PJAK: Di êrîşa Kunemasiyê de hevrêyekî me şehîd bûye

Meclîsa PJAK’ê ragihand ku di bombebarana duh a li Seyrangeha Kunemasî ji aliye balafirên dewleta Tirk a dagirker ve pêk hatibû de, hevrêyekî wan şehîd bûye û 3 jî birîndar bûne.

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li ser bombebarana 25’ê Hezîranê ya li Seyrangeha Kunemasî ya Silêmaniyê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ve pêk hatibû de, daxuyaniyek nivîskî weşand.

PJAK’ê têkildarî mijarê ev agahî parve kir: “25’ê Hezîranê saet di 17.00’an de li Seyrangeha Kunemasî ya girêdayî Şarbajar a Silêmaniyê komek hevalên me dema ji ser erka xwe vedigeriyan, bûne hedefa balafirên şer û sixûriyê yên dewleta faşîst a Tirk. Di encama vê êrîşê de hinek welatiyên Başûrê Kurdistanê ku ji bo seyranê hatibûn wir jî, bûn hedef. Her wiha ziyanek mezin a madî gihîşt xelkê vê herêmê.

Di encama vê êrîşa hovane de hevrêeykî me gihîştiye şehadetê, 3 hevalên me jî birîndar bûne.

Em vê êrîşa hovane şermezar dikin û ji birîndaran re şifaya xêrê dixwazin.

Em ê di demeke nêz de têkildarî bûyerê zanyariyên berfirehtir bi raya giştî re parve bikin.”