Piştî 24’ê Hezîranê hejmara penaberan zêdetir bûye

Li Wanê piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê hejmara penaberan zêdetir bûye. Her roj bi sedan penaber ji Termînala Otobusan a Wanê bi awayekî derzagonî ji bajarên din re tên şandin.

Li Wanê piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê hejmara penaberan zêdetir bûye. Penaberên ku tên Wanê, piştî ku bi rojan li Otogara Wanê tên sekinandin, bi awayekî derzagonî bi otobusan re ji bajarên din re tên şandin. Berê jî penaberên ku dihatin Wanê, bi şev bi awayekî nepen li otobusan dihatin siwarkirin û şandin. Di van demên dawîn de penaberên ku tên Wanê, êdî bi roj jî wan dişînin.

HATINA PENABERAN ZÊDETIR BÛYE

Li Wanê ya ku nêzî Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ye, her roj bi sedan penaber tên Wanê. Penaberên ku temenê wan di navbera 15-25 salan de ne; ji Efganistan, Tirkmenistan, Îran, Kazakistan û Ozbekistanê tên Wanê. Penaberên ku ji van welatan tên Wanê, beşeke wan a zêde li Wanê dimînin û beşek jî li bajarên din ên herêmê û li bajarên Tirkiyeyê tên bicihkirin.

PENABER ÊDÎ BI ROJ JÎ TÊN ŞANDIN

Beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê penaber bi şev tevî polîsan li otobusan dihatin siwarkirin lê piştî 24’ê Hezîranê êdî penaber bi roj jî tên şandin. Li aliyê pêş ê Otogara Wanê rêwî li otobusan tên siwarkirin û hinek fîrma jî li paş Otogarê penaberan siwar dikin. Penaber beriya ku li otobusan werin siwarkirin, fîrma bazarê bi wan re dike û piştî stendina pereyan, penaber li otobusan tên siwarkirin. Tê diyarkirin ku polîs hay ji vî tiştî heye û çavê xwe ji vî tiştî re digire.

ARMANCA AKP’Ê EV E KU DEMOGRAFIYA HERÊMÊ BIGUHERÎNE

Hikumeta AKP’ê bi penaberên Efgan, Çerkes, Ozbek û Kirgiz re dixwaze demografiya herêmê biguherîne. AKP’ê bi vê mebestê bi hezaran penaber li Bedlîs û Wanê bi cih kiribû. Derketibû holê ku hikumeta AKP’ê beriya niha jî nêzî 250 Tirkên Gergavûz ên li Ûkraynayê li navçeya Adilcewaz a Bedlîsê û gelek malbatên Kirgiz jî li gundên Ûlûpamîr ê Erdîşa Wanê bi cih kiribû.

Tê diyarkirin ku AKP ji bo guherandina demografiya herêmê û ji bo ku li dijî PKK’ê bibin cerdevan hewl dide 75 hezar penaberan li herêmê bi cih bike.