Peravên Gola Wanê ji aliyê rejîma AKP-MHP'ê ve tê herimandin

Qeyûmên ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Rêya Armûşê yên HDP'î hatine tayînkirin, li herêma ku Gola Wanê û Keleha Wanê digihêjin hev, beton li perava ji 3 kîlometreyî dirijîne.

Peravên Gola Wanê ku dîrok û xweza lê di zikhev de ne, bi destê qeyûmê li Şaredariya Rêya Armûşê tê betonkirin. Bi vî rengî ji bo AKP'ê dibe cihekî jêxwarinê.

Peravên Gola Wanê bi salan e ji aliyê saziyên dewletê ve hatiye dagirkirin. Peravên li navçeyên Tûşba, Artmêtan, Westan, Erdîş û Rêya Armûşê ji aliyê jendermeyan, emniyetê, rêyên bejahî, wezareta tenduristiyê û saziyên din ên dewletê ve hatine dagirkirin û li welatiyan hatine girtin. Li qada ji 30 kîlometreyî ya navbera navçeyên navendî Tûşba, Rêya Armûşê û Artemêtanê, li welatiyan hatiye qedexekirin ku bikevin Gola Wanê. Ev herêmên ku qada jiyanê ya bi hezaran zindiyan e, lê ji aliyê saziyên dewletê ve hatiye dagirkirin, di hedefa qeyûm de ye.

Perava ji 3 kîlometreyî ya li navçeya Rêya Armûşê, cihê jiyanê yê bi hezaran zindiyane. Li vê qada ji 3 kîlometreyî Keleha Wanê heye û çemên Kirman û Akkopru dirije ser Gola Wanê. Peravên Wanê ku dîrok û xweza lê di zikhev de ye, ji aliyê qeyûmê li Şaredariya Rêya Armûşê ve wê bi beton bê herimandin. Projeya betonkirina herêmê ku wê îsal dest pê bike, tê xwestin ku heta sala 2023'an biqedînin. Di çarçoveya projeyê de ev qada ji 3 kîlometreyî her wiha wê ji bo AKP'ê bibe qadeke jêxwarinê.