Pêncewînî: Êriş ne tenê li ser PKK'ê ye, êriş ji bo dagirkirina Başûr e

Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncewînî destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ye û got, êriş îro li ser PKK'ê be, wê sibe li ser PDK, YNK û Goran be, lewma divê her kes li ber vê dagirkeriyê rabe.

Siyasetmedar û Rewşenbîrê Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pêncewînî têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re axivî.

Pêncewînî bi bîr xist ku cara yekemîn nîne ku dewleta Tirk leşkerên xwe dixe nava axa Başûrê Kurdistanê, lê her carê jî hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê têk çûye.

Pêncewînî diyar kir ku êrişa vê dawiyê hatiye kirin jî ne tenê li dijî PKK'ê ye û got, "Ev êriş ji bo dagirkirina dewlemendiya ser û binê erdê ya Başûrê Kurdistanê ye. PKK'ê tenê ji bo xwe dikin hincet."

'YEK JI SÊ PARÊN XAKA BAŞÛR JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE HATIYE DAGIRKIRIN'

Pêncewînî bi dewamî bal kişand ser hebûna leşkerên Tirk a li Başûrê Kurdistanê û got, "Her kes zane ku ji sê paran parek ji Başûrê Kurdistanê ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin."

Pêncewînî nerazîbûn nîşanî bêdengiya li Kurdistanê û qada navneteweyî ya li hemberî vê dagirkeriyê da û got, "Bang li hemû hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û xelkê welatparêz ê Kurdistanê dikim ku dengê xwe li dijî dagirkeriyê bilind bikin. Ev êriş berevajî îdîayên Erdogan ne li dijî PKK'ê, êriş li dijî tevahiya Başûrê Kurdistanê ye, ji bo bênirxkirina proseya siyasî ya Başûrê Kurdistanê ye. Lewma erk û wacibê hemû hêzên Başûrê Kurdistanê ye, çi desthilat çi jî muxalefet, divê nerazîbûna xwe nîşan bide."

Rewşenbîr Mihemed Emîn Pêncewînî nêzîkatiya medya Başûrê Kurdistanê jî şermezar kir û got, "Ev du hefte ne agir li ser Başûrê Kurdistanê dibare, mal, milk, bax û rezên Kurdan tên şewitandin ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve, lê belê medya Başûrê Kurdistanê vê yekê ji nedîtî ve tê."

'JI BO DEWLETA TIRK KURD HEMÛ WEKE HEV IN, QONAX BI QONAX DIJBERIYÊ LI KURDAN DIKE'

Pêncewînî bi taybetî bang li gelê Kurd kir ê li welat û derveyî welat ku li dijî dagirkeriyê dakevin qadan, vê êrişa dagirkeriyê rûswa bikin.

Mihemed Emîn Pêncewînî destnîşan kir ku li ber çavê dijmin Kurd hemû weke hev in û ev tespît kir: "Qonax bi qonax dijberiyê li Kurdan dikin. Îro dijberiyê li PKK'ê dike, sibe wê dijberiyê li Partî, Yekîtî û Goran heta hin hêzên Îslamiyê bikin. Di bernameya Erdogan de nehiştina doza Kurd heye. Di bernameya AKP-MHP'ê de têkbirina navçeya Kurd heye, qirkirina Kurd heye. Ji ber vê yekê di roja Qirkirina Ermenan de ev êriş kir. Ev peyamek bû ji bo hemû Kurdan, 'eger hûn neyê çarçoveyê siyaseta ya me, çawa ku me li Ermenan kir em ê li we jî bikin'. Lewma her hêza Kurd bêdeng be, wê sibe ev êriş li dijî wan jî bê kirin."

Mihemed Emîn Pêncewînî diyar kir ku bi reng û navekî cuda jî be, Partî Demokratî Kurdistan bi leşkerî û serbazî beşdarî vê êrişê bûye.

Têkildarî rola Iraqê û hêzên navneteweyî jî Pêncewînî wiha axivî: "Bi dîtina min Iraq agahdar e. Beriya ev plana êrişê dest pê bike Erdogan hemû agahdar kiriye. Ewropa jî agahdar kir. Roja êrişê telefonî Biden kir, ew jî agahdar kiriye. Rêveberiya Iraqê hawar dike ku Kurdistan beşek ji Iraqê ye, lê belê niha beşek ji Iraqê tê wêrankirin, bi bombardûmanê tê şewitandin, tê dagirkirin. Lê serokatiya Iraqê li ber ranabe. Li gorî qanûnan mafê hikumeta Iraqê ye ku erd, ezman û sînorê Iraqê biparêze. Lê belê niha beşeke mezin a vê xakê hatiye dagirkirin, lê belê Iraqê dengê xwe nekiriye. Ev helwesteke gelekî neyînî ye."