Pêngava şoreşgerî ya Egîd dewam dike

Ji fermandarên HPG'ê Emîn Başkale got, ew di pêngava şoreşgerî ya 2017'an hatiye destpêkirin de, ruhê Egîd, Zîlan, Bêrîtan, Reşît, Adil û Nûda dibîne.

Ji fermandarên HPG'ê Emîn Başkale diyar kir, pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an a li Dihê-Şaxê bi pêşengiya fermandarê efsanewî Mahsûm Korkmaz (Egîd) li dijî faşîzma dewleta Tirk hate destpêkirin, îro ji aliyê gerîla ve tê dewamkirin.

Başkale di destpêka axaftina xwe de, fermandar Egîd û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anî û cejna vejînê 15'ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû gelên Kurdistanê pîroz kir.

Başkale diyar kir, bi destpêkirina Pêngava 15'ê Tebaxê re çirûskên şoreşê li çar parçeyên Kurdistanê vê ketin.

'ME BI RUHÊ EGÎD BERSIV DA HEMÛ HEWLDANÊN KOMKUJIYÊ'

Başkale da zanîn, ku pêngava bi pêşengiya fermandar Egîd ve hate destpêkirin, her ku baskê leşkerî yê rêxistinê xurt kir, dewleta Tirk û hêzên derve planên xwe yên ji bo tinekirina PKK'ê zêde kirin û got, "Li dijî operasyonên tesfiyekirinê, ku salên 2000'î de hatin kirin, hem li hundir hem jî li derve wan li dijî tesfiyekaran dest bi pêngava 1'ê Hezîranê kirin."

Başkale wiha dewam kir: "Ev pêngav hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê siyasî ve rêxistin xurt kir û li dijî her şêwe tesfiyekariyê bû pêngava geşkirina berxwedanê. Di Şerê Gel ê Şoreşgerî yê sala 2012'an de jî dewletê derbên giran xwar, windahiyên giran da. Hikumeta ku digot, 'PKK qediya ye' dît ku çawa li pêşberî PKK'ê qels dibe. Li dijî komkujiya ku çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê 3'ê Tebaxa 2014'an li hemberî civaka me ya Êzidî kir, hêzên me yên gerîla bi ruhê Egîd li Şengalê şerekî mezin dan. Ji bo Şengalê û civaka me ya Êzidî ji çeteyan paqij bikin, dest bi Pêngava Şengalê kirin. Pêngav bi ser ket. Wekî din ruhê şoreşa Rojava xwe dispêre pêngava 15'ê Tebaxê. Her ciwana/ê li wir şer kir, bi ruhê Egîd şer kir. Agirê şoreşê ku li çar aliyên Kurdistanê pê ket, sala 2016'an li Bakurê Kurdistanê gurr bû. Li Cizîr, Silopiya, Şirnex, Nisêbîn, Hezex, Sûr, Gimgim, Gever û gelek deverên Kurdistanê gelê me bi daxwaza 'xwerêveberiyê' daket qadan. Li dijî dewletê bi xurtî têkoşiya. Li ber êrîşên dewleta Tirk a faşîst ti carî serî netewand û bi rengekî yek icûd rastiya Egîd temsîl kir. Eger ji aiyê siyasî, leşkerî û jiyanî ve em xurt bûne, li Rojhilata Navîn bûne xwedî mîsyonekê, ev yek bi saya pêngava 15'ê Tebaxê ye."

PÊNGAVA 20172AN PÊNGAVA AZADIYA RÊBERTÎ YE

Başkale anî ziman, ku pêngava 2017'an pêngaveke nû ye û got, "Di pêngava me ya şoreşgerî de em dikarin ruhê Egîd, Zîlan, Bêrîtan, Reşît, Adil û Nûda bibînin. Ev pêngav ji bo me pêngaveke nû ye. Armanca bingehîn a vê pêngavê azadiya Rêberê me ye."

Fermandar Başkale da zanîn, vê pêngava şoreşgerî ya li xeta Zap-Zagrosê û li Bakurê Kurdistanê dest pê kir, derbên giran li dewleta Tirk xist û got, "Îro li ser axa Kurdistanê şerekî giran tê dayin. Di navbera zaliman û gelekî ku hewl tê dayin bê tinekirin de, berxwedaneke bêhempa heye. Ev berxwedan wê heta serketinê bidome. Ji ber vê yekê banga min li gelên me yên Kurdistanê ye. Roj ji bo me ne roja rûniştin û temaşekirinê ye. Roj roja têkoşîna bi ruhê pêngavên şoreşgerî û kûrkirina lêgerîna li jiyana azad e. Ji ber vê yekê, her kesên destekê didin vê têkoşîna bi rûmet, divê li ber zaliman serî netewînin û têbikoşin."