Pîro Dêrsim: Faşîzm ne bi hilbijartinê lê bi berxwedanê diçe

Endamê Komîteya Zindanê ya PKK’ê Pîro Dêrsim bal kişand ser êrîşên AKP û MHP’ê yên li ser girtiyên siyasî û got ku faşîzm ne bi hilbijartinê bi berxwedanê dikare biçe.

Endamê Komîteya Zindanê ya PKK’ê Pîro Dêrsim di bernameya taybet a Radyoya Dengê Welat de qala êrîşên faşîst ên AKP û MHP’ê, bandora wê ya li ser zindanan û têkoşîna li hemberî vê faşîzmê kir.

DI PÊVAJOYA KORONAVÎRUSÊ DE AKP Û MHP BI METODÊN ŞERÊ TAYBET ÊRÎŞÎ CIVAKÊ KIR

Pîro Dêrsim derbarê pêvajoya koronavîrusê axivî û diyar kir ku hêzên serwer dixwazin vê pêvajoyê ji xwe re bikin firsend. Dêrsim got ku “Atmosfereke tirsê ava kirin. Bi mehan mirov di malên wan de girtin. Bi vî tiştî re jî xwestin diyar bikin ku dewlet hêzeke mezin e û heke dewleta te hebe wê xwedî li te derkeve û alîkariyê bide. Li ser vî esasî ji aliyekî ve kapîtalîzm hate teşhîrkirin û li hemberî wê lêgerînên alternatîf hate kirin. Hemû hêzên kapîtalîst, emperyalîst û hegemon xwestin sûdê ji vî tiştî werbigirin. Lê tu hêz bi qasî wekî desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê nêz nebû. Di şewbê de AKP ket nav hewldana ku ez çawa dikarim xwe xurt bikim, ez ê civakeke çawa ava bikim û civakê çawa bixapînin. Di vê pêvajoyê de ji ber ku ji nerazîbûnên civakî ditirsin, gelek mesele anîn meclîsê û li meclîsê ev mesele kirin qanûn.”

HEMÛ DERFETÊN XWE JI BO ÊRÎŞA LI SER DESTKEFTIYÊN KURDAN BI KAR TÎNIN

Dêrsim bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku “Li her çar parçeyên Kurdistanê û li her derê bi hemû hêza xwe êrîş dikin. Li ser esasê ku çavkaniyên welat pêşkêşî hêzên derve bikin, êrîşî destkeftiyên gelê Kurd ên li Rojava, Bakur û Başûr dikin. Di vê pêvajoyê de qirkirina Kurdan zêde kirin. Operasyonên qirkirinê bênavber domiya.

Rêber Apo û girtiyên din di vê şewbê de terkî mirinê hatin kirin. Dîsa di vê pêvajoyê de bi awayê herî bê exlaq êrîşî şehîd û cenazeyên me kirin. Cenaze bi rêya kargoyê ji malbatan re şandin, hestiyên hevalên me ji goristanan derxistin.”

DIVÊ TU KES NEKEVE XEFLETA KU WÊ AKP BI HILBIJARTINÊ RE BIÇE

Endamê Komîteya Zindanê ya PKK’ê Pîro Dêrsim diyar kir ku fikra ku wê AKP bi hilbijartinê biçe xefleteke mezin e û got, “Faşîzma AKP û MHP’ê ne bi hilbijartinê lê bi berxwedanê wê biçe. A niha jî qala amadekariyên pêvajoyeke hilbijartinê tê kirin. Ev hêzên faşîst wê dîsa xwe li ser pêyan bihêlin.

Li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê divê xeteke berxwedanê were avakirin. Em nikarin bibêjin li Tirkiyeyê muxalefet tune, heye lê tarz û têkoşîna wê şaş e. Mirov bala xwe bidiyê ji xeynî pêkhateyên HBDH’ê û têkoşîna azadiyê tu hêzeke din yekser li dijî faşîzma AKP û MHP’ê şer nake. Lê divê li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê civak dakeve kolanan û li kolanan jî eniyeke berxwedanê were avakirin.

