Perspektîfên Ocalan ên li ser 27'ê Mijdarê

"Stranek e, helbestek e, romaneke bê dawî û bedew e..." PKK a ku Ocalan bi van gotinan wê pênase dike 40 sal li pey xwe hişt. Me perspektîfên Ocalan ên di salvegerên bihurî de ji bo PKK'ê anî ziman, berhev kir.

Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) 26-27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê navçeya Licê ji aliyê 22 ciwanan ve hate damezrandin. Di ser damezrandinê re 40 sal derbas bûn. Liv û tevgera ciwanên zanîngehê yên li Enqereyê ku sala 1973'an li Enqereyê dest pê kir, sala 1978'an bi partîbûnê derbasî qonaxeke nû bû û PKK niha li Kurdistan û Rojhilata Navîn bûye tevgera herî bi bandor a siyasî û leşkerî.

Çend ji tespîtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di salvegerên 27'ê Mijdarê yên beriya niha de ji bo PKK'ê kir, wiha ne:

27'Ê MIJDARA 1978'AN, QEBÛLNEKIRINA KURDISTANA DESTNÎŞANKIRÎ

"(...) Em Kurdistaneke ku bi van dîrok û bûyerên siyasî hatiye destnîşankirin qebûl nakin. Statuya Kurdistaneke ku emperyalîstan, mêtingeran û feodalan carna bi şer, carna jî bi lihevkirinê destnîşan kirine, ji bo me ne statuya qebûlkirinê ye. Ji bo me ne statuyeke welê ye ku pêşketin li ser çêbibe, partî û gel bi rengekî azad li ser bi pêş bikeve. Ne statuyeke welê ye ku gel ji aliyê siyasî, aborî û çandî ve bi awayekî azad lê bi pêş bikeve. Berevajî vê yekê, em peymanên ku berê li ser li hev hatine kirin, rejîmên siyasî yên di encama van peymanên hiqûqî de ava bûne, saziyên wan ên mêtingeriya aborî û talanê qebûl nakin. Eger em qebûl bikin, nepêkane ku em jiyaneke azad û pêşketî bidin gelên li ser vê xakê. (...)

27'Ê MIJDARA 1986'AN, DIGOTIN 'MEHEK DU MEH EMRÊ WAN HEYE'

(...) Tê bîra we hemûyan; ji bo me digotin, 'Emrê van mehek e, du meh in, sê meh in, ji vê zêdetir nikarin bijîn'. Lê belê di dîroka me de rastiya berevajî vê yekê ispat bû. Dijminê me bi hêzeke çiqasî hov û xurt bi ser me ve bê bila bê, berxwedana me pêşî li van hemûyan girt. Her roj, her meh, her sal em ji berê bêhtir bi pêş ket û xurt bûn. Tiştên ku gelek kesî di dilê xwe de pê nehesiyan û qet nekete bîra wan, niha pêk hatin. Heta doh kesî em ne weke gel didît, ne jî netewe. Niha cîhan tev me nas dike. Dibêjin, 'ji we re maf û hiqûq divê'. Em berê gelekî jibîrkirî bûn, ji aliyê kesî ve nedihatin qebûlkirin. Niha hûn jî dibînin, hem li hundir hem li derve, dost û dijmin her kes me qebûl dikin. Ev yek çawa pêk hat? Divê ev baş bê fêhmkirin. Ev ji ber xwe ve nebû. Bi nêrîn û hewldanên me bû. (...)

27'Ê MIJDARA 1987'AN POTANSIYELA MEZIN BI KAR HATE ANÎN

(...) Mîna ku ez her tim ji we re bi taybetî destnîşan dikim, hûn nikarin potansiyela mezin bi kar bînin. Bi taybetî hûn nikarin huner û tecrûbeyê derxînin holê û bixin bin xizmetê. Di vê mijarê de potansiyelê teqez derxînin holê. Ev yek siyasîbûn e, rêxistinbûn e û ev yek jî leşkerîbûnê xurt dike. Di vê mijarê de divê hemû yekîne xwedî erk û însiyatîf bin. Divê xwe bi hêsanî li ser piyan negirin, xwe nespêrin dever û hêzên din. Divê bi hêza xwe, bi taybetî ji asta tîm dest pê bike û bi hêza xwe herêmê kontrol bike, bikeve nava tevgerê û xwe biparêze. Ev yek wê rê li ber pêşketinê veke. (...)

