'Pêwîstiya gel bi çi hebe, ew ji bo me karê sereke ye'
Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevserokatiya Şaredariya Elkê Cahît Ozkan diyar kir, dema ew hatin hilbijartin wê gel esas bigirin û got, "Ji bo gelê me ya pêwîst çi be, ew ê bibe karê me yê sereke."
Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevserokatiya Şaredariya Elkê Cahît Ozkan diyar kir, dema ew hatin hilbijartin wê gel esas bigirin û got, "Ji bo gelê me ya pêwîst çi be, ew ê bibe karê me yê sereke."
Cahît Ozkan karmendekî teqawît e ku 30 salan li navçeya Elkê ya Şirnexê xebitî.
Niha jî di nava HDP'ê de ji bo Hevşaredariya Elkê namzet e.
Ozkan diyar kir ku beriya her tiştî ew gel esas digirin û got, "Pêwîstiya gelê me bi çi hebe, ew yek ji bo me karê sereke ye. Em ê xizmetên xwe di vê çarçoveyê de bikin."