'Pêngava azadiyê wê bi ruhê Cenga Heftanînê bi ser bikeve'

"Her kesî baş dît çawa li Heftanînê pergala dagirkeran belav bû û bi hêz û vîna ku hevalan li wir nîşan dan nasnameya Kurd parastin. Pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ jî wê bi ruhê Cenga Heftanînê bi ser bikeve."

Gerîlaya YJA STAR'ê Lîlav Xelîl bal kişand ser pêngava 'Dem dema azadiyê' ya KCK'ê û hate gotin, "Pêngava 'Dem dema azadiyê' ye ku ji aliyê KCK'ê ve hate ragihandin, xwedî girîngiyeke mezin e. Di vê demê de dijminên gelê Kurd bi taybetî jî delweta Tirk a ku bi hişmendiya xwe ya şoven û desthilatdar hewl dide tevahiya Kurdistanê dagir bike, li her derê Kurdistanê operasyonê dagirkeriyê dimeşîne. Her mirovekî ku dengê xwe ji bo azadiyê bilind dike wan destgîr dike û dixe girtîgehê. Ango hişmendiyekî wisa ye ku dixwaze vîna gelan binpê bike û ji holê rake. Li ser vî esasî ev pêngava hatiye destpêkirin ji bo azadiyê pêngaveke xwedî riste."

'TÊKOŞÎN BER BI ENCAMÊ VE DIÇE'

Lîlav Xelîl qala têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd kir û da zanîn ku wê ev pêngav têkoşîna gelê Kurd bi ser bixîne. Lîlav Xelîl wiha pê de çû: "Têkoşîneke demdirêj a gelê Kurd heye. Ev dema ku em tê de ne êdî wê gelê Kurd ber bi encamê ve bibe. Ji bo vê wê rola pêngava azadiyê di vê yekê de sereke be. Ev têkoşîn pêwîste bi serketinê jî tacîdar be."

'DEWLETA TIRK LI HEMBER GERÎLA BÊÇARE BÛYE'

Li ser hewldanên dewleta Tirk ên qirkirinê û şikandina hêzên gerîla ya li qadên berxwedanê Lîlav Xelîl got, "Êrîşên dagirkeriyê ne tenê li ser gel, li ser gerîla jî di asteke jor de ye. Niha li Bakurê Kurdistanê li her qadê operasyon li dar dixin. Çawa li bajaran armanc dikin ku vîna gel bişkînin, li qadên gerîla jî ku hêza parastina gelê Kurdin, bi rêbazê operasyonên berfereh hewl didin hêza gerîla lawaz bikin û gel bê parastin bihêlin. Lê têkoşîna gerîla li Bakur û Başûrê Kurdistanê hêzeke mezin dide gelê Kurd û planên dagirkeran pûç dike. Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe de yên li ser gel û gerîla xwedî yek armance, ew jî tunekirina nasnameya Kurd e."

'PÊNGAVA RUHÊ CENGA HEFTANÎNÊ'

Gerîla Lîlav Xelîl teqez kir ku rola gerîla di şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hewldanên dagirkeriyê de sereke ye û destnîşan kir ku wê bi erka xwe rabin. Gerîla Lîlav Xelîl di dawiya axaftina xwe de got, "Niha gelê me li her derê li ser piyane, di nav çalakiyan de ye û xwedî li pêngavê derdikeve. Em jî wek gerîla em ê erkên xwe yên şer û bi destxistina serketinê ya di şer de pêk bînin. Em ê şerê mezin bikin, ev jî tê wateya hilanîna tolê û bidestxistina serketinên mezin. Em ê weke gerîla li hember rêbazên qirêj ên dagirkeriyê rawestin û wan bişkînin. Di vê derbarê de angaşta me mezine. Her kesî baş dît çawa li Heftanînê pergala dagirkeran belav bû û bi hêz û vîna ku hevalan li wir nîşan dan nasnameya Kurd parastin. Pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ jî wê bi ruhê Cenga Heftanînê bi ser bikeve. Ango ev pêngav pêngava ruhê berxwedana Cenga Heftanînê ye.

Wê ti carî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi ser nekeve. Li her qadên Kurdistanê dengê azadiyê bilind dibe. Ev deng jî bi saya fikir û felsefeya Rêber APO bilind dibe û dibe hêz. Ji ber wê her ku diçe tecrîdê li ser Rêbertiya me giran dike. Em jî weke gerîla vê yekê qebûl nakin û em ê li dijî wê rawestin."