Pêşengeke fedayî ya Cenga Heftanînê: Berîvan

Li axên Heftanînê gerîlayên azadiyê di pêşengtiya hêzên YJA Starê de berxwedaneke destanî dimeşînin. Germahiya axê bêhna azadiyê bi berxwedanên bêhampa de digihîne lutkeyan. Di asîmanên Kurdistanê de kenê Berîvan dibe jîn û jiyan.

Çavên beriqîner a Berîvan hemû rengên jiyanê re xweşikbûneke bêhempa ava dike. Gerîla Berîvan di hemû demên jiyana xwe ya têkoşînê de bi ruhekî fedayî beşdar dibe. Wek jin, ji bo ku pêşengtiya berxwedana Cenga Heftanînê bike bi hewldaneke bê dawî beşdar bû. Wek sekvaneke xurt ji destpêka Pêngava Cenga Heftanînê heta ku gihîşt bêmiriniyê wek sekvan tevlî çalakiyan bû. Berîvan wek jineke pêşeng di hemû qadên jiyanê de hebûna xwe nişan dida. Bêhna azadiyê digirt ji ber vê her dem bi rûkenî tevlî jiyanê dibû.

‘EM Ê TI CARÎ RÊ NEDIN KU DIJMIN LI SER AXA ME BIJÎ’

Hezkirin bû wateya jiyana wê. Bi eşqa jiyanê re wek fedayiyên Heftanînê Berîvan jî dibû evîndar û digihîşt her dera jiyanê. Dema ku berya biçe çalakiyê hestên xwe yên bi kelecan wiha parve dikir: “Haftanîn hem di aliyê erdnîgariyê de hem bi giştî xwedan girîngî ye. Bi taybetî ji bo gerîla qadekî stratejik e. Ji ber vê dijmin berê xwe da Heftanînê. Bêguman em ê bê bersiv neminin. Ji hevalên şehîd û Serokatî re bibin bersiv. Dibe ku dijmin çend cih girtibe, lê em ê bi çalakiyên xwe nehêlin ku dijmin li ser axên me bijî.”

‘EM Ê TOLA HEVRÊYÊN ŞEHÎD RAKIN’

Jin di her dema dîrokê de li hember zîhniyetê zilamê desthiladar û faşîst li ber xwe daye û mohra xwe li gelek demên dîrokî daye. Bêguman Heftanîn jî wê bibe yek ji wan dema ku zîhniyetên qirker derbeyên mirinê bixwin. Yek ji fedayiyên Cenga Heftanînê vê rastiyê radixe berçavan û bi îdaya serkeftinê dibêje: “Her hevrêyek li gorî demê di branşê xwe de pispor in. Mirov ji vê yekê hêz digre. Wek sekvan di vê çalakiyê de cih bigrim. Di mesafeyekî nêz de em ê rola xwe bileyîzin. Divê em erkê xwe bi serkeftî pêk bînin. Em ê tola hevrêyên şehîd rabikin. Heta dawî bawerin ku em ê dijmin li ser axên xwe derxînin, ji ber ku di her gavekî de xwîna hevrêyekî me hene. Serkeftinê ji hevrêyan re dixwazin.”

‘HÊVIYA JINANA AZAD DI NAVA DERYAYA EVÎNÊ DE JIYÎN E’

Milîtanên PKK’ê di nava têkoşîneke herî dijwar de wiha gotin: “Em ê ti carî di berava jiyanê de ne jîn, lewra hêvî û baweriya jiyana azad di nava deryaya evînê de jiyîn e. Emê jî wek evîndarên jiyanê di kûrahiya deryaya hêviyan de jiyana azad bigerin.” Lewra ew wek milîtanên Rêber Apo ji bo zarokên vî welatî li ber xwe didin. Ji gerîlayên fedaî ya YJA Starê Berîvan jî keziyên dirêj ber bi axên pîroz ve ber da. Li wargehên ku egîdên vî xakê rabûne cengê, ew jî bû qehremaneke vê Cengê.