'PDK wê bi kîjan rûyî bê Şengalê?'

Hevserokê Meclîsa Gel a Duholayê Salih Êzidîn Xelo bi bîr xist ku PDK'ê salên 1972 û 2014'an xiyanet li Şengalê kir û bi êrişên xwe yên vê dawiyê xiyanetê didomîne. Xelo pirsî "PDK bi kîjan rûyî dixwaze bê Şengalê?"

Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Hevserokê Meclîsa Gel a Duholê Salih Êzidîn Xelo diyar kir ku ew ji êrişan natirsin û wê berxwedana xwe mezintirf bikin.

Salih Êzdîn Xelo û dayika bi navê Hemşê Reşîd ya li Şengalê derbarê êrîşên li ser Şengalê ji ANF’ê re axivîn.

Xelo û Reşîd diyar kirin ku ew êrîşên li ser Şengalê şermezar dikin û ew ê berxwedana geştir bikin.

Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Hevserokê Meclîsa Gel a Duholê Salih Êzdîn Xelo got ku, “Em van êrîşên hovane yên li ser me û bêdengiya dewleta Iraqê ya li hemberî êrîşên Tirkan bi tundî şermezar dikin. Balefirên Tirk êrîşî hêzên YBŞ’ê dikin, şervanên YBŞ’ê an birîndar dibin an jî şehîd dibin. Serokkomarê Iraqê Kazimî, Barzanî û Erdogan her sê van planan pêk tînin. Îştîrak e, wekî xetekê çêkirin, li hemberî me van êrîşan pêk tînin. Heke Berzanî bibêje ez Kurd im, Kurdistanê diparêzim ev çi êrîşên qirêj in tînin ser me? Erdogan û Mesûd Barzanî van planên qirêj tînin ser me. Li Bexdayê bi Kazimî re hevdîtinan dikin, em dixwazin tiştên xweş ava bikin. Çima li ser Kerkûkê hevdîtinan çênakin? Li cem me ne petrol heye, ne zêr heye û ne jî hesin. Ev hemû tişt li Kerkûkê heye.Te çima Kerkûk hişt û bazda? Çima dema te referandûm çêkir, hemû dewletan got çêneke, te çêkir, tu bi ser ket û xwedî li referandûma xwe derneket û bazda. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de tu dîsa li vir bû, te nehişt em berxwedana xwe bidomînin, te got ez ê we biparêzim, ez nahêlim kes vir dagir bike, Şengal şerefa min e, Kurdistan e, keç û jinên Şengalê şeref û namûsa Kurdistanê ne.

Di navbera 4 saetan de gelê Girzer, Kûsîba, Şêx Xidir û Tilqeserê berxwedaneke mezin kirin û heta ku malbatên xwe gihiştandin cihê ewle. Biryarek ji wan hêzan re hat, şer nekirin û em rû bi rû ji qirkirinê re hiştin. Dewletên Ewropayê û Emerîkayê lojîstîk dan te û gotin Êzidiyan biparêze û bigihîne Êzidiyan. Te ev tişt negihand Êzidiyan, te da çeteyên xwe. Di navbera wan û DAÎŞ’ê de tifaq hebû. Dîmenê wê hene, bendên wan 25 metreyan dûrî hev in. Di navbera wan û DAÎŞ’ê de dijminatî tune. Birayê Erdogan û Mesût Barzanî ye. Kî îro bi Kurdî biaxive, dibe dijminê Berzanî. Bi Tirkî biaxive birayê Berzanî ye. Em ji nêz û dûr ve siyasetê dişopînin, Erdogan bûye birayê malbata Berzanî.

Îro bi çi rûyî tu dibêjî ez ê werim Şengalê. Di sala 1972’an de jî te Şengal hêla,hemû sîlehên Êzidiyan kom kirin. Mirovê bê sîleh be tu ferqa wî ti tiştî tune.Em bê sîleh hiştin. Dewleta Seddam Huseyîn sîlehê me kom kirin, mal û milkên me hatin wêrankirin. Hemû ji ber PDK’ê, me got xem nîne. Vê dawiyê te carek du carên din jî xayîntî li me kir. Em îro li ser pêya sekinîne, em dizanin em ê çawa li ber xwe bidin, em çawa milletê xwe biparêzin. Me cihê xwe çêkir, sîlehên me jî hene. Hêzên me yên YBŞ û YJŞ’ê jî çêbûye. Hêza me ya parastina gel heye, hêza me ya asayîşê heye, em mintîqeyê diparêzin. Lê îro tê xwestin çete dîsa werin ser axa me ya pîroz û axa me qirêj bikin. Em vî tiştî red dikin û qebûl nakin. Bila baş were zanîn heta dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê li ber xwe bidin. Em berdêlên giran bidin jî em ê li ber xwe bidin. Çekên me yên giran tuneye ku em balefirên wan bixînin lê em ê li hemberî van êrîşan meşan li dar bixînin, li ser pêya bisekinin. Em ê dengê xwe bigihînin rêxistinên xêrxwaz, saziyên Ewropayê ku bila van êrîşan bisekinînin. Balefirên tên ser me ji Tirkiyeyê nayên, ji Herêma Kurdistanê tên. “

HEMŞÊ REŞÎD: EM JI BALEFIRÊN WAN NATIRSIN

Dayika bi navê Hemşê Reşîd a li Şengalê jî got ku, “Em ji balefirên Erdogan natirsin. Em van êrîşên wan şermezar dikin. Zarokên Êzidxanê mal û warê xwe diparêzin. Li ser zarokên me êrîşan bikin jî em ê berxwedana xwe xurttir û bihêztir bikin. Em ji balefirên wan natirsin. Kîngê balefirên wan werin ser Şengalê, em ê jî rêxistina xwe xurttir bikin. Heke zarokên me şehîd bibin jî wê ew şehîd ji me re bibin hêz.“