'Pêngavên Şoreşgerî li ser xeta Bêrîtan bi rê ve diçin'

Gerîlayên YJA Starê ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şer dikin, destnîşan kirin ku wê li ser xeta Bêrîtan têbikoşin û dijmin têk bibin.

Gerîlayên YJA Starê li dijî êrişên dewleta Tirk ji Zagrosê heta Metînayê, ji Heftanînê heta Avaşînê li ber xwe didin.

Gerîlayên YJA Starê ku li dijî dijmin gelek çalakiyên serkertî kirin, bi biryardariya serketinê di vî şerê dîrokî de têdikoşin.

Ji berxwedêran gerîla Zîlan Devrîm û Hêvî Amanos destnîşan kirin ku piştî çalakiya ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) têkoşîna jinê roj bi roj mezin bû.

Zîlan Devrîm anî ziman ku xeta berxwedanê ya Bêrîtan îro li tevahiya cîhanê ji bo jinan bûye çavkaniya hêz û baweriyê û got, "Xeta Bêrîtan ji her kesî re bû mînak. Weke gerîlayên YJA Starê em dixwazin li ser xeta hevala Bêrîtan şer bikin û bi ser bikevin. Hevala Bêrîtan li dijî teslîmiyetê sekneke gelekî xurt nîşan da. Kesayetiyeke azad a jinê derxist holê û em jî li ser şopa wê ne. Têkoşîna me li ser vê yekê bi rê ve diçe.

Hevala Bêrîtan serî li ber xiyanetê netewand. Xeta jinê ya azad afirand û bandor li jinan hemûyan kir. Gerîlayên YJA Starê jî li ser vê xetê dimeşin. Bi felsefeya jiyana azad a Bêrîtan jin diherikin nava refên têkoşînê. Pêngavên me yên şoreşgerî îro jî li ser xeta Bêrîtan bi rê ve diçin. Têkoşîna jinan gihîştiye asta herî bilind. Her ku şer giran dibe berxwedana me jî mezin dibe. Bêguman dibe ku em berdêlan bidin, şehadet jî bibe lê belê her hevalên me sekna jinê ya azad temsîl dikin. Hevalên tevlî pêngavên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê bûne li ser xeta şehîd Bêrîtan şer dikin. Ev şerê me wê heta serketinê dewam bike. Heta azadiya gelê me û gelên bindest em ê li ser xeta Bêrîtan têbikoşin."

'BI HEZARAN JIN ÊN ŞOREŞGER LI SER ŞOPA BÊRÎTAN E'

Hêvî Amanos jî diyar kir ku helwesta Bêrîtan a li dijî xiyanetê îro bi hezaran Bêrîtan afirandiye û got, "Çalakiya Bêrîtan bersiva li dijî ferasetên şaş bû. Ev çalakiya ku li Başûrê Kurdistanê kir li cîhanê deng veda. Bi hezaran jin ên şoreşger niha li ser xeta Bêrîtan perwerde dibin. Em dixwazin xwedî li xeta Bêrîtan derkevin. Niha li çiyayên Kurdistanê şerekî giran diqewime. Dewleta Tirk di vî şerî de hevkariyê bi hêzên herêmî dike û bi vî rengî li dijî me şer dike. Çalakiya hevala Bêrîtan jî li dijî vê xiyanetê bû. Niha li Başûrê Kurdistanê bi hezaran Bêrîtan hene, ji ber ku bandoreke mezin li civakê kir."

Hêvî Amanos diyar kir ku li dijî êrişên bi çekên kîmyewî yên li Werxelê bi pêşengiya şervanên jin berxwedaneke mezin tê meşandin û got, "Hevalê Rustem di Cenga Heftanînê de bi çalakiya li dijî dagirkeran careke din israra li ser xeta Bêrîtan nîşan da. Ev xeta berxwedanê wê me bi ser bixîne."

'ÇEKÊN KÎMYEWÎ NE TENÊ LI DIJÎ GERÎLA TÊN BIKARANÎN'

Hêvî Amanos anî ziman ku şerê niha tê meşandin ne tenê li dijî gerîla ye û got, "Eger îro dijmin dikare li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar bîne, di demeke nêz de wê karibe li Silêmaniye û Hewlêrê jî bi kar bîne. Eger em îro li ber xwe nedin gelê me wê bê qirkirin. Dewleta Tirk Efrîn, Serêkaniyê dagir kir û her roj li dijî gelê me sûcê li dijî mirovahiyê dike."

'EM Ê HÎN BI XURTÎ LI BER XWE BIDIN'

Gerîlaya YJA Starê Hêvî Amanos destnîşan kir ku li çiyayên Kurdistanê gerîlayek bi tenê jî bimîne wê gel biparêze û got, "Di vî şerî de êrişî sivîlên me jî tê kirin, têne kuştin û li gundan her roj çekên kîmyewî têne bikaranîn. Xaka Başûrê Kurdistanê her roj tê bombekirin, lê belê hêzek dengê xwe nake. Ewqas mirovên sivîl jiyana xwe ji dest didin, lê kes vê nabîne. Em ê ji bo gelê xwe hîn xurtir bibin. Ji ber ku bi çalakiya hevala Bêrîtan re hêza jinê hate nîşandan. Berxwedana ku niha tê kirin ji bo me serketineke mezin e. Bi vê berxwedanê şoreşek tê avakirin."