Piştî dê, wê bavê wî jî bê girtin

Gulsen Dalpolat girtî ye, wê hevserê wê jî bê girtin. Emîrcan ê 7 salî, girtîgeha Baybûrtê weke nexweşxaneyê dizane û jê heye ku dayika wî jî li wê derê li ber pîrka wî ye.

Malbata Dalpolat a li navçeya Golan a Erdexanê dijî, li dijî bêhiqûqiya dadgeriya Tirk têdikoşe. 4 zarokên bi navê Emîrcan, Leyla, Aslan û Ceylan ên malbata Nûrbay û Gulsen Dalpolat hene. Dayik Dalpolat ev 3 meh û 20 roj in li girtîgehê ye. Hevserê wê Nûrbay Dalpolat jî wê bikeve girtîgehê. Emîrcan ê biçûk û 3 xwişk û birayê wî ku diçin dibistanê, wê li naverastê bimînin.

Dayik Gulsen Dalpolat, ji ber lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Erdexanê, ji ber karê xwe yê li nava KJA'yê û tevlîbûna li civînan hate binçavkirin. Piştî 13 rojên binçavkirî Dalpolat bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Erdexanê ve 6'ê Tîrmeha 2017'an hate girtin. Dalpolat li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Baybûrtê tê girtin.

ROJNAME Û ŞAL WEKE DELÎLÊ SÛC HATIN NÎŞANDAN

Li mala Gulsen Dalpolat di dema lêgerînê de toqeyeke kesk-sor-zer, şala ji wêneyê Selahattîn Demîrtaş û 3 rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî hatin dîtin û weke sûc hatin nîşandan. Dadgerê Tirk, bi îdîaya 'guman heye bireve' der barê dayika 4 zarokan de biryara berdana bi şertê kontrola edlî neda û biryar da ku bê girtin.

BAV JÎ WÊ BÊ GIRTIN

Nûrbay Dalpolat jî, ji ber parvekirinên xwe yên li ser hesabê medya civakî, bi îdîaya "heqaret li Serokkomar kiriye" doz lê hate vekirin. Piştî ku 26'ê Tîrmeha 2017'an ahte binçavkirin û ji aliyê dozgeriyê ve îfadeya wî hate girtin, ew derxistin pêşberî Dadgeha Ceza ya Asliye ya Golanê. Dadgehê salek û 5 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Dalpolat birî. Piştî ku ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin, li dû serlêdana ji bo taloqkirin hikum, ceza 4 mehan hate taloqkirin. Ev taloqkirin wê 23'ê Mijdara 2017'an wê biqede û Nûrbay Dalpolat wê bê girtin. Bi girtina Nûrbay Dalpolat re wê Emîrcan ê biçûk bê dê û bê bav bimîne.

JÊ HEYE KU DAYIKA WÎ LI NEXWEŞXANEYÊ YE

Haya Emîrcan ji tiştekî nîne. Bavê wî Nûrbay Dalpolat jê re gotiye ku dayika wî li nexweşaneyê li ber pîrka wî ye. Dalpolat got, "Hê nizane ku dayika wî li girtîgehê ye. Herî dawî di Cejna Qurbanê de dayika xwe dît. Jê heye ku Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Baybûrtê nexweşxane ye. Carna di xew de bang li dayika xwe dike. Timî li dayika xwe dipirse. Dibêje 6 xaltîkên min hene, bila ew biçin cem pîrka min û ew vegere malê."