Pêngava Xezeba Firatê: Êrîşên çeteyan hatin têkbirin

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî bajarokê Siwêdiya Mezin û gundên Humarîn û Widyan ên li bakurrojhilatê Bendava Tebqayê ne, hatin têkbirin.

Di çaroveya qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de şervanên Odeya Çalakiyê her bi pêş ve diçin. Li aliyê din, çeteyên DAIŞ'ê duh danê sibehê êrîşî bajarokê Siwêdiya Mezin û gundên Humarîn û Widyan ên li bakurrojhilatê Bendava Tebqayê ne, kirin.

Li gorî agahiyên ji herêma operasyonê hatine bidestxistin, piştî şerekî dijwar, êrîşên çeteyan ên li herêmê hatine têkbirin. Di encama şer de 5 cesedên eçteyan û 5 çekên wan ên kalaşkîkovê li herêma şervanan man.

Di vê navberê de, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku di 4'ê Sibatê de dest bi qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê kirin, bi 11 kîlometreyan xwe nêzî Reqayê kirine.