Peyama KCK'ê ya têkilî 'Komkujiya Meraşê': Divê hêzên demokrasiyê

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo salvegera 40'î ya Komkujiya Meraşê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ji bo pêşî li komkujiyên nû were girtin, divê hêzên demokrasiyê tifaqê deynin.

KCK'ê got, ''Salvegera 40'î ya Komkujiya Meraşê ye ku 24'yê Kanûna 1978'an pêk hatî. Em kesên ku di komkujiya Meraşê de jiyana xwe ji dest dane bi hurmet bi bîr tînin, son dixwin ku bêrîkirina wan Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana azad pêk bînin''.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

''1978'an MHP ya ku bi îro bi AKP'ê re hevalbend e, bi kontrogerîlayan jin, zarok, ciwan, yixtiyar bi sedan Kurdên Elewî kuşt. Komkujiya Meraşê ya 1978'an bûye, pêkhatina plana Şark Islahatê ya sala 1926'an a Tirkirina rojavayê Firatê. Jixwe piştî komkujiya Meraşê di serî de Meraş, Meletî, Sêwas, ji bajar û  bajarokên Kurdên Elewî bi sedan hezarn Kurdên Elewî koçî metropolên Tirkiyê kirine an jî bi rêya MÎT'ê berê wan dane Ewropayê. Beriya komkujiya Meraşê ya 1978'an li rojavayê Firatê nifûs piranî Kurdên Elewî bûne lê piştî komkujiyê Kurdên Elewî bûne kêmar. Ev rastî hemû nîşan didin bê ka çima ev komkujî hatine kirin.''

KOMKUJIYA MERAŞÊ QIRKIRIN E

Beriya komkujiyê Kurdên Elewî ne tenê li navçe û bajarok û gundan li navenda Meraşê jî bi nifûseke xilbe bûn. Li Meraşê bazirganî piranî di dest Elewiyan de bûye. Hêzên faşîst hem ji bo ku qira Kurdên Elewî bînin û hem jî ji bo ku dawî li karîgeriya bazirganiyê ya Elewiyên Meraşê bînin, bi desteka dewleta kûr êrîş birine ser taxên Kurdan û komkujî kirine. Li talana kargehên Kurdan dane. Geşedanên dema komkujiyê û piştî komkujiyê bi temamî qirkirin e.

Dema ku ev êrîşa qirker dibû li Kurdistanê û Tirkiyê têkoşîna demokratîk a şoreşê geş bû. Kurdên Elewî jî ku li ser wan înkar, zext û zilm hebû, ketine nav têkoşîna azadî û demokrasiyê. Elewî ji ber ku zanîbûn heta ku Tirkiye demokratîk nebe û Kurdistan azad nebe wê baweriya wan azad nebe bi çalakî di nav têkoşîna şoreşa demokratîk de cihê xwe standine. Ji ber ku, heke Tirkiye bihata demokratîkirin polîtîkayên qirkirinê yên ji 1926'an û vir ve wê bi dawî bibûna. Elewî ji ber ku tevlî têkoşîna bidawîkirina vê pergalê bûne hatine cezakirin.

ELEWÎ JI XAKÊN WAN HATINE KIRIN

Piştî komkujiya Meraşê, guherîna demografîk a li rojavayê Firatê û li herêma Kurdên Elewî bi temamî bi rengê qirkirinê bûye. Ev rastî nîşan dide bê ka li dijî komkujiya Meraşê divê têkoşîn çawa were kirin. Ji bo vê jî Kurdên Elewî ku piştî komkujiya Meraşê koç kirine divê vegerin ser xaka xwe. Divê yên ku ji Meraş, Meletî, Sêwas, Semsûr, Erzîngan û Dersimê koçî metropolên Tirkiyê û Ewropa kirine vegerin ser xaka xwe. Tenê dema ku wiha were kirin, mirov dikare bersivê bide komkujiya li ser Meraşê û Elewiyan. Ev komkujî ne tenê li dijî Kurdên Elewî ye, her wiha Tirkmenên Elewî jî hatine koçberkirin. Li Sêwas, Tokat, Amasya, Çorum, Yozgarê jî Tirkên Elewî jî koçberî metropolên Tirkiyê kirine û li ser xakên ku Elewî hebûna xwe didomandin, tenê civake yixtiyar a Elewiyan hiştine.

Piştî komkujiya Meraşê li gelek qadan li dijî Elewiyan êrîşên bi plan û komkujî hatine kirin. 1993'an li Otêla Madimakê bi saxî şewitandina Elewiyan divê weke berdewama polîtîkayên qirker ên dijî Eleiwyan were dîtin. Ev hemû rastî nîşan dide ku divê Elewî li dijî van êrîşan bi polîtîkayeke bi sîstemî têbikoşin. Elewî encex li ser xaka xwe dikarin baweriya xwe bidomînin, dikarin hebûna xwe domdar bikin. EV jî nîşan dide ku Elewî divê xwedî biryar, helwest û têkoşîneke çawa bin. Pir girîng e ku Elewî bi hişmendiyê tevbigerin ku tenê li ser xaka xwe bi nifûseke xilbe dikarin Elewîtiya xwe bidomînin. Ji bo vê jî divê mirov nebe xwedî wê hişmendiya şaş û bibêje, her me koçî van deveran kiriye, naxwe divê em jiyana xwe ya li Ewropa an jî metropolan rêxistinî bikin.

LI DIJÎ KOMKUJIYÊN NÛ DIVÊ HEZÊN DEMOKRASIYÊ BIBIN YEK

Ji bo vê jî girîng e ku mirov bibe xwedî helwesteke wiha ku armanca hemû komkujiyan berevajî bike. Hêleke vê ew e ku mirov vegere ser xaka xwe û li hêla dî jî di nav têkoşîna demokrasiyê de divê mirov aktîf be. Ji ber ku heta ku Tirkiye demokratîk nebe ne pêkan e ku baweriya xwe bi azadî bijîn û hebûna xwe bidomînin. Ji ber vê jî, helwesta ku girîngiya têkoşîna demokrasiyê nabîne û dibêjin, em tenê rîtuelên baweriyê bijîn, şaş in. Ev hişmendiya şaş tê maneya ku stûyê xwe bide ber qirkirinê. Li dijî komkujiya Meraşê û hemû komkujiyan helwesta herî hevgir ew e ku mirov di nav têkoşîna demokrasiyê de çalak be. Ji bo vê jî divê mirov bi hemû hêzên demokrasiyê re têkildar be û tifaqê deyne.

AKP-MHP HEWL DIDIN KU QIRKIRINA ELEWIYAN TEMAM BIKIN

Niha li Tirkiyê li ser bingeha tifaqa AKP-MHP'ê pergaleke faşîst tê danîn. Ev pergala faşîst her wiha êrîşa ku qirkirina  Elewiyan temam bike, didomîne. Ji bo vê jî berpirsyariya dîrokî ew e ku civaka Elewî li dijî vê desthilata faşîst bi hêzên demokrasiyê re li dijî faşîzmê têkoşîna hevpar bide. Bi vê çarçoweyê em bang li Elewiyan dikin ku li dijî faşîzmê têbikoşin.  Em Tevgera Azadiya Kurd, weke duh, îro jî soz didin ku ji bo azadiya baweriya Elewiyan têbikoşin, di salvegera komkujiya Meraşê de hemû şehîdên ku bi destê hêzên qirker hatine qetilkirin, bi bîr tînin.''