'PDK wê di xeleka AKP’ê de biqede'
Doktor Ebîr Hesaf diyar kir PDK a ku xwe dispêrê AKP’ê tenê maye û PDK bi vî rengî wê biqede.
Doktor Ebîr Hesaf diyar kir PDK a ku xwe dispêrê AKP’ê tenê maye û PDK bi vî rengî wê biqede.
Yekîtiya Lîberal a ku yek ji hedefa wê ya sereke pêkanîna yekîtiya demokratîk e, 2011’an di dema serhildanên Rojava de pêk hat. 2012’an bi kongreya xwe ya pêşî xwe ragihand.
Doktor Ebîr Hesaf ku di ciwantiya xwe de di nav tevgera komunîst de cih digire, 2011’an tevlî nav Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê dibe û bi çalakî di nav siyasetê de cihê xwe digire. Hesaf li ser navê Yekîteiya Lîberalan a Kurdistanê ku xeta siyasî ji bo Şoreşa Rojava diyar kiriye, di nav wê şandeyê de cih girt ku hevdîtinên bi ENKS’ê re dikirin. Doktor Hesef bi kongreya 3’an bû serokê Yekîtiya Lîberalên Kurdistanê û peywira xwe didomîne.
Doktor Ebîr Hesaf hewcehiyên ji bo yekîtiya neteweyî, nêzîkatiya PDK,ENKS’ê ya li yekîtiya neteweyî û Rojava, êrîşên çeteyên PDK’ê yên bi ser Şengalê de û nêzîkatiya çapemeniya PDK’ê ya li Şoreşê ji ajansa me re vekir.
Hesaf diyar kir ku şerekî li Şengalê dest pê kirî wê li her deverê belav bibe û got: ‘’Êrîşa bi ser Şengalê de, şandina tangan a ber bi Mexmûrê ve xizmetê ji ti Kurdî re nake. Tenê bi kêrî dijminên Kurdan ango bi kêrî AKP’ê tê’’
Yek ji hedefa Yekîtiyê we pêkanîna yekîtiya di navbera Kurdan de ye. Tu pêdiviya yekîtiya neteweyî ya Kurdan çara şîrove dikî?
Piştî banga KCK’ê ya ji bo yekîtiya neteweyî me desteka xwe diyar kiribû. Ji ber ku di şertên wiha de pêdiviya Kurdan a bi yekîtiyê pir lêzimiyek e û her ku diçe ev pirtir xwe nîşan dide. Li çar parçeyên Kurdistanê arîşeyên gelê me hene û her ku diçe girantir dibin.
Em dizanin bê ka krîza Sûriyê û bi destê Tirkiyê çawa kavilkirin çêbû. Tirkiye di serî de Rêveberiya Xweser a Demokratîk û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê dixwaze hemû destkeftiyên Şoreşa Rojava têk bibe. Bakurê Sûriyê dagir dike. Dewleta Tirk li ber çavê dinyayê bajarên Kurdan da ber tangan,kavil kir û bi hezaran Kurd kuştin. Komkujiyên dewleta Tirk li Bakur didomin. Dîsa li Îranê problemên giran hene. Jin û ciwanên Kurd têne darvekirin. Li bBaşûr jî problemên girîng hene. Kêşyên di navbera partiyên başûr de giran in û her wiha pirsgirêkên gel jî giran in. Niha jî rewşa Şengalê heye. Ev hemû kêşe bêyî kongra neteweyî çareser nabin. Divê hemû welatiyên me yên li çar parçeyan zanibin çareseserî tenê bi kongra neteweyî, bi yekîtiya neteweyî ya demokratîk pêkan e.
Hema hema hemû hêzên Kurd ji 2005’an ve bersiva erênî didine bangên KCK’ê yên ji bo yekîtiya neteweyî, lê me dît ku PDK û partiyên girêdayî wan ber bi kongra neteweyî ve nayên. Piştî banga dawî ya KCK’ê me dît ku Nêçîrvan Barzanî got, ‘’Heke ji Şengalê dernekevin em ê hêzê bi kar anîn’’ Ji xwe 3’yê Adarê çeteyên PDK’ê êrîş bi ser Şengalê de birin. Tu li ser vê çi dibêjî?
Êrîşa bi destê kesên bi navê ‘’Pêşmergeyên Rojava’’ ya bi ser Şengalê de pir zirar da. Bi qasî ku şerê ku em jê re ‘’şerê birakujiyê’ bi xwe re bîne zerar da. Helbet divê li dijî vê rewşê hemû Kurd, partiyên siyasî şiyar bin û helwesta xwe nîşan bidin.
