Pêncewînî: Divê Newroza îsal bikin Newroza azadiya Rêber Ocalan

Siyasetmedar û rewşenbîrê Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pêncewînî bang kir ku Newroza îsal bibe Newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Siyasetmedar, rewşenbîr û dostê kevin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mihemed Emîn Pêncewînî di derbarê nûçeyên têkildarî jiyan û tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çend roj beriya niha hatibûn parvekirin, ji ANF’ê re axivî û bang li raya giştî û gelê Kurd û dostên wê kir ku dakevin kolanan û ji bo demildest bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê zextê li ser dewleta Tirk çêbikin.

Pêncewînî wiha sedemê belavkirina wan nûçeyan vegot, "Dewleta Tirk di şerê Garê de têk çû û ew ji bo wan binketinek mezin bû. Ev yek bû sedem ku rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê aloz bibe û bandor li tevahî qadên siyasî kir. Dibe ku Tirkiye tola vê binketinê ji jiyana Rêberê Gelê Kurd bistîne, ji ber wê pêwîste em ji jiyan û tendirustiya Rêberê Gelê Kurd bên piştrastkirin."

Her wiha Pêncewînî diyar kir ku ew welatên ku xwe wek dostê gelê Kurd dizanin yên mîna Fransa, Emerîka û Rûsya, divê zextê li Tirkiyeyê bikin da ku demildest hevdîtin bi Rêberê Ocalan bê pêkanîn û tecrîda li ser wî bê rakirin û parêzer bikarin her hefteyê biçin serdana wî.

Pêncewînî bal kişande ser şêwazê pîrozbahiyên Newroza îsal û got: "Çend rojê din Newroz li pêşiya me heye, divê li hemû qadan bi taybetî Bakurê Kurdistan û Tirkiye Newrozê bikin Newroza azadiya Rêber Ocalan. Hemû zextên li ser Tirkiyeyê zêdetir bikin da ku Newroz bibe Newroza azadiya Rêber Ocalan."

Mihemed Emîn Pêncewînî di dawiya axaftinê xwe de ragihand ku gelê Kurd bi ti awayî wê qebûl neke û wiha pêde çû: "Eger Tirkiye xeletiyek wiha bike ango qesda jiyana Rêber Ocalan bike, wê demê vê Tirkiye têk biçe, gelê Kurd bi ti awayî wê yekê qebûl nake û wê ti hêz nekaribin kolanan kontrol bikin û hemû Tirkiye wê biheje.”