27'Ê MIJDARA 1990'Î, XAKA XWE NETERIKÎNIN

(...) Dibêjim, bi rehetî ji xaka dê û bavan nerevin. Hûn bêkar in, lê nebin koleyên xelkê. Qala pêwîstiya hilberîna li welêt dikim. Çiqasî paşdemayî jî be nabe ku em dîroka xwe înkar bikin, divê em bi vê dîroka xwe dakevin. Çiqasî ji hev parçebûyî jî be, nasnameyeke me heye. (...) Zarokên we birçî û perîşan e, bê dibistan û bê perwerde ne. Me got ku ev yek rêveçûneke erênî nîne. Ji xwe karê ti ji me mayinde nîne. Hûn radibin li çar aliyên cîhanê belav dibin. Me got ku ev yek ne rast e. Me ev rexne kir, me got, 'hûn bitehibin jî, neçar jî bên hiştin li ser vê bifikirin' û me hin tişt li paş xwe hişt. Em nikaribin niha jiyanê pêşkêşî we bikin jî, xaka dê û bavan û pêşiyan hatibe talankirin jî, em nikaribin bi têrkerî ji we re qala vê rastiya me ya dîrokê bikin jî, em nikaribin bi zimanê xwe bijîn jî, çand û nasnameyeke me heye. Em li ser vê yekê bifikirin. (...)

27'Ê MIJDARA 1991'Ê BANGA JI BO KONFEDERASYONA ROJHILATA NAVÎN

(...) Banga me heye ku bi gelên Ereb û Îranê re li ser bingehên serbixwe û azad bi pêş ve biçin. PKK hêzeke şoreşger a Rojhilata Navîn e. Bi taybetî li dijî polîtîkaya sîstema nû ya cîhanê, xwe dispêre têkiliyên serbixwe, azad û wekhev ên gelan. Em banga konfederasyona gelên Rojhilata Navîn dikin. Ev banga me ji niha ve balê dikişîne. Dewlet, kesayet, sazî pê bawer in ku partiya me hêzeke bingehîn a Rojhilata Navîn e, firsendê dide veguherîna wê ya demokratîk û pêşketina serbixwe. Diyar dikin ku dixwazin weke hêzeke baş a tifaqê di nava piştevaniyê de bin. Me her tim got ku em li vê yekê vekirî ne. Hevrêyê me Kemal Pîr ku di damezrandina partiya me de cih girt û milîtanê hêja yê enternasyonalîst e digot, 'Em alîgirê konfederasyona gelên Rojhilata Navîn e'. Ev rastî gelekî baş îfade dikir. Em di wê qonaxê de ne ku gavên pratîkî yên vê yekê werin avêtin. (...)

27'Ê MIJDARA 1992'AN, PKK GERDÛNÎ DIBE

(...) Êdî hemû bandor nîşan didin ku PKK di nava sînorên neteweyî de bi rizgariya neteweyî, bi civakeke demokratîk nikare xwe ji nava vî karî derxîne. Di çarçoveya vê rolê de gav bi gav herêmî û gerdûnî dibe. Ji ber vê yekê, naveroka wê ya sosyalîzmê lê ferz dike ku xwe bigihîne sosyalîzmeke pêkan û asta neteweyî û navneteweyî. Li gel mafê şexs, mafê kolektîf ê civakê jî di nava vê mijarê de bi xurtî tê nirxandin. Ya wê bi vî rengî bi pêş bikeve û bi ser bikeve, ya jî wê bi vî rengî nenirxîne û ber bi têkçûnê ve biçe.

Lewma dema em rastiya PKK'ê binirxînin, nabe ku em şerê rizgariya neteweyî û şerê taybet ê li ser vê bingehê binirxînin. Ji bo mirov nekevin nava vê kêmasiyê, girîng e li naveroka rêbertiya PKK'ê binerin. (...)