Em pê dizanin şerekî li Şengalê dest pê bike wê li her deverê belav bibe. Îro êrîşa bi ser Şengalê de, şandina tangan a bi ser Mexmûrê de xizmetê ji ti Kurdî re nake. Tenê xizmetê ji dijiminê Kurdan a AKP’ê re dike. Rêveberên PDK û Barzanî têkiliyên xwe yên bi AKP’ê re pir geş dikin, lê her kes pê dizane, AKP ti caran nehatiye wê xetê ku sûda wê li Kurdan çêbibe. Ev pir zelal e, tê xuyakirin.
Lê mixabin em dibînin ku PDK xwe spartiye AKP’ê. PDK bila baş znaibe ku AKP feydê nade wan jî. Em dikarin wiha bibêjin; AKP’ê îro PDK tam kiriye xelekê û ji hemû hêzên Kurd, ji hemû partiyan qut kiriye. PDK bi tena serê xwe maye. Xwe dispêrê AKP’ê lê ew roj wê bên ku bi tena serê xwe bimîne û xwe biqedîne.
Baş e, Barzanî û çapemeniya bi ser ve behsa ‘Kurdistaneke serbixwe’ dikin. Li ber van kirinên PDK’ê tu vê gotina PDK’ê çawa dinirxînî?
Gelo PDK wê serxwebûna Kurdistanê bi tang û topan bi êrîşa bi ser Kurdan wê ava bike? Bi tang û topan gefa li gelê Rojava, Mexmûr, Şengalê, ti caran nikarin Kurdistana serbixwe ava bike.
Serxwebûnê wê bi AKP’ê re ava bike? Piştî êrîşa bi ser Şengalê bi rojekê Erdogan got: ‘’Em qebûl nakin ku Iraq û Sûriye parçe bibin’’ Çi bersiva PDK’ê ji vê re heye? AKP,Erdogan ku herî pir nêzî wan in vê dibêjin.
Bi lêxistina Mexmûr, Şengal, Rojava Kurdistana serbixwe nayê avakirin. Serxwebûna Kurdistanê, yekîtiya wê tenê dema ku partiyên Kurd ji bo berjewendiya Kurdn rûnin, hêz û fikra xwe bikin yek dibe. Ti caran şerê navxeyî sûdê nade Kurdan, serxwebûn jî nabe.
Rayedar û medya PDK-ENKS’ê ji Şoreşa Rojava ve dibêjin PYD, PDK-ENKS’ê nas nake, hêzên li derveyî xwe bêbandor dikin. Çi dibêjî?
15’ê Adara 2011’an li Sûriyê serhildanan dest pê kir. Wan deman li Rojava jî Kurd rabûn, ji ber ku pir zexta rejîmê dîtibûn. Wê demê bi rewşa nû ya Sûrî re, 2011’an li nav Kurdan du meclîs ava bûn. Ya pêşî Meclîsa Netewî ya Kurdên Sûrî, ENKS bû. Piştre Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ava bû. A rast hemû partî bi hev re rabûne serhildanê.
Lê di destpêkê de xetên siyasî guherîn. Partiyên ku ENSK ava kirin li pişt OSO bûn.Dixwestin ku li Sûriyê OSO serwer bibe. Heke OSO bihatana Kurdistanê wê bi tang û topên Sûrî Kurdistan kavil bikirana. Partî û rêxistinên dijî vê MGRK ava kirin. TEV-DEM û PYD di nav vê de bûn. MRGK û hêzên siyasî yên di nav de xeta siyasî weke xeta sêyem diyar kirin û ev ragihandin. Vê jî armanc dikir ku Kurdan tevî şerê Sûriyê nekin. Ango Kurd wê nebûna aliyek ji şerê Sûriyê. Li welatê xwe wê xwe birêxistin bikira, gel biparasta û şoreşa xwe bikira. Wê nebûna aliyek şerê Sûriyê û gelê me nekirina qurbana vî şerî.
Bi rastî jî ev biryara herî rast bû. Piştre li vê xetê Xwereberiya Xweser a Demokratîk hate ragihandin, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk hate avakirin. Niha jî Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê gav bi gav pêk tê. Ev hemû destkeftiyen xeta sêyemîn in ku Kurdan li Rojava, Bakurê Sûriyê pêk anîne.
Ên ku di nav ENKS’ê de bûn, kesên ku digotin em dijberê rejîmê ne û alîgirê OSO ne bi PDK’ê re xwedî têkiliyên kûr bûn û an jî girêdayî wan bûn. PDK desteke pir mezin a dîplomatîk, ekonomîk û hwd da wan. Lê ev destek baş nehate bikaranîn. Kêşeyên Kurdên Rojava li otêlên Hewlêrê çareser nedibû. Diviya li Rojava, li Qamişlo bihatana çareserkirin.
Li gel cihêtiya ENKS û MGRK’ê 2011, 2012’an civîn hatin kirin. ‘Pêymana Hewlêrê’’ hate danîn. Konseya Bilind a Kurd hate avakirin. Piştre li Duhokê peyman hate danîn. Lê mixabin yek ji van peymanan pêk nehat.
