Piştî 2 salan cenazeyê wî dan malbatê

Cenazeyê Yûnûs Dîlmaç ê di berxwedana rêveberiyê ya Nisêbînê de şehîd bibû ku dan malbatê, li Goristana Asî ya Êlihê hate veşartin.

Cenazeyê Yûnûs Dîlmaç ê ku di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de şehîdbûyî piştî 2 salan dan malbatê. Cenazeyê Dîlmaç ji Mûdûryeta bajarê mezin a Mêrdînê hat wergirtin û teslîmî birayê wî Necmî Dîlmaç kirin. Cenazeyê Yûnûs Dîlmaç ê ku anîn Êlihê bi tevlibûna HDP’ê, rêveberên DBP’ê û Dayîkên Aşitiyê bi merasimekî heybet li Goristana Asî ya Êlihê hate veşartin. Piştî merasîmê hat ragihandin ku wê sersaxî li mala malbata şehîd be.

JI 30 CENAZEYAN ZÊDETIR NEDANE MALBATAN

Cenazeyê Yûnûs Dîlmaç rexmî testa DNA jî, ji 25’ê Tebaxê 2017 û vir ve nehatibû dayîna malbatê. Hat ragihandin ku 30 kesên ku di qedexeya derketina ji derve de jiyana xwe ji dest dane, hê jî nedane malbatên wan.