27'Ê MIJDARA 1993'AN, NÊZÎKATIYA RAST A LI GEL Û ARTÊŞBÛNA GEL

(...) Birêxistinkirina gel mîna birêxistinkirina artêşeke ji milyonan e. Dibe ku ne artêşa gerîla ye, lê dîsa jî tê wê wateyê, ku artêşeke serketî ya xwedî wezîfeyên mezin tê afirandin. Ji xwe eger artêşbûna gel nebe, li her gund û bajarî malbat di nava vî şerî de cih negirin, tenê bi gerîla û hewldanên pêşeng ên partiyê em nikarin di vî şerî de bi ser bikevin. Gelê me ji vî şerî, ji xeta siyasî ya vî şerî û pêşengiya wê bawer kiriye û biryara xwe daye. Dibêje, 'ez heme' û yekemcar li ser bingeha berjewendiyên xwe bi hêza xwe derdikeve ser dikê. Dijmin jî herî zêde vê salê bi komkujiyên eşkere, bi kuştinên kiryar nediyar ên bê hejmar, bi girtina bi hezaran kesî, êşkence û jiholêrakirina gund û bajaran dixwaze pêşî li artêşbûna gel, pêşî li şerê gel bigire. (...) Eger gelek di vê astê de tevlî pêşengiya partiyekê bibe, bi milyonan kes bê teredût berê xwe bide şer û her şêweyên êşkenceyê bide ber çavên xwe, eger xiyaneteke navxweyî nebe, astengiyeke navxweyî nebe, ev gel ji xwe bi ser ketiye. Cîhan jî li ser serî bibe yek, li tevahiya ezmanan bombe jî bibare, ev gel wê dîsa jî bi ser bikeve. (...)

Wê wextê, nêzîkatiyên 'em rast nêzî gel nebûn, me derfetên gel belasebep bi kar anîn, me dilsoziya gel bi nebaşî bi kar anîn' ku di dîroka me de carna hatin dîtin, sûcên giran e û tê wateya zindîkirina dîroka lenetkirî. Mafê me nîne ku bi ti hincetê helwesteke wiha nîşan bidin. Ji bilêvkirina gotineke ne di cih de heta bikaranîna bi rengekî neyînî ya derfetan, sûcên bingehîn e ku efû jê re nabe. Her tişt ji bo gel e, her tişt ji bo serketin û rizgarkirina vî gelê hatiye têkbirin e. (...)

27'Ê MIJDARA 1994'AN, AFIRANDINA KESAYETÊ SERKETINÊ

(...) Di nava gotinên gel de, di nava demokrasiya gel de cihê yên ne li gorî sosyalîzmê ne jî heye, lê belê sosyalîzm pêşengiya kedkarî û îradebûyîna zanistî ye. PKK jî ev e. Divê em ti carî ji bîr nekin, hêza pêşeng bi temamî sosyalîst e. Bêguman PKK tevgereke gel a demokratîk e, lê pêşengiya wê sosyalîzm e. Rêbertiyê ji Eniyeke berfireh a Rizgariya Neteweyî re dike. Di nav de gelek çîn hene, rêbertiya wan jî hene, lê belê ji ber ku pêşengiya xwe sosyalîzm e, zane ku wan bi rê ve bibe. Rêbertiya eniyê nabe ku bûyîna rêbertiya eniya demokratîk û Eniya Rizgariya Neteweyî ji nedîtî ve bê. Lewma rêbertî tevgereke taktîkî ye.
(...)
Rêbertiya taktîkê nebe bêguman di şer de serketin nabe. Nîşaneya wê ya berbiçav jî xwegihandina kesayetiya serketinê ye. Sazîbûna rêxistinê li ser vê bingehê, li ser bingeha serketinê pêk tê. Ev yek jî gav bi gav rê li ber serketinê vedike. Nabe ku bêg otin, 'min şer kir jî, lê têk çûm'. Ev yek rêbertiyeke taktîkê ya têkçûyî ye. Gotina 'min şer kir, lê hatim pûçkirin' tê wê wateyê ku te xwe negihandiye taybetmendiyên vê hunerê.

Eşkere ye ku xwegihandina kesayetiya serketinê wezîfeya bingehîn a kadro ye. Piştî ewqas hunera Rêbertiya PKK'ê, bawerim êdî nepêkane ku ev neyê dîtin û bi cih neyê anîn. (...)