Bi ya te çima encam ji van peymanan derneket? Bi rastî jî peymanên Hewlêr, Duhokê weke çapemeniya PDK îdîa dike ji hêla PYD’ê ve hate xirakirin?
Ez jî tevlî peymana Hewlerê bûbûm. Ev derew e. Di wê şandeyê de tenê PYD nebû, ne tenê TEV-DEM jî hebû. Yên di şandeya Hewlêrê de cih girtin ew partî bûn ku piştre di nav Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de cih girtin. Ji bo Xweseriya Demokratîk were qebûlkirin me bi wan re gelek caran hevdîtin kirin.
Peymana Duhokê Cotmeha 2014’an bû. Wê demê ji bo ku konseya siyasî çêbibe nîqaş hatin kirin. Ku çêbibûya wê hemû karên Rojava bi rê ve bibira. Wan dixwest di koseya siyasîî de nîvî partiyên ENKS’ê û nîvê dî jî partiyên Xweseriya Demokratîk hebin. Li ser vê lihevkirin çênebû. Dixwestin mirovên li derveyî Rojava nîvî nîvî di konseyê de bin. Piştre konseya siyasî av bû lê di civîna 2’an hate feshkirin.
Wan dixwestin ku hêzê ku niha jê re ‘’’Pêşmergeyên Rojava’ dibêjin derbasî Rojava bibin. Partiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gotin pêşmergeyên Rojava dikarin derbasî Rojava bibin lê weke weke parçeyek ji YPG’ê. Ji ber ku YPG ne pêkhateyeke siyasî ye, artêşa hemû Rojava ye. Di nav de tenê PYD, Partiya Lîberal na, her kes di nav de bû. Ereb, Suryanî jî hebûn. Me got, ‘kerem kin, tevlê bibin, bibin parçeyek ji YPG’ê, bibin komeke wê’’ lê qebûl nekirin.
Piştre 2014’an komkujiya Şengalê pêk hate. Hêzên HPG, YJA Star, YPG,YPJ derbasî Şengalê bûn û gel parastin. Piştre ev kirin kêşe. Dîsa şerê navxweyî ava kirin.
Di rojevê de ye ku hêzên jê re pêşmergeyên Rojava dibêjin biçine Cerablûs, Minbicê û li dijî gelê xwe şer bikin. Di vê mijarê de em bang li gelê xwe dikin. Di vê mijarê de divê Kurd şiyar bin. Malbatên ku zarokên wan di nav wê hêzê de bin ku jê re ‘’Pêşmergeyên Rojava’’ dibêjin, bila zarokên xwe ji nav derxînin. Divê bibêjin, ‘’êrîşê nebe ser gelê xwe, birayê xwe nekuje’’
Îro hin kesên di nav ENKS’ê de li Ewropa dibêjin, ‘’YPG-YPJ terorîst e’ Lê dinya YPG-YPJ’ê nas dike û qebûl dike. Ev hêz li dij DAIŞ’ê ne. YPJ bûye sembola jiyanê. Gelê me li dijî vê reşkirinê divê helwesteke xurt nîşan bide.
Tu jî jin û seroka parrtiyekê yî. Tu tevlî gelek hevdîtinên PDK,ENKS’ê bûyî. Gelek caran çûyî Başûr. Tu nêzîkatiya ENKS, PDK ya li ser jinê çawa dibînî?
Demokrasî divê destpêkê di têkiliyên jin û mêran de hebe. Demokrasî tenê ji hêla siyasî ve na, ji hêla karekter û têkiliyan ve jî divê wiha be. Lê mixabin li Başûr em dizanin ku rojane jin xwe dişewitînin. Ango êrşên wan ên pir mezin hene. Ez gelek caran çûme Başûr, tevlî hevdîtinan bûm. Lê mixabin li Başûrê Kurdistanê jin di hêla jiyanê, civakî, siyasî de ne xwedî ristekeî xurt in.
Mînak dema ku bi şandeyên PDK’ê re me hev dît, me dît ku hebûna jinan a di wê şandeyê de tenê sembolîk e. Tenê ji bo ku neyê gotin ‘jin nîn e’ jinek tevlî şandeyê kiribûn. Tenê ne ji bo PDK’ê bi giştî li Başûr di siyasetê de rola jinê pir kêm e. Ango ji bo jinê şertên ku jin bikaribin serê xwe rake, têbikoşe, rêxistin bibe, hebûna xwe derxîne holê nehatiye avakirin.
Li Rojava jî berevajî vê. Jin xwedî pêngaveke mezin in. Ev rewş tenê bandorê li jinên Kurd nake, bandorê li tevahiya jinên dinyayê dike. Cil û bergên wan jî li Ewropa dibine mînak. Em hêvî dikin ku hemû jinên Kurdistanê bi pêngavekê wê têkoşîna avakirina jiyana xwe û azadiya xwe bidin destpêkirin.