Piştî 18 salan turnuvaya futbolê ya pîremêran

Li Wargeha Mexmûrê cara duyemîn piştî 18 salan turnuvaya futbola ya ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê ya Pîremêran tê lidarxistin.

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê di bin sêwana TCM’ê de Turnuvaya Futbolê ya Şehîdên Meha Gulanê ya Pîremêran piştî 18 salan cara duyemîn tê lidarxistin. Turnuva sibe saet 05:00’ê êvarî destpê dike.

Berdevkê Komîteya Amedekariya turnuvayê Rizgar Benek têkildarî amadekarî û turnuvayê agahî da ANF’ê. Benek diyar kir ku weke Meclîsa Tevgera Ciwanên Mexmûr/Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûr (TCM/TJCM) ji bo Şehîdên Meha Gulanê bibîr bînin û weke moralekê ji bo gel ev turnuvaya futbolê dane destpêkirin.

8 TÎM TEVLÎ TURNUVAYÊ DIDIN

Benek anî ziman, ji ber ku turnuva ji welatiyên temen mezin ên wargehê pêk tê. Temenê lîstikvanan li jora 45’an destpê dike ji bo wê di vê mijarê de pir hesas nêzîk bûne û hemû amadekariyên çi tenduristî û ewlekariyê girtine. Benek anî ziman ku turnuva ji 8 tîman pêk tê û got: “Ji van 5 ji semtan û 3 jî saziyan pêk tê. Her tîmek li ser navê semta xwe yên mîna Semta Şehîd Alîşêr Koçgirî, Şehîd Çîçek Botan, Şehîd Xebat Dêrik, Şehîd Robar û Şehîd Rozerî pêk tê, dîsa tîmek li ser navê Asayîşa Wargehê, Milîs û Qada Civakî pêk tên.”

‘PIŞTÎ 18 SALAN CARA DUYEMÎN E’

Berdevkê Komîteya Amadekar Rizgar Benek têkildarî xebatê jî ev tişt anî ziman: “Dema ku em ev mijar danî pêşiya xwe û me bi welatiyên wargehê re nîqaş kir, em rastî eleqeyek mezin hatin. Her kesê baş nêzîk bû û ji bo pêkanîn wê hêz da me. Ev turnuva cara duyemîne ku tê amadekirin. Ya yekem salên destpêkê yên koçberiya mexmûr hatibû lidarxitin. Ev dibe 18 sal ku nû bê lîstin.“

‘JI BO HÊZ Û MORALÊ BIDIN GEL’

Benek têkildarî armaca lidarxistina vê turuvayê jî wiha got: “Yekem armanca me di serî de şehîdên Meha Gulanê bibîr bînin û dîsa coş û moralekê bidin gelê xwe. Ji ber ku spor ne tenê girêdayî ciwanan e. Kal û pîremêrên me jî dikarin sûd ji vê yekê bigire û di qadên sporê de cih bigirin. Ev wê hem bibe moralek û hem jî bibe gavek ji bo jiyîna bi tendurist.”

BANGA PIŞTGIRÎKIRINA TÎMAN

Herî dawî Benek anî ziman ku ev xebat her çendî di bin sêwana TCM/TJCM’ê de bê lidarxistin, lê xebatekî ku keda hemû sazî û dezehan têde heye û spasdariya xwe pêşkêşî hemû saziyan kir.Dîsa Benek anî ziman ku sibe bi awayekî fermî turnuva destpê dike û banga tevlîbûna gel a ji bo turnuvayê kir ku hêz bide lîstikvanan.

Bi rêzê ve Tîma Semta Şehîd Elîşêr Koçgirî- Şehîd Çîçke Botan, Qada Civakî- Semta Şehîd Robar, Milîs-Semta Şehîd Rozerî û Asayî li gel Semta Şehîd Xebat Dêrik diçin ji hev re.

Sibe seat 05:00’an li sahaya futbolê fermî turnuva destpê dike.