Pêngava Xezeba Firatê: 24 çete hatin kuştin
Şervanên QSD'ê di çarçoveya qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê de her bi pêş ve diçin. li bakurê Reqayê di şer de 24 çete hatin kuştin. Gelek cenazeyên çeteyan li erdê man.
Şervanên QSD'ê di çarçoveya qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê de her bi pêş ve diçin. li bakurê Reqayê di şer de 24 çete hatin kuştin. Gelek cenazeyên çeteyan li erdê man.
Pêngava Xezeba Firatê bi qonaax 4. dewam dike. Gundê Mişerfa Bakur duh ji çeteyan hatibû paqijkirin, lê belê çeteyan danê nîvro careke din êrîşî gund kiribûn. Şerê li derdora vî gundî heta danê êvarê dewam kiribû.
Danê êvarê, çeteyan bi 3 wesayîtên bombebarkirî û êrîşkarên bombe li xwe pêçandibûn, êrîş kirin. Di şer de 7 êrîşkarên bombeyî hatin bombeyên li ser xwe pêçandibûn teqandin. 3 wesayîtên bombebarkirî jî, bêyî ku bigihêjin armanca xwe ji aliyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve ji dûr ve hatin teqandin.
Ev êrîşa çeteyan bi berxwedana şervanan hate şikandin û di encamê de 24 çete hatin kuştin. Gelek cenazeyên çeteyan li erdê man.
Şervanên QSD'ê dest bi operasyona rizgarkirina gundê Kerbiş a Rojava kirin. Li vê derê, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şer diqewime.