilatê Kurdistanê bi rihê pêşwazî kirina Newroza îsal ya vê rojê, her du zayîna pêşwazî bikin û di vê rojê de her kes bi dardanînê beşdarî pîrozbahiya vê rojê bibe û vê weke çandeke li Rojhilatê Kurdistanê jî pêş bixin."