Pilingên Kurdistanê li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Elbistanê çalakî kir

Pilingên Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku 7'ê Mijdarê li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Elbistanê çalakî kiriye.

Pilingên Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan çalakiya 7'ê Mijdarê ya li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Elbistanê li dar xistine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Şeva 7'ê Mijdara 2020'an yekîneyên Pilingên Kurdistanê li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Elbistanê çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de windahiyên dijmin çêbûn. Hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê û medya wê, mîna her carê hewl da vê rastiyê ji raya giştî veşêre.

Çiqasî hewl bidin vê rastiyê veşêrin jî nikarin pêşî li xerabûna psîkolojiya leşker û polîsan bigirin û nikarin li pêşiya mirina leşkeran û polîsan bibin asteng. Me ev yek beriya niha ragihand, ku ev yek destpêk e û çalakiyên me wê li pey hev dewam bikin. Yên ku bi vê zîhniyeta faşîst re tevdigere û alîgirên wê wê timî bibin hedefa me û em ê ti carî nehêlin ku ew aramî bijîn."