Pisporê siyasetê Nadir: Bi pêşniyarên Ocalan hemû krîz wê çareser bibin

Pisporê Siyasetê Kawa Nadir ê Başûrî got, ‘’Heke pêşniyarên Ocalan bihatana bicihanîn di nav Kurdan de wê eniyeke mezin çêbibûya. Wê hemû krîzên Başûrê Kurdistanê çareser bibûna.’’

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku bi destê dewleta Tirk dibe li çar parçeyên Kurdistanê di rojevê de ye.

Pisporê Siyasetê yê ji Başûrê Kurdistanê, nivîskar Kawa Nadir diyar kir heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe li ti parçeyên Kurdistanê doza Kurd wê çareser nebe û yên ku dibêjin wê çareser bibe jî Kurdan dixapînin.

Nadir 1991’ê diyar kir ew beriya Raperîna 1991’ê bi demeke kûrt bi demekê çûne cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Nadir li ser vê hevdîtinê got:

 ‘’Li Rojhilatê Kurdistanê min komek PKK’yî dîtin. 1988’an jî li Başûrê Kurdistanê hêzên siyasî şikestibûn. Ji bo ev krîz derbas bibin û bandora şikestinê qels bibe li Başûr lêgerîneke felsefî, hêz û têkoşînê hebû. Wê demê jî a rojane felsefeya Marksîst û Lenînîst bû.

Me bawer dikir ku ji bo çar parçeyên Kurdistanê pêdivî bi partî û têkoşîneke nû hebû. Ji bo vê em çûn bi hevalan re axivîn.

Li gorî dîtina me PKK li Başûrê Kurdistanê, tişta ku me jê bawer dikir, ango siyaseteke ji bo çar parçeyên Kurdistanê dikir. Me bawer dikir ku PKK dikare vê bike. Ji bo vê em bi navê Komalên Renjdaran 1992’an çûne Akademiya Mahsûm Kormaz.

Cara pêşî min Serok li wir dît. Wê demê siyaseta Kurd parçebûyî bû. Di van pêkhateyên siyasî de ku parçebûn dijîn xwe dispartin deverekê wiha dixwestin siyasetê bikin. Ji bo vê jî hêzên hêrêmê jî ji bo berjewendiyên xwe bi rehetî ew bi kar dianîn.’’

 ‘HEKE PÊŞNIYARÊN WÎ BI CIH BIHATANA WÊ YEKÎTÎ AVA BIBÛYA’

Nadir diyar kir ku dema ku ew gihaştine Akademiyê Ocalan pêşwazî li wan kiriye, nêzî 45 deqeyan avivî ne, piştre ji wan re gotiye ‘hûn westiyayî ne, bêhna xwe bidin û piştre em ê biaxivn.’’ Nadir diyar kir ku dema ku ew li wir bûn wan li ser rewşa Başûrê Kurdistanê û 4 parçeyan axaftin kirine û roja dawî jî Ocalan li Akademiya Mahsûm Kormaz ders daye wan.

Nadir diyar dike ku pêwendiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji bo Başûrê Kurdistanê pir zêde bûye û li ser wê radiwestiye bê ka kêşeyên Başûrê Kurdistanê wê çi rengî çareser bibin û her wiha têkiliyên PDK’ê û Tirkiyê meraq dikir û dinirxand.

Nadir bi domadarî got: ‘’Rêberî gote me, ‘’ez hevalê w eme. Ji bo ku Kurd ziyanê nebînin, weke nûnerê min biçin bi hêzên Başûr re peymanê girêbidin. Hûn çi peymanê girêbidin ez ê bipejirînim. Rêbertî ji bo hêzên Başûr çend pêşniyar dane me.’’

Nadir bi domdarî diyar dike ku ew li Başûr vegeriyane, pêşniyarên Ocalan dane ber hêzên Başûrî, ber lîderên partiyên Başûr lê guh nedanê.

Nadir diyar kir ku pêşniyar li ser rawestandina Birakujiyê, avakirina eniyeke mezin a navbera Kurdan bû. Nadir wiha pê de diçe, ‘’Heke enî bihata avakirin krîza li Başûrê Kurdistanê wê çareser bibûna. Heke krîzên wê demê çareser bibûna ez îdîa dikim krîz û têkçûna 16’ê Cotmehê wê çênebûna.’’

 ‘RÊBERTIYA NETEWÎ’

Nadir bal kişande ser taybetmendiyên Ocalan û got: ‘’Taybetmendiyên li cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên mirovên mezin, fîlozof û mirovên tayet in. Ev taybetmendî bi her kesî re nîn in. Mirov tenê karekî di  karan bi hev re bikin. Ev ji hêza sirûştî tê. Lê Birêz Ocalan bi hev re sê kar dikirin. Ji hêlekê ve li radyoyê guhdar dikir, ji hêlekê ve li me guhdar dikir û bi me re diaixvî. Carinan ji bo geşedanan guhdar bike herdu guhê xwe nêzî radyoyê dikir û bi me diaixivî, gotûbêj dikir. Ev taybetmendî bi her kesî re peyda nabin. Tenê li cem lîderan û li cem wan mirovên xwedî hêza ramanê ya derasayî û bi paradîgmaya dinyayî hene. Dema ku min Serok Apo nas kir, ji bo ku ji min re got ‘’hevalê min’’ ez serbilind û şad im. Lê ji bo ku min peywira xwe û soza ku dayî bi cih neaniye fihêt dikim. Rêbertî guhdar dikir, piştre tahlîl dikir û biryar dida. Pêdiviya birêz Ocalan bi pesinandinê nîn e. Jixwe ew rêbertiya netewî ye. Li nav Kurdan heta niha rêbertiyeke wiha  ku bi felsefê dike, bi vîn û têkoşîneke wiha nedîtiye.’’