Pêngava Xezeba Firatê: Gundê Suwediya rojava hat rizgirkirin

Gundê Suwediya rojava ya ku ji bo êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê cihekî girîng bû ji aliyê şervanên Pêngava Xezeba Firatê ve hat rizgarkirin. 32 çete hatin kuştin.

Şervanên Odeya Çalekiyê yên Pêngava Xezeba Firatê, duh 06’ê Çile  ber bi gundê Suwediya rojava yê ku 4 km dikeve rojhilatê gundê Caber, pêş ve çûn û li nezê gund di navbera şervanan û çeteyan de şerekî giran qewimî. Piştî şerê ku heta seatên sibehê dewam kir, çete xwe paş ve kişandin. 

Li gorî agahiyên ku rayedarên QSD’ê par vekirin, di şerê  gundê Suwediya rojava de 32 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin. 

Hat ragihandin ku şervanan di nav gund de dest bi lêgerîn û lekolînan kirine.