'Divê roj berî rojekê kongreya neteweyî bicive'

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê li ser rewşa dawî ya Başûrê Kurdistanê civiya. Zanyarên dînî xwestin ku rêvebereriya başûr îstîfa bike û kongreya neteweyî pêk were.

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê,  li ser rewşa dawî ya ku li Başûrê Kurdîstanê derketiye holê, bi mele, zanistên olî yên herêma Raperîn û Binarê Qendîlê  re, ji bo ev pirsgirêk werin çareserkirin û nêrîna alim û meleyên Başûrê Kurdîstanê bigre civînek lidarxist.

Li ser navê KCK’ê Endamê Konsêya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb tevlî civînê bû. Civîn bi amadbûna 40-50'î kesî  dest pê kir.

Mele, alim û oldarên herêma Raperîn û Binarê Qendîl, di derbarê rûdanên dawî yên başûrê Kurdistanê û civîna Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê  nerînên xwe bi ajansê me ANF’ê re parve kirin.

Li hemberî êrîşan mele, alim û oldarên herêma Raperîn û Binarê Qendîl gotin ku pêwîste parastineke hevbeş were avakirin û ji bo wê jî pêwîst e hemû Kurd bi yek rengî, yek dengî tevbigerin.

Yek jî beşdervanên civînê mele Star Bazyanî,  balkişand li ser yekîtiya gelê Kurd û wiha pêde çû;

"Ji her demê zêdetir niha pêwîstiya kongreyeke neteweyî heye. Divê em dest ji berjewendiyên xwe yên şexsî, malbatî, hizbî berdin û bidin aliyekî. Em ji bo destkeftiyên hemû Kurdîstanê têbikoşin û bikevin nav hewildanan."

'DIVÊ REXNEDAYINA XWE BIDIN GELÊ KURDISTANÊ'

Abdulkerîm Şar Bajêr ê ku pêşlimêjê mizgeftekî Silêmanîyê ye got, ew li ser banga Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê beşdarê civînê bûne û ev tişt anî ziman;

"Em hemû di vê civînê de gîhîştin vê qanatê ku, bi yek girtî, yek rêzî hevgirtin, bi yek girtina neteweyî em dikarin bi  ser bikevin. Ji ber ku dijminên me li hemberî me hemû îro bûne yek. Divê em Kurd li hemberê van dagirkeran bibin yek û destê wan yên qirêj ji axa xwe derxînin. Taybetî jî hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê hevdû tawanbar nekin û ji bo vî gelî rexnedayîna xwe bidin. Îro beriya her tiştî li dijî dagirkeriyê yekîtî pêwîste.”

'DIVÊ RÊVEBERIYA BAŞÛR DEST JI KAR BIKIŞÎN'

Mamostêyê olî Nadîr Elî, di derbarê pêşketinên dawî yên ku li başûrê Kurdistanê derketiyê holê û ji bo çareseriya pirsgirêkan wiha axivî;

"Destpêkê divê Kurd xwe ji nû ve rêxistin bikin û piştre jî divê desthilatdariya heyî ya başûrê Kurdistanê destê xwe ji kar bikişîne û îstîfa bike. Ger ku ev sîstema desthilat a başûrê Kurdistanê biçe, tu dagirkerî nikare xwe li ser axa başûrê Kurdîstan li ser piya bigire. Hêzekî ku nikaribe gelê xwe biparêze û di gel de şikandinê ava kiribe divê demildest îstîfa bike. Ew şikestina dawiya ku li başûr pêk hat, heman hêz bû ku bû sedema Qazî Mihemed, Aş Betal a 1975, ew rewşa di sala 1996’an de jî heman hêzê cîh girt. Ev hêz bi dijminên gelê Kurd re gelek peyman îmze kir û ev peyman hemû zirar da gelê Kurd. Di cihê van de divê rêveberiyekî  xurt ê ku dikare vî gelê biparêze, were ser desthilatdariya başûr."

'DIVÊ ARTÊŞ, DÎPLOMASIYA HEVPAR AVA BIBE'

Nadîr Elî, di berdewamiya axaftina xwe de, di derbarê kongreya neteweyî de ev tişt anî ziman; "Kongreya neteweyî zarûriyeteke acîl e. Ger ku kongreya neteweyî pêk bihata îro ev rewşa heyî wê pêk nehata. Di bin sîwana kongreya neteweyî divê ‘Artêşekî hevpar, dîplomasîyekî hevpar, yekîtiya mamosteyên olî’ were avakirin. Ger ku di her çar parçê Kurdistanê de, artêşekî me ya hevpar nîn be, sîyaseteke me ya hevpar nîn be ne mûmkûn e em gelê Kurd xwe li hemberê êrîşan  biparêzin. Di derbarê vê yekê de berpirsiyartiyekî mezin dikeve li ser me mele, alim û oldarên Kurdistanê. Lê mixabin em  oldar jî di nav xwe de perçe bûne, divê em oldar jî di nav xwe de yekîtiyê çêbikin, moral û hêz bidin gelên xwe. Ji pirsgirikên gelên xwe re bibin bersiv."