Divê hemû beş dest bi berxwedanê bikin. Gelê Kurd li ber xwe dide. Tevî gerîla, jin, ciwanan li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava û Ewropayê li ber xwe didin. Divê ku kêmasî hebin lê ev pêvajo dikare bêtir were xurtkirin”

ZINDAN BÛNE ÊŞKENCEXANE

Pîro Dêrsim diyar kir ku zindan bûne êşkencexane û li girtîgehên wekî Xarpêt, Osmaniye, Tarsûs, Şakran û gelek girtîgehên din li ser girtiyan êşkenceyên sîstematîk hene. Dêrsim got ku “Berê hin mafên biçûk ên girtiyan hebû lê şewb kirin hincet û ev maf ji destê girtiyan hate girtin. Şewb û vîrus hê derbas nebûye. Tiştên li girtîgehan pêk tê bi zelalî dernakeve holê. Herî dawîn hate gotin li Girtîgeha Bakirkoyê 15 qawîş xistine karantînayê? Çend kes di van qawîşan de hene, rewşa wan çi ye? Zêde agahî tune. Ji ser malbatan hin agahî tên belavkirin lê ew jî gelekî kêm e. Di heman demê de bi qanûna înfazê re, cezayên dîsîplînê hate zêdekirin.Rayeyên zêde dan hakîmtiya înfazê. Rayeyên wan hatin zêdekirin û pêşiya gelek kirinên kêfî hate vekirin.

WÊ BERXWEDANA GIRTIYAN BI SER BIKEVE

Bi qanûna înfazê re wê hewl bidin îradeya girtiyan bişkînin û wan teslîm bigirin. Lê em dizanin ku wê berxwedanên bi heybet pêk were. Em dizanin ku girtiyên PKK’ê wê van zextan qebûl nekin. Ji ber vê jî di dema pêş de wê li zindanan berxwedanên mezin pêk were. Ev berxwedan wê ne bi tenê li zindanan be, ji ber ku faşîzma AKP û MHP’ê derve û hundir kirine yek. Girîng e ku her zindan jî rêxistinkirina xwe xurt bike. Helwesta hevpar girîng e. Divê hevalên me vî tiştî bizanibin, li derve êrîşên zêde hene wê li zindanan jî ev êrîş zêde bibin. Beriya vê jî divê rêxistinkirina xwe xurt bikin. Rêhevalên me yên li zindanan xwedî tecrubeyeke xurt in. Di pêngava ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ de me ev berxwedan bi zelalî dît.”

DIVÊ MALBATÊN GIRTIYAN JÎ BIBIN YEK

Endamê Komîteya Zindanê ya PKK’ê Pîro Dêrsim diyar kir ku divê malbatên girtiyan jî bibin yek û got, “Di heman demê de hemû kesên ji xwe re dibêjin ez demokrat im û şoreşger im divê xwedî li girtiyên şoreşger derkevin. Divê malbat pêşengiya vî tiştî bikin. Divê ew bibin xeleqa pêşîn a vê berxwedanê. Hewldanek heye lê têr nake.”

Endamê Komîteya Zindanê ya PKK’ê Pîro Dêrsim bang li parêzer, baro û rêxistinên hiqûqê kir û got ku, “Divê em xwedî li zindanan derkevin. Girtiyên şoreşger rûmeta vî gelî ne. Divê em peywir û berpirsyariya xwe ya li hemberî van pêk bînin. Heke her kes li dijî faşîzmê xeteke berxwedanê ava bike, em ê bibînin ku muxalefeta civakî wê karibe faşîzmê têk bibe.

Em bawer dikin ku di pêvajoyeke wisa de, wê li zindanan û derve berxwedaneke wisa pêk were. Em dibînin ku wê faşîzma AKP û MHP’ê derbeke mezin bixwin û bandora wê bişikê. Li ser vî esasî em silav û hurmetê xwe ji Rêber Apo û ji hemû hevalên li zindanan re dişînin.”