Pîrozbahiyên li Qoser, Dîlok û Semsûrê dewam dikin
Pîrozbahiyên Newrozê yên li navçeya Qoser a Mêrdînê, li Dîlok û Semsûrê tên lidarxistin, bi beşdariya bi hezaran kesî dewam dikin.

QOSER
Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Qoser a Mêrdînê, bi dirûşma "Em ê teqez bi ser bikevin" li qada Newrozê dest pê kir. Qada pîrozbahiyê bi bendan û maşînên zirxî hatiye dorpêçkirin. Welatî ji bendên kontrolê yên li cihekî derbasî qadê dibin. Qad bi alen HDP'ê hatiye xemilandin û pankarta bi nivîsa "Hûn nikarin vîna me teslîm bigirin" hat daliqandin. Welatî hê jî tên qadê. Di pîrozbahiyê de wê parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Mîthat Sancar, Alî Atalan, Erol Dora, rêvebera TJA'yê Fatma Kûrtûlan, rêveberên HDP û DBP'ê baxivin.
Di vê navberê de polîsên Tirk dest danîn ser alên bi nivîsa 'NA' û 'HAYIR'.
DÎLOK
Pîrozbahiya Newrozê ya li Dîlokê, wê saet di 11:00 de li Qada Otobusan a navçeya Şehîd Kamîlê pêk were. Gel ber bi qadê ve diherike. Li qadê pankarta bi nivîsa "Newroz pîroz be" hatiye daliqandin. Tevî astengiya polîsan jî qad tijî dibe.
SEMSÛR
Pîrozbahiya li Semsûrê li qada Newrozê ya li Xaçerêya Mizgefta Gurbuzcanê bi dirûşma "Em ê teqez bi ser bikevin" dest pê kir. Gel hê jî dikeve qadê. Jin û ciwan li ber def û zirnê govendê digerînin.