Pîrozbahiyên Newrozê li kolanên Wanê didomin

Piştî pîrozbahiya bi heybet a Newrozê ya li Wanê, şêniyên bajêr kolanan cejna xwe pîroz kirin.

Yek ji pîrozbahiyên herî bi heybet ên salên dawî doh li Wanê di dema Newrozê de pêk hat. Piştî pîrozbahiya doh, li gelek tax û kolanên bajêr Newroz hate pîrozkirin.

Li kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê, taxên Xaçort, Karşiyaka, Suphan û Bûzhaneyê meş hatin lidarxistin û tecrîd hate şermezarkirin.

Şêniyên Wanê xwedî li daxwazên Leyla Guven derketin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Leylayê" qîriyan.

Ciwanan li nava taxan wêneyên Ocalan û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven vekirin.

Karkerên Bajêr ên Tekstîlê jî agirê Newrozê dadan û bi qîrîna dirûşma "Bijî berxwedana Leylayê" Newroz pîroz kirin.

Agirê Newrozê li kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê ji aliyê xwendekaran ve hate vêxistin. Xwendekaran tecrîd şermezar kirin û dirûşma "Bijî berxwedana Leylayê" qîriyan.