‘Pêşengê çalakiya Girê Pîramîtê şehîd Şerzan bû’

Çekdar Gabar ê HPG’yî ku çalakiya li Girê Pîramîtê ya herêma Şûkê ya Avaşînê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker vegotî, diyar kir Şerzan Qaşûrî û Pîrdogan Amed ên şehîd ku di çalakiyê de cih girtin hêzeke mezin dane wan.''

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê didomin.

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê ku ji destpêka êrîşan ve lehengiyeke mezin û fedakariyeke mezin nîşan dan, ji bo ku têkoşîna xwe domdar bikin derbên giran li dagirkeran didin.

Dewleta Tirk ku nikare berxwedana gerîla ya li dijî êrîşan bişkîne çekên kimyewî bi kar tine û sûcê şer dike.

Endamê HPG’ê Çekdar Gabar ku li dijî êrîşên dewleta Tirk li qada Avaşînê têdikoşe têkilî berxwedanê ji ANF’ê re axivî.

Çekdar Gabar behsa çalakiya li Girê Pîramîtê ya li herêma Şûkê ya Avaşînê kir, ku di vê çalakiyê de şehîd Şerzan Qaşûrî (Şaban Ecer) û Pîrdogan Amed jî hebûn, ku Şerzan Amed 12’ê Tîrmeha 2021’an şehîd bûbû û Pîrdogan Amed 27’ê Nîsanê dema çalakiyê birîndar bûbû, piştî çalakiyê dema ku vekişiyan şehîd bûbûn. Pîrdogan Amed û Şerzan Qaşûrî di her çalakiyê de ku derbên giran li dijmin dane li pêş cihê xwe digirtin.

Çekdar Gabar ê HPG’yî diyar kir çalakiya bi pêşengiya Şehîd Şerzan Qaşûrî û Pîrdogan Amed planên dijmin pûç kiriye û got, ‘’Weke ku tê zanîn Nîsanê li dijî qadên Zap, Avaşîn û Metînayê êrîşên dagirker dest pê kirin. Dema ku êrîşan nû dest pê kir em jî di nav berxwedana Avaşînê de bûn. Dema ku operasyona dagiker dest pê kirî me berxwedana li Mam Reşo û Şehid Serdar danî ber xwe .Bi kelecanî û coşiya berxwedanê bi pêşengiya heval Şerzan me li dijî dijmin çalakî kirin.

Beriya çalkiya li ser Girê Pîramîtêya li herêma Şûkê ya Avaşînê heval Şerzan çû pêşî keşf kir. Plansazî û koordînasyona çalakiyê heval Şerzan kir. Dema ku em gihaştin gir, dijmi şaş ma. Li eraziyeke wiha ji bo ku bêyî werin dîtin gerîla gihaştibû wir, dijmin şaş mabû. Jixwe hevalan çawa ku çalakî dane destpêkirin, leşker reviyan. Şaş man, nizanîbûn ku çi bikin.’’

Çekdar Gabar diyar kir leşkrên Tirk li bara çalakiyê behitîne û got,’Dijmin cenazeyên xwe berda û ji gir reviyan. Ji dijmin weye ku gerîla nikare xwe nêzî gir bike lê planên wan pûç bûn. Berxwedana hevalan ne berxwedaneke wiha jirêzê bû. Vê berxwedanê hemû planên wan li ber avê birin û morale hevalan geş kir. Çawa ku çalakiya me serkeftî bû me d0069west em bilez bigihijin hevalan û bi wan re par ve bikin.

Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 3 çekên dijmin ketin dest. Çalakiyeke pir karîgerbû. Fermandarê me şehîd Şerzan bû. Hemû hevalan ji heval Şerzan hêzeke mezin distandin. Çalakiyên bi pêşengiya heval Şerzan encamên mezin bi xwe re anîn û tecrûbeyek da me hemûyan. Heval şehîd Pîrdogan Amed jî di çalakiyê de cih girt. Heval Pîrodgan li her deverê pêşengî dikir, şervanekî xurt bû.’

Dîmenên çalakiya navborî :

https://anfturkce.com/kurdIstan/gerilla-tv-avasin-deki-eylemin-goruntusunu-yayinladi-155954