27'Ê MIJDARA 1996'AN, ISRARA DI PARTÎBÛNÊ DE

(...) Dema dawî gelek caran dibînim; hûn dibêjin 'pîvanên partiyê ji holê rabûne, gerîla ji holê rabûye, li derveyî welat, li Ewropayê jiyan ji holê rabûye'. Ji bo kadroyekî PKK'ê helwesteke ji vê metirsîdar nîne ku van gotinan bêje, bêje û pê neêşe, pê biêşe lê li dijî xwe tênekoşe. (...) Ez ji bo bîranîna hemû şehîdên PKK'ê dibêjim, ji partîbûna bêhtir helwesteke hêja nîne! Israra di pîvanên partîbûnê de, israra di rêbaza jiyana partiyê de, israra di wezîfeyên partiyê de, ji serketina me ya herî dawî ya li eniyê jî hêjatir e! Serketina dawî tê û diqede, dibe ku piştre têkçûn jî hebe, lê belê di partîbûna berfireh de her tim serketin heye.
(...)
Halbûkî destpêkirina vê pêvajoyê bûyereke mûcîzewî ye! Di dîrokê de ti ji raperînên Kurdan ji çend mehan bêhtir dewam nekiriye, hemû jî serberjêr bûne. Cara yekê ye pêvajoyek bi dest ketiye ku bi pêş dike û hêviya serketinê dide. (...) Şerê taybet ên li dijî me mîna bahozê ye. Baş pê zanim ku yê li pişt şerê taybet digot, 'serê yê ku rê li ber vê serketinê vekir, yê ku li dibêje 'dixwazim bijîm' bieciqînin'. Dîroka hezar salî ev yek li ser ferz dikir. Pêleke din a êrîşê!
(...)
Lewma hûnê bi rengekî rast li dîroka PKK'ê vegerin, hûnê rast fêhm bikin. Bi wesîleya vê salvegerê bi vekirî diaxivim. Yên ku bi vî rengî lê venagerin, mafê wê nadin, hurmeta min qet ji bo wan nîne. Ev yek ji bo min her tişt e! Ji bo min, liv û tevgera li gorî rêbaza partiyê her tişt e. Yên bi vî rengî bin, dilê min e, ruhê min e, hezkirina min e. Ji xwe em ji bo van hene. (...)

27'Ê MIJDARA 1997'AN, STRANA ME

(...) Straneke her kesî heye, strana me jî ev e. Stran û awazeke her kesî heye. Bi xweşiya wê awazê ve diçe. Navê strana me jî wiha ye û her diçe, kûr dibe, li xwe dide guhdarîkirin û didome. Bi qasî ku trajîk e, her wiha komîk e, bi qasî bi êş e, her wiha xweş e, bi qasî ku dide jiyîn, her wiha diqedîne. Ev e strana me ya jiyanê.
(...)
Nêzîkatiyeke sivik e ku mirov PKK'ê weke partiyeke siyasî ya xwedî hin rastiyan, weke hêzeke leşkerî û siyasî ya ku li gorî xeteke siyasî îdeolojîk dimeşe, bibîne. Dibe ku ev yek aliyekî mijarê be, qalikên wê yên parastinê be. Lê belê cewher diyarker e. Ya pêwîst û girîng ew ku mirov xwe bigihînin cewherê.
(...)
Me got, di şer de serketin, di jiyanê de derfetên azadiyê zêde dibin. Hewl bidin vê fêhm bikin. Hewl bidin bi vê yekê re hinekî xwe mezin bikin. Yekane rêya rizgariyê ev e. (...)

27'Ê MIJDARA 1998'AN

(...) Ez dixwazim bi taybetî silav û hezkirina xwe ji dayikên dilşewat û keçên me yên ciwan re bişînim ji ber vê eleqe û baldariya wan. Bi rastî jî dixwazim careke din bêjim, ez mirovekî di xizmeta daxwaz û hêviya wan de me. Emrê her mirovekî heye, dixwazim bêjim ku ez bi soza ku vî emrî bi başî binirxînim, girêdayî me. Ya girîng ne şexs e, ez dubare dikim ku ez ê hewl bidim bir engekî herî baş bi vê rola xwe rabim. Lê belê sazî hîn girîngtir in, emrê xwe dirêjtir e. PKK saziyeke baş e. Gelek saziyên hêja hene ku li dora wê ava bûne. Ji bo me Ronesans e. Serdema herî bi şeref, herî bi rûmet e. Di nava wê de ji xwe re cihekî baş bibînin, bibin berdevkekî baş, bibin rêveberekî baş. (...) Ez pê bawer im kuı meşa PKK'ê ji her demê bêhtir meşa serketinê ye, meşa sosyalîzmê ye, meşa xwişk û biratiyê ye. (...)"