Peyama 15’ê Tebaxê ya PKK’ê: Ji bo serfiraziya dîrokî berxwedan û yekîtî

Komîteya Rêveber a PKK’ê salvegera pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û bal kişand ser pêşveçûnên li Kurdistanê.

PKK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser nirxên ku pêngava 15’ê Tebaxê afirandiye û ji bo serfiraziya mezin banga berxwedan û yekîtiyê kir.

Di daxuyaniya malpera fermî ya PKK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em salvegera 33’emîn a pêngava 15’ê Tebaxê di serî de Rêber Abdullah Ocalan em li hemû hevrê, hêzên gerîlla, gelê xwe yê welatparêz û hemû hêzên demokratîk pîroz dikin. Di şexsê fermandarê nemir Egîd-Mahsûm Korkmaz de, em hemû şehîdên xwe bi hurmet û minnet bi bîr tînin.

LI BAKUR, ŞENGAL Û ROJAVA SERFIRAZIYÊN DÎROKÎ HATE BIDESTXISTIN

Em hemû dizanin ku pêngava 15’ê Tebaxê her roj kûrtir dibe û dibe keleporeke têkoşînê ya bênavber. Şoreşa vejînê ya neteweyî ya Bakur, xurtbûna şoreşa azadiya jinê, qehremaniya ciwanên Kurd, pêngava berxwedanê ya xwerêveberiya demokratîk, rizgariya Şengalê, şoreş û berxwedana azadiyê ya Rojava bi têkoşîna qehremanî ya sî û sê salan hatiye bidestxistin. Vê têkoşîna sî û sê salan gelê me û tevgera me aniye ber serfiraziyê.

‘15’Ê TEBAXÊ BÛYE MIZGÎNIYA SERFIRAZIYÊ YA HEMÛ MIROVAYETIYÊ'

Di 15’ê Tebaxa 1984’an de guleyên pêşîn ên li Erûh û Şemzînanê ne bi tenê destpêka şerê rizgariya neteweyî ye, di heman demê de bûye mizgîniya serfiraziyê ya hemû mirovayetiyê ye. Di heman demê de xwedîtî li qîrîna “Berxwedan Jiyan e” a ji zindana Amedê hatiye kirin û ew li çiya, zozan û bajaran belav kiriye û bûye tevgereke gerîlayan a bênavber.
15’ê Tebaxê israreke bêdawî ya ji bo jiyaneke bi rûmet û azad e. Tê zanîn ku dewleta faşîst a Komara Tirkiyeyê bi tenê êrîşî azadiyan nekiriye, êrîşî hemû hebûnên maddî û manewî yên takekes û civakê kiriye.

BERXWEDANÊN XWERÊVEBERIYÊ DI SALVEGERA DUYEMÎN DE HATE SILAVKIRIN

Li hemberî êrîşa faşîst û qirker a faşîzma AKP-MHP’ê ya di 24’ê Tîrmeha 2015’an piştî 10’ê Tebaxê berxwedanên xwerêveberiyê hatin jiyîn. Xwerêveberiya li Cizîr û Sûrê dikeve sê saliya xwe. Bi vê wesîleyê em xwerêveberiyên demokratîk ên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Geverê pîroz dikin. Di şexsê Çiyager, Axîn, Xebatkar, Zeryan û Îslam de em hemû şehîdên berxwedana xwerêveberiyê pîroz dikin û sozê didin ku em ê armanca wan bi cih bînin.

‘BANGA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ, JI BO ME DIBE FERMAN’

Bila her kes vê rastiyê bizanibe ku em gel û tevger em ê heta dawiyê  li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têbikoşin. Banga Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir a ku digot “Li hemberî faşîzmê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin” ji bo me dibe fermanek. Bila Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tûnç bi aramî razê, em bi wan serbilind in û em li ser rêça wan in. Em sozê didin fermandarê Sûrê Çiyager û fermandara Şirnexê ya Zeryan Denîz em ê teqez bi ser bikevin.

‘DIVÊ ÇALAKIYÊN AZADIYÊ YÊN JI BO RÊBER APO ZÊDETIR BIBE’

Berxwedana Rêber Apo ya 19 salan li ser navê hemû mirovayetî û bindestan dibe helwesta azadiyê ya dîrokî. Ji bo em vê berxwedanê bigihînin serkeftinê hin peywirên me yên mîlîtanî û welatparêziyê heye. Ji ber vê jî divê em helwesta Rêber Apo baş fêm bikin, çalakiyên ji bo wî li her derê belavtir û xurttir bikin.

‘JI BO SERFIRAZIYÊN DÎROKÎ BERXWEDAN Û YEKÎTÎ HEWCE YE’

Tişta ku îro li Rojhilata Navîn tê jiyîn ne bi tenê pêvajoyeke normal e û pêvajoya şerekî cîhanê ye, yê ku her tişt ji nû ve tê sazkirin. Di vê kaosê de her hêza xwedî îddîa dikare gavên mezin biavêje û serfiraziyên mezin bi dest bixe. Lê ji bo vê jî divê li her derê berxwedan û yekîtî hebe. Em tevger, bi hemû hêza xwe em li hemberî DAIŞ û faşîzma AKP-MHP’ê li ber xwe didin. Em bang li gelê xwe û hêzên şoreşger û demokratîk dikin ku li hemberî faşîzmê em di eniyên hevpar de têbikoşin!