Piştgiriya ji bo greva Hewlêrê zêde dibe

Piştgiriya ji bo çalakiya Wekîla HDP’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin mezin dibe. Greva li Hewlêrê kete roja 10’an. Nûnera HDP’ê ya Hewlêrê Muzeyan Guneş anî ziman ku eleqe zêde ye.

Nûnera HDP’ê ya Hewlêrê Muzeyan Guneş, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger a berê 10 rojan li Hewlêrê ku ji bo piştgirîkirina çalakiya Leyla Guven a ji bo şikandian tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, nirxandin kir.

Guneş got: “Ji sala 2011’an û vir ve parêzer nekarîne bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Du salên dawî jî malbatê jî ti hevdîtin pêk neaniye.” Guneş anî ziman ku armanca wan şikandina vê tecrîd û êşkenceya giran e.

Guneş bibîr xist ku bê Ocalan ne mimkûne ku pirsa Kurd çareser bibe, vê yekê her kesê dît û wiha pêde çû:

 “Nêzîkatiyeke ku li ti hiqûqê cih nagire li ser Ocalan tê kirin. Sedemê vê sîstema êşkence û pêkanînên dij hiqûqê yên li ser tên kirin jî, sîsteam ku nû xuliqandî û ramanê nû ye. Bi sîstema nû sîstema serwer û kapitalîsim tirsandiye. Panzehîra sîstema wan e. Vê fikir û sîstemê ji bo xwe weke hilweşandin dibîne. Ji bo vê zext û êşkenceyek ku li ti derê cîhanê neyî li ser tê kirin. Ev 20 sal in vê sîstema êşkence û zextê didomînin. Rê û rêbazên ku CPT li ser bimeşe hene. Dema mijar dibe Ocalan CPT sîstama xwe binpê dike. Dema mijar dibe Kurd hemû dibin yek pêkanînên zilmê dixin meryetê. Ji derveyî kuştina Kurdan û derveyî siyasetê hiştin tiştekî din nakin.”

Guneş diyar kir ku ji bo piştgirîdayîna greva birçîbûnê ya Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kirine û wiha got; “Pêkhateyên civakê serdana rêhevaên me yên di greva birçîbûnê de dikin. Ev serlêdan jî ji bo piştgirîdayîna rêhevalên me ne. Di çalakiya greva birçîbûnê ya 10 rojan de gelek partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, nivîskar û erkdarên perwerdehiyê yên zanîngehan serdana rêhevalên me dikin û piştgiriya xwe tînin ziman.”

Guneş diyar kir ku rêxistina mafê mirovan a Ewropayê jî serdana çalakgeran kirine û agahî wergirtine. Guneş bi domdarî got; “Bi taybet me rewşa Kurdan, zext, zilm û komkujiyên Erdogan û rejîma AKP’ê ji wan re vegot. Hevalên me yên di çalakiyê de daxwaz ji wan kir ku piştgiriya Erdogan nekin. Wan jî bersiva ‘raste agahiya me jê heye em dişopînin’ dan. Lê dema helwest nîşandanê mesele dibe siyasî ji bo wê jî tiştekê nakin.”

Guneş diyar kir ku wana rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li ser gelê Kurd ji şandeya mafê mirovan a Ewropayê re ragihandine.

Guneş bang li Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê kir û wiha got; “Divê li çar parçeyan em bi ruhê netewî tevbigerin. Li Bakur gelê me tevî hemû êrîş û zextan di hilbijartinan de wê dengê xwe bidin HDP’ê û li dijî Erdogan helwestekî hevpar nîşan bidin. Em ji bo gelê me yê li Rojhilat, Başûr û Rojhilat jî vêya dibêjin; Hemû hedefa Erdogan gelê Kurd û destkeftiyên Kurdan e. Hefeda wî ne tenê Bakur e. Li gorî vê zanebûnê tevger bikin û yekîtiya netewî ava bikin. Em dibêjin werin em destkeftiyên xwe biparêzin.”