Peyamên sersaxiyê ji bo rojnamevan Evîn Bûldan
Ji bo rojnemevan Evîn Bûldan a ku jiyana xwe ji dest da, peyamên sersaxiyê hatin dayîn.
Ji bo rojnemevan Evîn Bûldan a ku jiyana xwe ji dest da, peyamên sersaxiyê hatin dayîn.
Ji bo Evîn Bûldan a ku edîtora rojnameya bi kurdî ya Rojeva Medyayê bû û duh berêvarî bi qeyrana dil jiyana xwe ji dest da, peyamên sersaxiyê hatin weşandin.
Peyam wisa ne:
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD):
"Kedkara çapemeniya Kurdan û edîtora rojnameya Azadiya Welat a ku bi darbeya Hikumet û Dewleta AKP’ê hate girtin Evîn Bûldan duh berêvarî di temenekî ciwan de qeyrana dil derbas kiriye. Em bi xemgînî bi wefata Bûldanê hesiyan. Wefata ji nişka ve ya Bûldanê ne tenê ji bo çapemeniya Kurdan, ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdan jî windahiyek e. Di serî de yê malbatê, bila serê çapemeniya Kurdan û gelê Kurdistanê sax be. Em diyar dikin ku em ê ala Evîn Bûldan û ya hemû rêhevalên wê li erdê nehêlin û em ê têkoşîna wan bi serfiraziyê tacîdar bikin."
Navenda Giştî Ya DBP’ê:
“Em gelekî xemgîn bûne ku Evîn Bûldan edîtora rojnameya Azadiya Welat a ku ji bo ziman û çanda Kurdan têkoşînên mezin daye û bi Biryarnameyên di hukmê Qanûnan da hate girtin, duh berêvarî bi qeyrana dil jiyana xwe ji dest daye. Evîn Bûldan ne bi tenê kedkareke çapemeniyê bû, di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jî keda wê hebû. Em dibêjin bila Rehma Xwedê li Evîn Bûldan be û serê malbat, nas, çapemeniya azad û gelê Kurdistanê sax be.”